Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hejmara Nehemîn a Kovara Şermola Derket

 


Hejmara Nehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Nehemîn “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêşxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin.
Di Hejmara Nehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.


Ji pêşekîya hejmarê: "Çalakîyên salonên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di çarçoveyeke teng de têne lidarxistin û tenê di warê xwendin û nirxandina pirtûkan de ma ye, tevî ku ew jî çalakîyeke girîng e û pêwîst e, lê di bizava çandî û wêjeyî de ne ewqasî bi bandor e, nemaze piranîya pirtûkên ku têne nîqaşkirin ên nivîskarine ji derveyî herêmê ne, ji ber vê yekê berhemên wêjeyî yên herêmî ji derveyî xebatên rexneyî dimînin. Lewma gelek salon karên wan radiweste çimkî ji vê çarçoveyê dernakevin û rewşa çandî û wêjeyî ya giştî nagirin dest. Lewma pêwîst e berpirsyar û kesên ser van çalakîyan disekinin, mijarên girêdayî rastîya wêjeyî û çandî ya ku li herêmê tê jîyîn bigrin dest, reweşa heyî nîqaş bikin, kêm û kurtîyên heyî derxin holê û çareserîyên guncaw ji wan re deynin, da ku bi awayekî aktîv çand û wêjeyê bi pêş ve bibin, her wisa divê alîyên peywendîdar di rêverberîya xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê projeyên vekirina salonên wêjeyî destek bidin û piştgirî û alîkarîya pêwîst pêşkêş bike.".
Hejmara Nehemîn a kovara Şermola 208 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Naveroka Beşa Kurdî Ya Hejmara Nehemîn

Pêşekî
-Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî.. (Desteya sernivîskarîyê)  

Analîzên hizrî
- Şaristanîya Sumeran Çavkanîya Yekem a Huner û Wêjeyê Ye .. (Abdullah Ocelan)

Dosyaya  hejmarê
- Salonên Wêjeyî û Rola Wan Di Civakê De.. (Biradostê Mîtanî)
- Salonên Wêjeyî Li Bakurê Welêt.. (Ahmed Kanî)

Lêkolîn
- Qelen û Baviksalarî... (Darwîn Darî)
- Di Dengbêjîyê De “Naverok”... (Elîf Gûn)

Hevpeyvîna hejmarê
-Li Gel Nivîskar “Kamran Simo Hedilî” Ye (Desteya Sernivîskar)

Jin û çand
-Ji Civat, Komcivîn û Şevbuhêrkan Hetanî Salonên Wêjeyê.. (Nêrgiz Ismayîl)  

Pirtûkên derketî
-Qaqlîbaz .. (Pirhişyar Ismaîl)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê)  

werger
-Zindan.. (Zekerîya Tamir-Wergera ji erebî: Aram Hesen)
-Şîroveyek Der Barê Wergera Farisî Ya ‘’Firîna Bi Baskên Şikestî’’ De.. (Ezîz Nêmetî-Wergera ji farisî: Berat Qewîendam)

Çîrok
-Gulîyên Darizandî.. ( Evîn Teyfûr)  
-Welatê Bê Roj.. (Pêşeroj Cewherî)  

Helbest
Sîng Mertal im.. (Îsmet Hesen)
Nizanim!.. (Ciwan Qado)
Ragihandina Vînê.. (Xemgîn Remo)
Çima Tu Diçî? ..(Şivîn Hecî)  

Serbest
-Xwendin Afrînerî Ye (Fatma Sîdo)
-Gundê Qêsim.. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)
-Rondik .. (Rûken Hisên) 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark