Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Nêrîna herdû nivîskar Xalid Mihemed û Ferhan Meriê li ser rojnamegeriya kurdî

 

Nerîna nivîskar Ferhan Meriê


Berî her tiştî em sipasiya we dikin û herweha em di vê rojê de jî cejna miletê kurd bi teybetî pîrozdikin, rewşenbîran, nivîskar û rojnamevanan, û çi kesê ku gotinek di ber rojnamegeriya kurdî de dayî .


Bi rastî di vê rojê de em dixwazin pêşiyê li ser rojnamegeriya kurdî bi sekinin, halê wê, rewşa wêna çawe ye, berî ku em bersiva we bidin, emê basa kesê ku pêşî ev rê qelaştî bikin. belkî xwendevanên kurd tev jî vê dîrokê nasdikin, lê em ji bîr nakin û bejna xwe ji wan re di tewînin ku ewan rojnama pêşî derxistin, di demeka wisa reşayî de jî , dema nexweşiyê de, dema sultanan de, dema sultan EbdulHelîmê diduyê de,di wê demê de Miqdad Medhet Bedirxan, Ebdulrehman Bedirxan, ez di karim bêjim malbata Bedirxaniyan bi tevayî ew malbata rojnamegeriya kurd ya bi rastiye. di bêjin Heleb peytexta çanda Eslamiye, ez di karim bê dudilî bêjim ku malbata Bedirxaniyan malbata çanda kurdî ye em xwe ji wan re di tewînin û çi kesê ku di ber rojnamegeriyê de kirî, kesê ku malê xwe dayî, canê xwe kirî gorî û kar di ber de kirî em dîsanê bejna xwe ji wan tevan re di tewînin .
Îro roj dibêjin dem serdema şoreşa gihandinê ye, pêzanîn û entirnêtê ye, dunya bûye gundekê piçûk, em di mala xwe ya piçûk de, em dunyayê tevî dibînin, û çi çê dibê di dunya yê de em dibihîzin .
Lê eger em werin û li halê xwe vegerin, ka em di çi warî de ne, em gelekî qelsin, gelek kêmasiyên me hene di aliyê rojnamegeriyê de, mixabin hê rojnamegeriya me ji ya nivîsandî bi tenê der neket ye . gotin lazime di kêlîka xwe de bi gihê mirovan, lê em bi heyvan li benda wê di mînin ta ku dighê me hingî çi ji qîmetê wê re na mîne û cih jî nagirê, divê nûçe û pêzanîn di dema xwe de bigihê xelkê, her heyîv rojnamek kurdî der di keve dibe nêrîna mirov ya siyasî tê de tê xuyakirin ,her piştî heyvekî, ew bêhtirî caran der nakevê jî, eger derkevê jî dibe ku gotina wê pîrbûye .
Ez di xwazim di vê rojê de li ser rewşa rojnamevaniya kurdî bi axivim, pêtviye ku ji vî warî derkevê, .
Wexta ku Miqdad Bedirxan derxist û sultan Ebdulhemîd ne hişt gotina wî derkevê .
Îro jî sultanek heye nahê gotina me derkevê , dîsa ew sultane di bêjê ez qebûl nakim derkevê û hûn gotina xwe bêjin, helbet dîrok xwe bi rengekê dî di vegerîne, carekî bi mesqere û carekî bi mehzele, sultan sultane û her qurbanî gotine, gelek caran gotinên me tên binpîrkirin di vî welatî de,lê gorî şiyan û emkaniyetên xwe em xwe ji hişmendiya xwe ya hizbî berteng xelasbikin, em ji gotina partiya yek derkevin û ji serokê yekimîn rizgar bibin, emê hingî rojnamevaniya xwe pêşvebidin. ez sipasiya we dikim .
kesên ku bivê rojê jî rabûne ez sipasiya wan dikim….kîbin….çibin…….

nerîna nivîskar Xalid Cemîl Mihemed

Gelekî sipas, em di Karin bi kurtî bêjin li ser rojnamegeriya kurdî li Sûriyê bi teybet û bi gelemperî li tevaya kurdistanê, an jî yên li Ewropa jî kar di vî warî de dikin.
Gelek piroplêm di devê rêya serketina vî karî de heye, çimko pisporî di warê rojnamegeriyê de li cem me tûne ye, tişta ji me re gerek ew pisporî ji me re çê bibe ,de qene em bi zanibin ka kî dikarê karê rojnamegerî bi serî bikê .
Ne her kesê ku helbestê di dinvîsînê di karê di vî warî de bi xebite û kar bike.
Her li cem me yê ku helbestê dinivîsînê yan çîrokê, yan jê romanê dinivîsînê, yan yê di warê wênekêşiyê de di xebite û yê di warê lêkolîna de kar dikê her di wê demê de ew bi karekê dî jî di rabe di kêleka vî karî ew jî karê rojnamegeriyê ye, her ez di bînim ku ev şaşîtiyek mezine. tişta ku ji me re girîng em kesin pispor di karê rojnamegeriyê de li cem xwe peydadikin ,
ev yek, ya di duwan asta nivîsandinên ku di rojnamegeriya kurdî de der dikevin, çi yên bi Erebî tên nivîsandin yan jê yên bi kurdî, astekî nizme û qelse . helbet hin ji wan nivîsandinan baş hene, gotarin baş, mijarin baş tên nivîsandin, û di wan de derbasdibin, lê bi gelemperî em di bînin qelis bûnek tê de heye ne bi kûrahî derbasdibin, wek di bêjin şêkirin anko tehlîl di hundirê wan gotaran de peyda nabin di nav rojnamên me de ev jî vedgerê qelsbûn di zimanê Erebî de yan jê yê kurdî de .
Yek din ev nivîsandinên me tiştê ku tê pelandin nivîskarên me xwe nawestînin di warê ku tê de kardikin û tê de di nivîsin, her yek tê li ser sînema di nivîsînê, pişt re tê rojek din li ser helbestê di nivîsînê û piştî wê di rojnamegeriyê de, xwe tê de nawestînin û mijarên ku tê de di nivîsînin gelekî bi karibin tehlîl bikin .
Li ser rewş rojnamegeriya kurdî ez di karim vêna bêjim . lê tiştekî di jî heye ji me re enternête,enternêt ji me re bûye serêşek mezin çimko erzanbûn ketiye di nivîsandinên me de bi rêya enternêtê, em di xwazin nivîsandin buha bibin, nerexdariyek ji wan re peydabibe, ev nerexdarî dîsa tê bi bêhinferehî di belevkirinê de û ji ber pir nivîskarê me di vî warî de  bi şaşî bazide
Yek tê gotarekî bi taştê re di nivîsînê, yek dî bi firavînêre û yê dîtir bi şîvê re di nivîsînê .
Ev pir bûna belavkirinê jî me têxê gelek kêmasî û şaşiyan de, ev bazdana bi lez û bez bi dûv nav de, bi dûv navdariyê de, serêşekî ji me re çê dike, tiştê ji me re gerek em tiştekî hêja, çak û pak pêşkêşî miletê xwe bikin, pêşkêşî xwendevana bidin .
Her gava ku ez salê gotarekî baş bi nivîsînim û wê pêşkêşî xwendevanan bikim,her wê ew gotar semyanekê hêja û baş bê ji mirov re û wê cemawerekê baş ji mirov re bînê, lê dema ez rojê du gotar û sê gotaran jî binivîsînim ku qelsbin û miqdariya wan kêm bin, helbet wê tu havilî jî jê re tune be. ez di karim vê bêjim di vî warî de û dawiyê ez sipasiya we dikim …………

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark