Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Komara Kurdistanê çi peyamek bo me li pey xwe bi cî hêlaye?

 


Nûredîn Sofîzade

Îsal 75 sal bi ser avakirina Komara Kurdistanê re derbas dibe ku ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistanê û bi pêşengî û serokatiya rêberê wê Hizbê Pêşewa Qazî Mihemed ve di ser parek ji axa Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin, ku navenda wê anku paytexta Komara Kurdistanê jî bajarê Mehabadê bû.

Di dîroka xebata rizgarîxwaziya netewa Kurd de eva yekem dewleta serdemiyane û modern a Kurdan bû hate avakirin ku hemî pîvanên dewletdariyê bi xwe ve girtibûn.


Hekî çi rûberê cografiyayî ya wê Komarê gorî rûberê axa Kurdistanê gelek biçûk bû û tenê di ya ji 4ê ya axa Rojhilatê Kurdistanê bi xwe ve digirt, lê di warê hest û tehsîb û xwedîjêderketinê ve hemî cografiyaya Kurdistana mezin bi xwe ve girtibû û ji her sê perçên dinê a Kurdistanê, gelê me ev destkevt bi ya xwe dizanîn û erkê xwe dizanîn ku jê xwedî derkevin, her Kurdekî rizgarîxwaz û xwedî îrade ji perçên dinê ve hem bo beşdarî di cejna ragihandina Komarê de û hem bo parastin û xizmetkirina wê berê xwe dane Mihabadê.

Bo mînak hêza Pêşmergên teyar û xwedî ceribandin a Barizaniyan bi serokatiya nemir Mela Mistefa Barizanî, sedan şoreşvan û xwedî şopa Şêx Ubeydullah Nehrî, ji deverên Şemzînan û hekariyê bi serokatiya Seyîd Teha, dehan xebatkar û rewşenbîr ji Rojavayê Kurdistanê, dehan rewşenbîr, helbestvan, nivîskar, efserên Kurd yên di nava Artêşa Îraqê de, ji Başûrê kurdistan, pêla hezaran kesiye xortên welatparêz ji wan navçên Rojhilatê ku deshilata Komarê negîhabû wan deran weke Îlam, Kirmaşan û Sinê, hemiyan bera xwe dane Komarê û bona xizmetkirin bi Komarê û hivîdarbûn bo ewê ku di pêşerojê de belkî bikarin rûberê Komarê berfireh bikin, kevtine kar û xizmetiyan.

Di vê derheqê de ger em ji vê hestê û xwedîderkevtin ji wê destkevta Kurdan di parek ji axa kurdistanê bifikrin, ew dikare bo me yên îro û nivşa nû ya xebatkarên Kurd re bibe peyam û dersekî mezin.

Ew peyama çiye û çi dibêje me û riha wan kesên ku di avakirin û xizmetkirina Komara Kurdistanê de bandor hebûne çi ji me dixwaze, ger em şopênerê rê û rêbaza rastîn a Komarê bin?  

Berî her tiştekê ew peyama yekîtiyê dide me, me bas kir ku çawan ji her çar perçên Kuristanê, welatparêzên Kurd bona parastin û xizmetkirin bi komarê xwe erkdar zanîne, erê gelo îro meyê Kurd zêdebarî ewê ku mixabin her perçekirî mane, heman tehsîb û hest heye ku di kîjan perçê de destkevteke Kurdan hebe, amade bin bi dil û can xwe parêzvanê wê destkevtê bizanin?

Bê goman ger rastî tehl be jî, em bi cesaret ve dikarin bêjin bersiv nigatîv e, nexêr ne! hest û tehsîba me Kurdan gelek lewaz e, bo mînak ger em amajê bi destkevta Kurdan li Başûrê Kurdistanê bikin ku bi hemî kêmasiyên xwe ve dewleta Kurdane û dikarim îdia bikim Komarekî dinê a kurdistanê ye, me heta niha xwe erkdarê parastina wê zaniye?

Bê goman ne, tenê ew heste gelek kêm bûye, mixabin gelek caran ava hin kes û aliyan bi ava dijminan re di cokekê de diçe û cehda têkdana û nehêlana wê destkevtê jî didin.

Lê eva cihê serbilindiyê û cihê şanaziya şopînerê rastîn yên armancên Komarê eva ye ku aliyê kêm Rojhilata Kurdistanê û bi taybetî Partî a damezrênerê Komarê anku Hizba Demûkrat gorî şiyana xwe, xwe pêbend û sozdarê wê peyama Komarê zaniye û bi kiryar jî bo parastina destkevta Kurdan li Başûr gelek nirx daye ku ez naxwazim di wê nivîsênê de basê wan bedelan bikim.

Peyamekî dinê ku Komara Kurdistan piştî xwe bo me bi cî hêla ye ev e ku, bi bê berçavgirtina ku kanê kê xelkê kîderê û ji kîjan perça Kurdistanê ye û ser bi kîjan aliyê ye, beşdar dike di nava birêveberiya erkê destkevt û dewlata Kurdî de, daku ew yeka bibe sedemê çêkirina yekîtiya netewî û her aliyek xwe erkdar û xwediyê destkevtê bizane û amade be bi her nirxekê biparêze.

Em dizanin ku Komarê ew kare dikir daku bingeha dewletek qahîm dabinê ku ya hemî netewa Kurd be, ne destkevt û dewleta perçekê yan navçekê, yan Hizb û saziyek siyasî.

Her lewma em dibînin ku di demekê de ku Komara Kurdistanê ji aliyê hizba Demokrat û rêber wê hizba Qazî Mihemed ve tête avakirin, lê qet Hizba Demukrat xwe xwediyê wê destkevtê nezaniye, belkî wisa dizane ku şanaziyek mezîn bi dest xistiye ku kariye destkevtekê bo gelê xwe bi diyarî bîne û bike milkê hemî Kurdan, yan Hizaba Demokrat di heyamê temenê pirserweriyê ya Komara Kurdistanê de, qet cehada qorixkirina hemî deshilatê bo xwe nedaye. Belkî bi berevajî aliyên cor bi core erk û birêvebirina dewlata Komara Kurdistanê, spartiye kesên lêzan û xwedî bandor, bi bê berçavgirtina ewê ku ew kese kê ye û xelkê kîjan perçe û navça kurdistanê ye.

Bê goman peyam û ders û şîretên ku ji Komara Kurdistanê bo me mane gelek in.

Ez hivîdar im ku em xwe erkdar bizanin ku wekî şopînerekî emegdar ê rêbaz û armancên Komarê bo gihîştina bi hemen nirx û destkevtên hevşêwe yên Komarê pêngavan bihavêjin.

Bi hilkefta 75`emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, ez pîrozbahiyê dibêjme hemî gelê Kurd, malbatên serbilind ên şehîdan û hemî xebatkar û domderên rêbaza Komara Kurdistanê û Pêşawa Qazî Mihemed.

Bi hêviya bidestvehatina ji nû ve armancên Komara Kurdistanê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark