Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Xwe mezinkirin, xwe kuştin

 


Qado Şêrîn 
 
Di roja 04/02/2021an de, helbestvan Mizgîn Hesko gotarek di bin navê “Zimanê helbestê û bersiva dereng mayî” di malpera Welatê Me de belav kiribû. Min xwend û li ser rûpela xwe ya FB du gotin di derbarê wê gotarê de nivîsand. Mesele li vir bi dawî nehat. Rêzdar Mizgîn Hesko gotara xwe li ser dîwarê FB ya xwe belav dike, mesele li vir jî bi dawî nayê. Piştî çar pênc rojan dostekî kopiyek ji şiroveyek wê ya seyr ji min re şand, şiroveyek ku mirov matmayî dihêle û bawer nake ji nava helbestvanekî/ê derketibe. Bi texmîna min nivîskar Tengezar Marînî li ser eynî mijarê du gotin li ser dîwarê fb ya xwe nivîsandin, lê bê ku Mizgîn xan bi nav bike.

Hêja Mizgîn di şiroveya xwe de wisa nivîsandiye: “Bê guman û piştî sedsaleke din, dibe ku hin xwe bigihînin helbestên min û wan wiha hinekî rave bikin! Lê her û her hewil didim ku nêzîkî dilê helbestê û nîgaşa gerdûnê bibim“.
Vê şiroveya seyr bala min kişand, ez yê tim dibêjim: helbestvanê/a ne nefs piçûk be, xwe mezinkirin li ba hebe, dil nekeve dilê xelkê û ne nêzîkî giyanê xelkê be, wê zû xwe bikuje. Û ji ber ku rola helbestê paqijkirina giyan û exlaq e, wê êdî xwe winda bike. Ji bo min şiroveya wê tê 4 wateyan:
01-şirove asta helbestvan ya rasteqîne diyar dike.
02-ji kesayetiyek ne tendurust derketiye.
03-xwemezinkirina li ser pişta helbestê, belkû leylanê ye.
04-tune kirina karînên Gelê kurd e. Ango maqûle ta sedsalên din kurdek tune be helbestên wê hinekî rave bike?! Bi texmîna min, ku helbest di asta xwe ya blind de be, di asta helbestê de be, di asta dil û giyan û wicdanê gel de be, wê di eynî roja nivîsandinê de bê rave kirin, yana wê bê piştguh kirin û winda kirin.
 
Cegerxwîn gotiye:
Xwendin nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş.
Lê, min bê erê ya wî guhert û got:
Rexne nebî kes naçî pêş
Peyda dibin pir derd û êş.
Xanim Mizgîn Hesko, silav û rêz.
(kurtebersiva gotara di malpera welatê me de)
Gelek eger hene bê çima rexnevan di nav me de peyda nabin, belkû egera sereke zêdebûna çeteyên toreyê ne, gelekî..gelekî zêde bûne.
Ji bo ku rexne û rexnevan peyda bibin, divê pêşî me nivîskar û helbestvan û torevanên baş, di asta rexneyê de hebin, ango rexneyê qebûl bikin û ne wek dijûn û xeber û sixêfan bibînin.
Hevkêş û têkiliya di navbera rexne û toreyê de, wek hevkêş û têkiliya di navbera av û masî de ye.
Rexne ne afirandin e, belkû nirxandin û ji nû ve avakirin û serrastkirin e. Rexne berhema hişmendiyek dûr û dirêj e, berhema çand û tore û perwerde û kevnetor û civaka pêşketî ye, eger hemû cureyên rexneyê neyên pejirandin, civak û tore, wek du cêwiyan bi pêş ve naçin.
Nivîsandina helbest û toreyê berpirsyarî ye, rexne jî dilsozî ye, serrastkirina şaşiyan e, û ku dewlet tune be, serê nivîsandinê bi qelebalix tê berdan û nema tê girtin, êdî bi rexneyê jî nayê sînor kirin, vêga ku, qanûn û çavdêr û rêxistin û dezgehên lêkolînan tune bin, rexne peyda nabe, belkû rexnevan bibin qeşmerok. Û ji bo ku rexnevan nebe qeşmer, rexneyê nanivîse, belkû jî newêre binivîse.
Li dawî,
Ya ku dixwazim bêjim û binivîsim, ji ber ku qanûn tune, dezgeh û weşanxaneyên nirxandina pirtûkan tune ne, exlaq tune, gelek netiştek bûne helbestvan û nivîskar, û SerSera(wek nimûne) gelek pirtûkên netiştek çap dike, û xwediyên wan pirtûkên netiştek li ser serê me bûne nivîskar, lê ew bi xwe çeteyên toreyê ne, û ji ber ku çeteyên toreyê ne, wê rexne nebin, û kî wan rexne bike, wê rastî serêşandinê bê.
Rexnevan di nav me de peyda nabin, ji ber ku, eger hat û rexnevan wan çeteyan rexne bike, dûr nebîne rastî êrîşên hovane bê.
Min wek kes nivîskarek(qaşo, 14 pirtûk hene) ji wan çeteyên toreyê rexne kir, wî û malbata xwe îmana min bi name û telefonan çikandin, dostekî min jî got: nexweş ketiye, sê roj in di nav nivîna nexweşiyê de ye, rabû min ew rexneya piçûûûûûûûçik ji FB a xwe rakir.
Taku rexne û rexnevanên baş û jîr û dilsoz peyda nebin, tore bi giştî bi pêş ve naçe.
 
www.qadoserin.com
27/02/2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark