Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mûþekên beredayî

 


Kerîm Perwezî

Di roja cîhanî a Hezkirinê de ku evîndaran gul pêþkêþê yektir dikirin, hêzên terorîstî yên ser bi Spaha Quds a Komara Îslamî, Hewlêr û balafirxane û çend taxeke wî bajarî bi mûþekan kirin bi armanc.

Rakêtên teqiyayî yên hêzên ser bi Spaha Quds, kuþtina kesekê û birîndarbûna çend kesekê li pey xwe anî û ziyaneke kêm jî gihande balafirxane û çend cihên Hewlêrê, lê ya ku ji ziyana maddî û canî zêdetir bû, eva ye ku ewlehî û asayiþa paytexta Herêma Kurdistanê kir bi armanc û nigeraniyek di nav xelkê de çê kir.


Belkî pêka edebiyata daxuyaniya wê girûpa ku teqîna mûþekan girte stuyê xwe, armanca wan huþdarîdan bi Amerîka û desthilata Herêma Kurdistanê be û wisa bide xuya ku Amerîka û hikûmeta Herêmê kirine armanc û dixawzin teslîmê daxwazên terorîstan bin, lê kiryarên wiha yên girûpên ser bi Komara Îslamî, qet aliyê hember neku netirsandiye, belkî bûye sedemek ku bertekên rêkxiravtir û tundtir li pey xwe bîne û destûpêyê rejîmê pê girêbide.

Ew rakêtane ku terorîstan bi maþîneke destkarîkirî li xwarê Hewlêrê ber bi paytexa Herêmê ve teqandin, renge ji warê armanca leþkerî ve hewil dabin gelek serastî cihê wê pêka lêkolînên hûr bikin bi armanc, lê di siyasetên xwe de gelek bi hûrî bo wê neçûbûn û bêserûberiya wan wisa kir ku renge serê fermandeyên wan bide ba.

Kiryara terorîstî ya roja 14`ê “February”, ji teqîna terorîstî ya 1`ê “February”ê ya çendîn sal berî niha ya bajarê Hewlêrê diçû, herçiqas mixabin canê çendîn kesan dike qurbanî, lê qet negihaye bi armanca xwe ku xwastibe aliyê qurbanî bitirsîne û teslîmê daxawzê terorîstan bike.

Di dema niha de Komara Îslamî ew rakêtane bo ceribandina îradeya îdareya “Biden” û çavtirsandina hikûmeta Herêmê teqandin, lê wekî piraniya lêkolînên din ên rejîmê, ew kiryarane zêdetir cîhanê tîne ser wê baweriyê ku nabe rê bi terorîzma Îslamî ya Tehranê û barimtegîriya wê rejîmê bidin.

Herwek hewla terorîstiya Esedullah Esediyê wan li Alman û Biljîkê, bi tewawî bi ziyana rejîmê þikestiye, kiryara terorîstî ya þeva 14`ê “February”ê li bajarê Hewlêrê, ne destkevta wê bo rejîma Komara Îslamî nabe, belkî hem Amerîka li ser piþtevanîkirin bi Herêma Kurdistan pêdagirtir dike û hem jî rohntir bi hemû aliyekê îsbat dike ku dujminê sereke yê hemû gelên deverê û nemaze dujminê rasteqîne yê Kurd û Kurdistan, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye.

Ew rejîme çavkaniya fitne û terorîzim li deverê û cîhanê ye û bo gihîþtin bi aþtî, dibe dawî bi çavkaniya wan rakêtên beredayî bê, ku her roj ji qiraxekê ve ber bi qiraxeke din a deverê ve têne teqandin. Kurdistan dimîne û Komara Îslamî diçe nav zibldana dîrokê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark