Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şerê nerim û çewtekariyên rejîma Îranê li dijî Kurd

 


Mihemedsalih Qadirî

Rohn e ku avabûn, berdewamî û pêşketina her core hikûmet û deshilateke Kurdî di her cihekê de, li ber vê yekê ku dikere heyameke dirêj karlêkerî li ser doza Kurd bi awayekî giştî hebe, dewletên deverê çavê dîtina wê nînin, Îran jî yek ji wan dewletan e; Lewma bi berdewamî bi awayên cuda, hewla lawazkirin û afrandina rûkekî xirab û kirêt li tevgera siyasiya Kurd bi gîştî dide.
Bo vê yekê jî mifah ji emrazên sexte, hêz û nermehêz jî wergirtiye.


Dezgehên ragihandin û mîdyayên Îranî ku rasterast di bin çavdêriya “Beyta Rehberî” a Xamineyî de ne, bi hevkariya Spah û kanalên diplomatîk yên Wezareta Derve, çavkaniya sereke ya şerê nerim yên wê rejîma ne û di çarçoveya planeke startejîk de, bi armanca dijatîkirin digel bizava rizgarîxwaziya Kurdisanê û sivikatîkirin bi hêza polayîn a pêşmerge û şikandina şana rêberên Kurd, her carê bi awayeke dûr ji exlaqên ragihandinê, bi çewtekarî li rastiyan û dîrokê, çendîn core nivîsên çewt û çendîn drama û fîlm berhem anîne û mekîneyeke mezin a piropagende bona dijatîkirineke sîstematîk digel tevgera siyasî û xelkê Kurdistanê bi rê xistiye.
Rejîma Îranê di wan 3 dehikên derbasbûyî de, bi 10an pîlanên cor bi cor li dijî Başûrê Kurdistanê bi rê ve birine û çi bi awayê agirxweşkirin bo alozî di navxwe de be, an bi rêya tedaxula ewlehî û leşkerî yan jî bi piropagendeya reş, berdewam hewla jinavbirin û reşkirina rûkê deshilata Kurdî li Başûrê Kurdistanê dane. Rejîma Îranê bi armanca rewayêdan bi wê dujminayetîkirina xwe, berdewam Herêma Kurdistanê wekî Îsraîla 2 û berhema desên biyaniyan bi nav dike û di rastaya wê hizra şerxwazane de, bi hevkariya Serokwezîrê Berê yê Îraqê, “Nûrî El-Malikî”, bi senaryoya revîndana zêdetir ji hezar kesên ser bi “El- Qaîdê” ji girtîgeha “Ebû Xerîb” a Îraqê û hevkarîkirin digel avabûna “DAÎŞ”ê, pêgeha pîlanên mezin bona jinavbirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê darêt û piştre karîn bera êrîşên “DAÎŞ”ê ji Şam û Bexdayê ber bi aliyê Kurdistanê ve biguherin.
Digel despêkirina êrîşên “DAÎŞ” bo devera Mûsil û derdora wê, me dît ku hêza bi hezaran kesî ya Arteşa Îraqê û milîsên ser bi Îranê ku Malikiyê Serokwezir Fermandeyên wan yê giştî bû, tevî amadebûna wan hemû çekên giran û tank û zirêpoşan, nekarîn di hember êrîşên terorîsî yên “DAÎŞ”ê de xwe ragirin û tûşî şikestê bûn û 1 li ser 3 a axa Îraqê bê ti berxwedanekê wekî senariyoyeke berêdariştî radestî terorîstên “DAÎŞ”ê kirin.
Dema ku hêzên “DAÎŞ”ê karin bi wan çek û cebilxaneyên zêde yên ku kevtibûne destê wan êrîşî li ser “Şengal”ê bikin û wê karesata mirovî bi ser Kurdên “Êzidî” de bînin, wê carê hêzên “DAÎŞ”ê bi handana wan ji aliyê rejîma Îranê ve, êrîşî li ser deverên din yên Kurdistanê kirin, hêza Pêşmerge Başûrê Kurdisanê, bi wan îmkanatên kêm ku hebûn, xwe rêk xistin û hêdî hêdî êrîşên despêkî yên “DAÎŞ”ê şikandin. Rast e ku di wê demê de rejîma Îranê bona veşartina şûnpêyên xwe di wê pîlana li dijî xelkê Kurdistanê û bi şandina “Qasim Silêmanî” yê terorîst û bi çend gulle top û fîşekên rizî, alîkariya pêşmerge kiribûn lê bo vê ku şika handana DAÎŞê bona êrîşkirin bo ser axa Kurdistanê li ser xwe vêde bibin.
Di berdewamiya şerê digel “DAÎŞ”ê de ku bi hezaran pêşmerge şehîd û birîndar bûn, hêzên hevpeymanan bona şer li dijî “DAÎŞ”ê ku bi serokatiya Amerîka û beşdariya çendîn welatên Ewropayê û çendîn welatên dinê pêk hatibûn, ecêbgirtiyê hêza berxwedana Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd bibûn ku wekî tenê hêviya şikandina efsaneya DAÎŞê di meydana şer de bi egîdî rol hebûn, lewma dest bi şandina hevkariya locisîkî bo pêşmerge kirin; Dema Îraniyan di Îraqî de hay jê wê yekê bûn, taqeta wan nema û bi handana dewleta Îraqê, rêgirî ji gihîştina beşeke herî zêde ya wan alîkariyan kirin ku negihîje bi destê pêşmergeyên Kurdistanê.
Ew di demekê de bû ku hikûmeta Îraqê, hemû milîsên ser bi rejîma Îanê di Îraqê de pêka yasayan wekî beşek li hêza berevaniya Îraqê erê kirbûn û mûçe bi wan re dida û bi qasekî zêde cebilxane jî xistibû ber destê wan.
Hekî Îraniyan bi rastî şerê “DAÎŞ”ê dikirin, boçi serkirdeyên “DAÎŞ û El- Qaîde” di Îranê de bêhna xwe vedidin? Bo “DAÎŞ”ê bi tenê mal û xanî û axa Sinniyan û Kurdan kawil dikirin û ew rastî karesatên mirovî dikirin? Bo dema ku hêzên DAÎŞ, nêzî Bexdayê bû rawestiyan û rû li Kurdistanê kirin û êrîş kirine ser Kurdistanê? Bo ti kes napirse ew “DAÎŞ”iyên ku Îranê bi “mecûsî” bi nav dikin, heta bo yek çirkê jî, bera tifengên xwe nedane aliyê Îranê?
Li doma dujminatiya Îraniyan digel Başûrê Kurdîsanê, piştî vê ku pîlanên “DAÎŞ”ê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine pûçkirinê, dema xelkê Kurdistanê refrandoma “serxwebûna Kurdistanê” bi awayekî serketiyane bi rê ve birin, wê carê me dît ku heman leşkerên li şer revî yên Îraqê, bi pîlana rasterast a Îranê û milîsên wê, êrîşî li ser Kurdistanê kirin û karîn “Kerkûk” û çend deverên din yên Kurdistanê ku bi cangorîkirina pêşmerge ji destê “DAÎŞ”ê hatibûne rizgarkirinê, dagîr bikin û xelkê Kurdistanê rûbirûyê çendîn pîlanên din yên herêmî û navxweî bikin. Bi alxahînî ve ku berhemanîna wan kurtefîlmaneyên ku di wê dawiyê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi tenê bona xeletandina xelkê zûbawer û xelitandina hizra giştî ye û ya “Qasim Silêmanî” yê terorîst pehlewanê têkşikandina “DAÎŞ”ê bûbe, dereveke şaxdar û dûr ji rastiyê ye.
Hekî Îranî hinde netirs in, bo tevî xerckirina bi milyardan Dolar û dabînkirina bi 10an hêzên bi kirêgirtî, heta niha jî otorîteya “DAÎŞ”ê li Sûriyê bişkênin?
Ya rast ev e ku Îraniyan nexwestine wê girûpa terorîstî ji dest bidin, ber wê yekê ku bi sedema amadebûna “DAÎŞ” li Sûriye û Îraqê, bi berdewamî hewla serkutkirin û guherîna demografya deverên “Sunnî” û bi taybet dujminatîkirin digel Herêma Kurdistanê daye.
Veşartî nîne ku di dema xwe de, ji aliyê birêveberiya Herêma Kurdistanê ve, çendîn caran û di hilkeftên cuda de spasiya tev aliyan û bi taybet bi neheqî û bi qaseke zêde jî spasiya Îranê kirine ku hevkarî gihandine pêşmerge; Lewma ez dibêjim bi neheqî, çimkî li 3 dehikên derbasbûyî de, Îraniyan bi berdewamî hewla alozkirina Herêma Kurdistanê dane û bi afrandina ftneyan, bi şandina terorîstan û teqandinan, bi şandina madên hişber û “Peresûyan”, bi şerê saybêrî û ragihandinê bona xirabkirina rûkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û birêveberên wê ber çavên xelkê, bi dorpêçkirinan û bi çendîn pîlanên cuda yên dujminatî yên din, hewla jinavbirina ezmûna Herêma Kurdisanê daye heta ku bi wê rêyê ve bi Kurdên Rojhilatê Kurdisanê bibêjin bêdeng bin, eva ew deshilata Kurdî ye ku, hûn xevnê pêve dibînin.
Bê şik, armanca sereke ya Îraniyan di wê flmê de ku hevkariya Hêza Pêşmerge kirine, kareke armancdar e û bi zanebûn û bilî şikandina kerameta netewî û serweriya Kurdistanê, ti merameke xêr di pişt de nîne. Karbidestên rejîma Îranê dibe bizanin ku bi derewkirin û gotinên bêbingeh, ne dikarin Qasim Silêmanî bikin bi qehreman û ne dikarin derbê li meznahiya xelkê Kurdisanê û qehremanetiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bidin.
Hekî rejîma Îranê bo yek rojê jî xema Kurd û Kurdistanê berçav be, bo çî hemû rojan ref bi ref xelkê Rojhilatê Kurdisanê bi kom binçav dike û ew hinde ciwanên Kurd îdam dike û kolberên reben û bê deshilat dide ber gulleyan? Bila Îranî û dujminên Kurdan alxahîn bin ku nikarin dîrok û rastiyan, bi çîrong û kurtefîlmên çewtekarane biguherin û îradeya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi ti pîlan û hêzeke dujminkariyên wan naçeme.
Kurdên Rojhilatê Kurdisyanê dibe axavtina wan rû bi rejîma terorîstî ya komara Îslamî ya Îranê be ku rojane xelkê Kurd tepeser dike, bi hezaran carê mafê mirov binpê dike û dahata xelkê terxanê berjewendiyên xwe dike û qateke taybet pê dewlemend dike; Rejîma Îranê bona veşartina wan zulm û sivikatîkirinên sîstematîk ku li xelkê dike, dixwaze ku Kurdan bi xwe re mijûl bike û di navbera wan de mijûlê şikandina hev bin, lewma gelek girîng e ku agehdarê wan pîlanan bin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark