Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hevpeyvna Byzantine ya Kurd xirabrtir dibe

 


Ebdulazîz Qasim

Her ji destpêkirina pêvajoya diyaloga kurdî-kurdî, me dizanî ku wê asengiyên mezin bikevin di pêiya vê pêvajoyê de, lê bi rastî nedihat pêbînîkirin ku ev diyalog bibe rengek ji rengên Dialogue Byzantine “Discusin bizantina”, hevdem ku her çiqas dem diçe wisa derfet jidest diçin, herwisa hêvî û daxwazên gelê kurd ji bo siberojeke batir sist dibin.
Roj biroj, nakokî di navbera herdu aliyên kurdî de (ENKS, PYNK) zêdetir dibin, ku ti wate ji bo danustandinên di navbera wan de nemaye, nemaze ji aliyê rêveberiya PYD ku hêjî berdewamiyê dide li ser heman siyaseta xwe ya berê, û xuyaye ku heta aliyên gerantor “Amerîka û Fransa”, tevî kombûna anda Amerîkiyan ya berî çendekî li gel partiyên kurdî ji bo destpêkirina civînan, lê xuyaye ku anda Amerîkiyan heman pîtedana berê bi serxistina diyaloga kurdî-kurdî nadin.


Ji aliyek din mana ENKS di nava opozisyona alîgira Tirkiyê de, ew jî dibe sedema peydabûna nakokiyan, û dîtir partiyên kurdî guhdariya gazind û gaziya xelkê xwe nakin, lewra rebîniyek di nav civaka kurdî de peydabûye ji egera xemsarî û bêpirsyaretiya partiyên kurdî yên bi xemsarî serederiyê ligel rewa xirab ya gelê kurd û doza kurdî dikin.
Daxuyaniyên nerênî yên serkirdeyên partiyên kurdan rebîniyê çêdikin û bûne egera rawestandina danustandinên kurdî-kurdî, di dema ku rêjîm bi opozisyona xwe ve li ser pirsa kurdî yekdeng e û bi harîkariya herdu dewletên dagîrker (Tirkiya û Îran) ligel hev tevlî nakokiyên di navbera wan de kar ji bo jinavbirina miletê kurd û guhertina demografî li herêm dagîrkirî (Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê) dikin, ku rojane kiryar û tawanên dijemirov li dijî gelê kurd li ser destên artîa tirkiyê û çeteyên wê nemaze li Efrînê têne pêkanîn, ku ligor hin amarên rêxistinên mafên mirovî ku guhertina demografî 80% li Efrînê û 100% li Serêkaniyê û Girêsipî hatiye pêkanîn.
Rewa mirovî ya li deverên kurdî heta li deverên di bin deshilatdariya PYDê de jî, bicarekî têkçûye, ku nan, pêdawîsiyên xwarin û ardû (sûtemanî) peyda nabin û bihayê dolar li hember wereqa Sûrî (lêre) gelekî bilind bûye, ku milet birsî û tihn bûye û ketiye di bin hêla hejariyê de, hevdem ku birêveber û serkirdeyên partiyên kurdî zengîn û dewlemend dibin û bûne rengek ji mafya siyasî.
Îro, herdu aliyên kurdî ENKS û PYNK û di nav wan de bi taybetî PYD berpirsyar in li hember rawestandina diyaloga kurdî-kurdî, herwiha divê ragihandina kurdî bi erkên xwe rabe ji bo nêzîkkirina aliyên kurdî û nabe nakokiyên kurdan zêdetir bibin û nabe xemsarî li ser qeder û çarenivîsa gelê kurd bibe û pêdivî ye ku her aliyek bi berpirsyartiya dîrokî serederiyê ligel rewa hesiyar ya miletê kurd û doza wê ya netewî wekî (nitiman û milet) bike û berevajî vê yekê ji aliyê miletê kurd wê nifret li van partiyan bibe û wê navên wan hetahetayê bikeve di zibldana dîrokê de.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark