Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tov partiyn kurd li Sriy pr bye.

 


M. Emîn Sadûn

Gelek dem û daxan, Ji ber kar û kiryarên bê serûber yên serkirdayetiya rêxistin û partiyên siyasî yên kurdî, û xemsarî û jibîrkirina wan kesan berjewendiyên gitî yên gelê kurd û mijûlbûna wan bi berjewendiyên xwe yên taybetî, dihêla ne tenê milet xwe ji wan rêxistinan dûr bike û baweriyê bi wan neyîne. Evê yekê dihit; ku ew partî lawaz û seqet bibin, û mirovên zana û  têgihiî ji nava wan birevin, û yên nezan û keysbaz xwe li wan bigirin û cihên xwe di nav wan de çêbikin. Ev yeke di pêvajoya xebata wan partiyan de dibû û eger gelek caran dengin cuda cuda derketbana û ew rew red kirbana jî, ew hewldan dihatin beravêtîkirin û xwedanên wan di civakê de dihatin rekirin û rê li pêiya wan dihatin girtin.


Bi demê re û pitî orea teknolojî ya kartêker û berbelav, gelek perdên re hatin hilanîn û pêre jî gelek rûyên veartî diyar bûn, têtên berê dihatin gotin û bihîstin, li ber çavan hatin dîtin û xuyakirin. Vê yekê pêleke dîtir ji dilsarî û rebûnê bi xwe re anî û di civakê de cihgirt û xwesepand.  
Wek tê xuyakirin Kar, kiryar û reftarên wan her tita bi navê kurdîniyê li ber çavên mirovan re kirin. Lê, çiqasî kurdînî di dilê mirovê kurd de re kirin, têgehên pîroz  sivik kirin, miletê kurd jî ew bêhtir nas kirin û xwe ji nava refên wan dûr kirin.
Ev rewa xirab û wêran a rûdayî, encamên nebûna pirojeyekê berçav û sergihayî, di tevî waran de, warê rewenbîrî, siyasî, abûrî,dîplomasî,rêxistinî, ragihandinî, civakî û lekerî, ewê rewê hit ku ew rêxistin û partî bimînin lawaz, û di gerînekeke tarî û dûman de bijîn û erkên xwe yên serekî wenda bikin.dawiyê ev partî bêkêr û pîr bûn, û di nava nakokî û pevçûnan de kawî û bawî man û tovê wan nema kêrî çandinîyê hat û pêwîstî bi nûjenkirin û vejandinê zêde bû û daxwaza wê yekê jî bo xwesteka her mirovekê bîrewer û wefadar.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark