Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ROMANA RŪMETA JINŹN KURD

 


 Lokman POLAT

Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêžerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî alfabeya latînî-kurdî ye. Di du parçeyên Kurdistanê de alfaba latînî-kurdî û di du perçeyên din de alfaba arebî / farisî tê bikaranîn.
Dewleta Iraq û Îranê alfabeya arebî bikar tîne û kurdên bažur û rojhilat hêj jî vê alfabeyê bikar tînin. 


Herçiqas alfabeya dewleta areb ya li Suriyê alfaba arebî be jî, kurdên bažurê rojavayê biçûk ê Kurdistanê xwe weke perçeyeke Kurdistana bakur dîtine û alfabeya latînî-kurdî di kovar, rojname, pirtûk, belavok û hemû cure wežanên xwe de bikar anîne û tînin.
Di hêla pêžveçûna ziman, çand û edebiyata – wêjeya – kurdî de nivîskar, lêkolîner û rewženbîrên kurd yên binxetê kar û xebatên hêja kirine û dikin. Berhemên nivîskarên kurdên binxetê berê jî û niha jî li bakurê Kurdistanê ji alî xwendevanên kurd ve têne xwendin. Nivîskarên kurdên binxetê birêz Helîm Yusiv û Jan Dost li bakurê Kurdistanê bûne navdar. Pirtûkên wan hatine wežandin û heta hinek pirtûkên wan ji alî wergêrên kurd ve li zimanê tirkî hatine wergerandin.
Pirtûkên Cigerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza û hwd, hêj jî li bakurê Kurdistanê ji nûve têne çapkirin û belavkirin. Herçiqas ew ji bakur bin jî, li binxetê jiyane û bi xebatên xwe edebiyat û siyaseta vê perça biçûk a Kurdistanê pêžve birine. Digel van nivîskaran, pirtûkên gelek nivîskarên kurd yên binxetê li bakurê Kurdistanê têne wežandin. Di rojname û kovarên kurdî yên bakur de gelek gotar û nivîsên Bavê Nazê, Jana Seyda, Cankurd, Elî Cefer, Heyder Omer, Konê Rež, Helîm Yusiv û hwd, hatine wežandin. Di hêla pêžvebirin û dewlemendiya žaxên edebiyatê, helbest, çîrok û romana kurdî de nivîskarên kurd yên binxetê gelek kar û xebatên giranbiha pêkanîne û berhemên hêja afirandine. Lewre jî wan pesnê heq kirine û divê xebatên wan bi nirx were žîrovekirin.
Romana nivîskar Vejîna Kurd a bi navê ”Rûmet” romana rûmeta jinên kurd e. Jiyan û berxweda jina kurd, têkožîna wan, serborî û serpêhatiyên jinên kurd di nav rûpelên romana ”Rûmet” de cih digre.
Vejîna Kurd nivîskara ji rojavayê Kurdistanê ye. Romana wê li rojava di nav wežanên ”Ava” de derketiye. Roman 114 rûpel e. Ew romana xwe diyariyê jinên kurd dike. Weha dibêje : ”Diyarî Bo her jinekê ku bi což, vîn û pêdariya xwe tûrikê êž  û zorkêžiyan di dawa demên xwe de qul dike û di ferhenga jiyanê de li xwe digere.. Bo her mirovekî/ê ku zengilê zanînê li darebesta jiyanê bi deng dike.. Ez romana RÛMET diyarî dikim.”
Di romanê de behsa jineka nivîskar ku navê wê Lorîn Ferzend Hiso ye, tê kirin. Vebêj ji bo nivîskar Lorîn dibêje : ” Pênûsa wê berhemdar bû. Tîp li pey tîpê rêz dikir û   bi hêsanî li ser rûpelan radixistin. Ji nav tîpan bihna nazdarî û delaliya mêbûnê difûrî, di hindurê wan de zanîn û têgihîžtina jineke Kurd vedibrûsî û di bin xêzan de jî êž û birînên curbecur dinalîn. Belê,  hemû  nivîsînên wê bi bihna jinê dagirtî bûn.  Wê  hespê pênûsa xwe li meydana wêjeyê bi zîrekî dibezand,  çîrok, pexžan û helbest dinivîsandin û li dawiya her berhemeke xwe navê xwe dinivîsand: Lorîn Ferzend Hiso.”
Li paž mêrê serketî û jina binketî kê heye? Tê gotink u li paž her mêrekî serkeftî jineke gewre heye. Û li gorê vebêjê romanê ” Li paž her jineke binketî mêrek heye. Li paž her rondikeke jinê mêrek heye. Li paž her jineke xemgîn û birîndar mêrek heye… Li paž her derd û kulekê mêrek heye. Li paž her derewekê mêrek heye…. Li paž her têkçûnekê dîsa mêrek heye...”
Di romanê de dostaniyeke baž û rasteqîn tê rave kirin. Nesrîn û Lorîn hevalên  hevûdu ne. Di navbera wan de dostaniyek, hevaltiyek baž û rastîn heye. Ew bi hevre sohbetên xwež dikin û herweha derd û kulên xwe ji hevûdu re dibêjin.
Lorîn ji Nesrînê re qala zewaca xwe dike. Di ževa pêžîn de xwîn jê nehatiye û mêrê wê jê ketiye žikê. Di rewžên weha de, žik û guman dibe sedemê gelek kirinên nebaž. Ji bo pirsgirêka bakîretiyê/keçantiyê ji ber cahilî/nezanîn  û tradisyona/kevnežopiya pažverû gelek keçên bêguneh hatine kužtin. Sohbeta di nav Nesrîn û Lorînê de bal dikžînin li ser mijarên girîng. Bi taybetî jî mijara pirsgirêkên di navbera jin û mêrî de gelek balkêž e.
Lorîn zewicandiye, zarokek wê jî heye. Lêbelê bi mere wê re pirsgirêkên wê hene. Li pêžiya wê du rê hene; yan ew ê ji mêre xwe veqete û zaroka xwe a du salî (keça wê navî Nervîn e) bêbav mezin bike yan jî dê digel hemû zahmetiyan zewacê biparêze, bidomîne.
Dema Lorîn serboriyên xwe ên di biçûkatiyê de bahs dike, bi vê hevokê rastiya jiyana keçên ku ji biçûkatiyê ve hatine tirsandin tine zimên. Lorîn dibêje :” Em ji biçûkaniyê de fêrî tirs, newêrekî û bindestiyê bûne. Ev derd û xemên ku ez îro ji ber digazim rojane gelek keç û jinên din jî ji ber dinalin. Lê her yek di hindurê xwe de bi agirê wê dižewite. Dema  ku  bayê hov toza raketî ji ser giyanê westiyayî hižyar dike comerdiya rondikan sûdê li jinan nake.”
Navê keça Lorînê Nervîn e û nave mêre wê jî Žêro ye. Mêr zilamekî bi eks e, li hemberê Lorînê xwe biçûk, binketî dibîne û lewre jî probleman/pirsgirêkan derdixe, di nav male de tehm û hizûr nahêle, eksê Lorînê diçe. Di nav male de, dema di nav jin û mêrî de xalên hevbež tunebe, pirsgirêk zêde dibin, tehm û hizûra nav male namîne.
Di romanê de trajediya evîndaran, drama Bêrîvana evîndar û bi destê birayê wê kužtina wê, trajediyek e. Adet û toreyên kevnežopî û dozen xwînî ên ji hevûdu mêrkužtinê û dijîtiya di nav êl, ežîr û malbatan de gelek zirar dide civatê û dibe sedemên bûyerên trajîk.
Di romanê de romannivîser çîroka zewaceke bi pirsgirêk, nakokiyên di nav jin û mêrî de gelek baž û bi balkêžî rave dike. Vebêj behsa malbata Žêro dike. Malbatek nezan, partîarkal, mêrekî zilimkar û jinek belengaz. Diya Žêro nave wê Henê ye û bavê Žêro nave wî Seydo ye. Diya Žêro ji bavê wî gelek ditirse. Žêro di nav malbatek weha de mezin bûye û ew jî dixwaze ku jina wî jî ji wî bitirse.
” Dayika Žêro li hember stema hevjînê xwe tim melûl, bêdeng û sawgirtî bû. Tižtek ji dest wê dernediket ji bilî herikandina lehiya hêsiran. Çendî Žêro dixwest wa comerdiya hêsiran li ser dêmên Lorînê jî bibîne û tîpên tirsê di çavên wê yên rež de bixwîne, lê tucarî ew hêviyên wî bi cih nedihatin!”
Di romanê de žîroveyên baž û di cî de, di derbarê mijara zordariya ku li dijê jinan tê bikaranîn tê rave kirin. Di rûpela 40î de reng û žêweyên zordariyê weha tîne zimên. ” Žêweyên zordariyê pir in wek lêdan, kužtin, destdirêjiya seksî, bazirganiya jinan, zewaca bi darê zorê, sinetkirina jinan, recm...... û hwd. Lê em kanin bêjin ku ew hemû tên ser yek wateyê, ew jî bikaranîna hêza govdeyî, aborî û derûnî li dijî jinê. Ew çandeke ku mafê wekheviya jin û mêran mikûr nîne û rê li pêž bindestkirina jinê vedike. Belê, îro di sedsala bîst  û  yekê de jî, hîn li gelek welatan jin di warê raman, vîn û fîzîkî de rastî zordarî û destdirêjiyê tê, di bin navê adet  û baweriyên kevnar û asayê de li ser wê hîn pîvanên pažverû tên ferzkirin. Eger em bûyerên kužtinê "wek nimûne" bižopînin, emê bibînin ku mêr ji aliyê kesên biyanî ve tên kužtin, lê di heman demê de jin ji aliyê hevjînê xwe yan bav û birayê wê ve tê kužtin. Li ser erdnîgariyeke gelek fireh ji Efrîqya ta Kurdistanê herroj bi dehan jin jiyana xwe bi dawî dikin, an tên kužtin..” Lorîna nivîskar derbarê mijara zordestiya li ser jinan gotarek dinivîse û ji rojnameyeke kurdî re dižîne.
Di romanê de dramayek din jî hevûdu berdan, ji hevûdu cihêbûna Nesrînê û mêrê wê ye. Nesrîn pižtî zewicandina žež salan, neçar dimîne û ji mêrê xwe vediqete. Sedemên hevûdu berdana Nesrînê ji mêrê wê, bila wek meraq bimîne. Hêvîdarim xwendevan meraq bikin û herine pirtûkê/romanê bikirin û bixwînin.
Belê Lorîn nivîskarek jîr û zîrek e. Pênûsa wê xurt e. Ew pirsgirêkên civakê yên bincilkirî derdixe holê û li çareseriya wan digere. Lêbelê gelo ew dê karibe pirsgirêka xwe a malbatî re çareseriyek bibîne?
Di pirsa newekheviya jin û mêran, zilma li ser jinan û sedemên vî tižtî, Lorîn bi hevokek sîtem ji Xwedê/a re dike, bi heq wî/wê tawanbar dike û dibêje ew sucdar e. Bi rastî jî nexwe li gor olên semawî hertižt di destê Xwedê/a de ye û bi emir û fermana wî/wê pêk hatiye û pêk tê, nexwe ew bê dadî/bê edaletî ye. Lorîn weha dibêje : ” Ger Xwedê di pirtûka xwe ya pîroz de mêr di ser jinê re negirtiba û Hewa ji pêsîrên Adem çênekiriba ji zû de stema nêran li ser mêyan nedima. Ger Xwedê bi stemê qayîl nebûba ewqas keç û jinên bêguneh salane di bin durižma žeref û rûmetê de nedihatin kužtin!”
Jina kurd bextrež e, di bin zilma mêrî de, di bin zilma malbatê de dinale. Adet û toreyên heyî, tradisyon/kevnežopiyên civakî hemû li hemberê jina kurd e. Di romanê de helbesteke bi 3 rêzan rastiya žêrînî û bextrežiya jina kurd tîne zimên.
”Ka çayekî dagire saqî
Bila wek jina Kurd žêrîn
Û wek bextê wê rež be.”

Di romana Vejîn Xanima hêja de rûmet û bê rûmetiya jina kurd bi zimanekî edebî û bi žêweyeke hunerî tê rave kirin. Û herweha di romanê de rewža jina nivîskar û aloziyên ku li pêž wê derdikevin holê jî tê qal kirin. Žîrove û nirxandina vê mijarê bi žêweyeke zanîstî ji xwendevanan re tê pêžkêž kirin.
Ramanên zingargirtî, kevnežopiyên nebaž, adet û toreyên kufikî di mejiyê mêrên kurd û herweha bi gelemperî di mejiyê mêrên rojhilata navîn de cih girtiye. Pažvemayina civakî, newekheviya jin û mêrî, zilma li ser jinan dibe sedemên gelek bûyerên dramatîk û trajediyê.
Malbata Žêro bi adet û toreyên kevnežopî ên nebaž ve girêdayiye. Žêro jî Xwedêgiravî xwenda ye, siyasî ye, di partiyek kurd a siyasî de dixebite, di civînan de doza vekhevî û demokrasiyê tîne zimên, lê di malê de wek pažverûyekî dera hanê ye. Hevalê Karl Marks, Fredrîk Engels dibêje : “Hinek kes li derve sosyalîst in û li male feodal in.” Žêxo jî kesekî weha ye.
Serlehenga romanê Lorîn Xanim e. Min ji kesayetiya wê hez kir. Ew mamoste ye, nivîskar e, rewženbîr e û xwedî žexsiyeteke cuda ye, kesayetiyeke zana ye. Ew di perwerdekirina zarokan de girîngî dide ziman û rastiyên zimên pêžkêž dike.
Zimanê kurdî nasnameya netewa kurd e, hebûna kurd e. Dewletên dagirker dixwazin kurdan asîmîle bikin, zimanê wan bidine jibîrkirin û bi zorê wan fêrî zimanê dewleta xwe a fermî bikin. Lehenga romanê Lorîn dibêje: “Li vî welatî ken û girî bi Kurdî xwež in, jiyan û mirin jî bi Kurdî xwež in. Celadet Alî Bedirxan dibêje: Yan fêrî zimanê xwe bibe yan jî nebêje ez Kurd im. Xwendin û nivîsandina bi Kurdî bo me žanazî û serbilindî ye ji ber ku zimanê me hebûn û nasnama me ye. Neyaran ew li me qedexe kirine û  di bin darê zorê de me fêrî zimanekî biyan dikin. Mebesta wan ew e ku zimanê me ji holê rakin û me tune bikin. Wan Kurdistan kirin çar perçe û dixwazin mejiyê me jî bikin çil û çar perçe. Lê ew nizanin ku vîna kurdan ji pola ye û heya zimanhezên wek we hene zimanê me dê tim gež be.”

 

Di romanê de pirsgirêkên bûk û xesûwê, nakokiyên di navbera wan de tê qal kirin. Wek tê zanîn hinek îstîsna ne tê de, bi piranî bûk û xesû ji hevûdu hez nakin.
Çîroka drama Žêrîna çardeh salî ku kurê apê wê tecawizê wê dike, mirov gelek xemgîn dibe.
Dema xwendina mirov ber bi alî dawiya romanê ve diçe, mirov dibîne ku nakokiya di navbera Lorînê û mêrê wê Žêro de her diçe zêde dibe. Di nav malê de hizûr namîne û Žêro bi Lorînê re xiyanetî dike, diçe cem jinên lažfirož ên kedkarên seksê û bi wan re pevžabûnên seksê pêk tîne. Ev tižtên nebaž ên Žêro dibe sedem ku ew li pêž çavên Lorînê dibe marekî rež. Lorîna ku bi keda mejî, bêxewmayîn, bi zahmetî rûpelên romanek xwe dadigre, ango romana xwe bi destnivîs li ser kaxiz dinivîse, dema ew ji malê derdikeve û diçe dibîstanê, mêrê wê Žêro destnivîsên rûpelên romanê diqetîne û diavêje nav agir û dižewitîne. Nakokiyên malbatî, pirsgirêk, pevçûn û devjeniyên nav malê, hesûdiya xesûwê dike ku psîkolojiya/derûniya Lorînê xirab dike. Ew diçe cem doktor/bijijk û jê re dibêje : “Ez ji jiyanê westiya me.”

Di romanê de diyalog, bi hevûdu re axaftin gelek in, lê taswîr hindik in. Divê romannivîser Vejîn Xanim di nivîsîna romanek nû de girîngî bide ser taswîra tižtan. Di romanê de digel kêmaniya taswîran kêmaniyek din jî ev e; dema ku Žêro destnivîsên romana Lorînê diqetîne û diavêje agir, pažê Lorîn çi reaksiyon nîžan dide? Lorîn ji bo žewitandina destnivîsa wê bi Žêro re pev diçe, žer dike yan na? Ev nediyar e. Ev mijarek girîng e û divê bihatana qal kirin. Lê çi heyf ku nivîskar di ser vê bûyera girîng de çil daye û qet diyar nekiriye, nedaye nîžandan ku Lorîn çawa pê hesiyaye, helwesteke çawa wergirtiye?
Di encama romanê de, di rûpela 100î de diyar dibe ku Žêro nokere, sîxurê dewleta dagirker e. Lorîn axaftina Žêro ku agahdarî dide zilamê dewletê dibihîse û jê re dibêje : ” Hemû kiryarên te yên kirêt min bincil dikirin lê hema nokerî karê nerind û nemirovan e. Karekî wisa tucarî nayê daqurtandin. Kesê ku welatê xwe û miletê xwe bifrože bêguman ewê jina xwe jî bifrože.”
Žêro rojeke jineka xwefirož a kedkarê seksê tîne malê û pê re seks dike. Lorîn tê malê û wan dibîne, wêneya wan dikžîne. Di rewžeke weha de li pêžiya Lorînê (û bi gelemperî li pêžberê tevahiya jinan) du rê hene. Yan dê xwe jê bide berdan, ji hevûdu veqetin û yan jî dê tižtên dîtiye ango kiryarên mêrî binax bike û kesekî pê agahdar neke. Gelo Lorîn kîjan rê hildibijêre? Ez ê bersîva vê pirsê jî wek meraq bihêlim ku kesên vê gotara min a nirxandinê bixwînin herin vê romana hêja bikirin û bixwînin.
Di romanê de çîrokên serpêhatî û serboriyên gelek jinên kurd û jineka areb a nebextewar, jinên ku di bin zilm û lêdana mêrî de ne tê rave kirin. Nivîskarê navdar Tolstoy di berhema xwe a bi navê ”Anna Karenîna” de dibêje : ”Malbatên bextewar, mesûd dižibine hev. Lê, çîroka her malbatek nebextewar cuda ye.” Di romana ”Rûmet” de ev cûdabûyînên nebextewariya malbatan hene.
Romannivîsera kurd Vejîn Xanimê di vê romana xwe a hêja de nebextewariya jinan, bêrûmet kirina wan û li hemberê bêrûmetiyê rûmeta jinan a rasteqîn bi lênêrîneke objektîv žîrove kiriye û pêžkêžê xwendevanên kurd kiriye.
Bersîva romaneke baž çawa ye? Zahmet e. Bersîv li gor kesan, xwendevanan, rexnegiran û zanyarên wêjeyî digehure. Her xwendevan wekhev li romanê nanêre. Romanek ji bo hinek xwendevan baž e, serketî ye, ji bo hinekan nebaž e. Lênêrîna min û a yekî olperest, mihefezekar ne wek hev e. Li gor min, ango li gor bîr û raya min, bi nêrîn û ramanên min romana Vejîn Xanimê romaneke baž e, serketî ye.
Derbarê romana Vejîn Xanimê de, wek gotina dawîn ez vê bibêjim; Ev roman li ser pirsgirêkên jin û mêrî, nebextiyariya malbatî, êžên ku jin dikžînin hatiye afirandin.
Di romanê de jiyana kambax a bi derd û kul, bi êž, birînên jinên nebextiyar bi žêweya hunera romanê tê rave kirin. Roman hêjayê xwendinê ye û bi taybetî jî divê keç û jinên kurd wê bixwînin.
Destê Vejîna Kurd ter be ku wê bi afirandina vê romana hêja romana kurdî û herweha pirtûkxaneya kurdî dewlemend kiriye. Romanek wê a din jî heye, navê wê ”Hawarine Efrînî” ye. Du pirtûkên wê ên helbestan hene, navên wan “Xewnên Elendê” û “Gulîstan pîr nabin” e. Pirtûka wê a kurteçîrokan jî navê wê “Pencereyên Êžê” ye. Bi hêviya berdewambûna afirandina berhemên edebî, wê ji dil de pîroz dikim.


Nīže:



 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark