Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezben! Ez Ji Beriya Mrdn Me!

 


Konê Re
 
  Ezbenî! Ez ji Beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me.. Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve ûnwar lê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin.. Erê, ji mêj ve gelek aristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, pêmayê xwe, op û ûna xwe li ser xaka wê hitine wek; Til Helef (Waokanî), Til Birak (Qehat), Til Bêder (Nabada), Til Erbîd (Anakom), Til Mozan (Orkê), Çaxir Bazar, Girê Êlûnê, Girê Bihemdûnê û bi sedan girên dîrokî yên din ku di Beriya Mêrdînê de belav in.


  Di ser xaka wê a dîrokî re Sobarî, Somerî û Akadî derbas bûne.. Artêên Hûrîyan, Hisîyan, Mîtanîyan û Aûrîyan erê hev kirine û tevan tovê xwe di nav xaka wê de çandine.. Li ser xaka wê, gelek caran Firs û Romê erê hev kirine û hev westandine. Di esmanê wê çemê wê dûayên xwedênasên Mîtanî û Aramiyan li hev vegeriya ye. Erê, eger Cizîra Binxetê dilê Mezopotamyayê be, Beriya Mêrdînê kezeba wê ye û ez neferek im ji vê Beriyê.
 Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav ebnem û aviya gul û kulîlkên wê de ildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin.. Bejna min bi înahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû..
 Îro, ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîanî ji dêmê wan difûre. Erê xelkên wê ji tengezarî rêyên mala xwe a dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
 Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkan li hev bîne! Kî dikare vê xaka tî, têr av bike.. û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne?!
*         *          *
  Ezbenî! Zargotina me, folklorê me bi pend û gotinên pêiyan dagirtiye. Ewên ku ji encamên serboriya hezarê salan ve, di nav civaka xelkên Beriya Mêrdînê de rûdane, baweriya gel bi wan hatiye û ji gel re bûne wek yasayan mîna: "Kesê ne kes be nab ekes, kurtanê kerê nabe etles" an "Gelekî nede ber dasê ku, das nemîne asê".
  Ezbenî! Hêjî rewenbîriya me mîna çemê Ferat, Dicle, Xabûr, Zab û Hêzil diherike.. Ava gelek rûbar, zê, kanî û cogên Kurdistanî tevlê dibe û kes nizane destpêk ji kû ye.. Belê ezbenî, îro roj, ti hêvî ji me Kurdistaniyan re nemaye ji bil ziman û rewenbîriya me û hebûna me a aristanî di nav xelkên cîhane de.. Pêdiviya me bi semyanekî rewenbîrî heye, semyanekî ku afirêner û spehî be.. Pêdiviya me bi pisporên ramyarî û rewenbîrî heye, ewên ku ronahiyê li pê gel vêxînin û gel di asoyên berfireh re derbasî pêerojên ge û rojên ayende yên xwe bikin..
  Belê ezbenî, neyar ji çar hawêr ve tixûban li ber me datîne.. rêka çûk ji ber me digire, tev derfetên bêhinvedanê bi sînor dike. Welatî jî, ji neçarî, berê xwe didin dergehên Xwedê; di sirgûn û zîvariyan de belav dibin.. Xwedê di hawara kesekî de nehatiye, aqil daye, mejî daye û ji ebdê xwe re gotiye; Rab, ez bi te re..
  Ezbenî! Dema ku ez di rewa welat û zimanê welatiyên xwe de diponijim, ji min ve diyar be ku zimanê me maka gelek zimanên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye.. Belê ezbenî, çendî em zimanê xwe bikar bînîn; pê biaxifin, bixwînin û binivîsînin, em qenciyê li xwe dikin, resenî û mezinbûna zimanê xwe diparêzin û di nav xelkên dinyayê de berz û bilind dikin.. Ezbenî! Bawer bikin, tirsa gelek dewletên cîran ji zimanê me heye..! Ji ber ku dîrok û hebûna me di zimanê me de ye.. Gelek caran, di xaka welatê xwe de diponijim û ji xwe re dibêjim; xak dayika me ye; her titê me ji xakê ye û em ê li xakê vegerin, pêwîste em li vê dayika xwe xakê miqate bin. Erê, xak dayika me ye.  
Qamilo 14/1/2021
Not: Di roja 29/1/2021ê di rojnameya Xwebûnê de li Diyarbekirê belav bûye.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark