Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Helbestvan Mizgîn Hesko yekek ji baştirîn dahênerên helbesta hevçrx û nûjen hate pejirandin.

 


Di pêşbaziya baştirîn deqên nûjen de, ku ew salane ji aliyê pirtûkxaneya Frankfurtê tête lidarxistin û ji aliyê desteya birêvebir a buroya pirtûkxaneya Frankfurtê hate ragihandin ku êdî yekemîn  helbesta helbestvan û nivîskara kurd Mizgîn Hesko bi Elmanî :
(Corona und die Engel unter uns ) weke yekek ji baştirîn deqên nûjen ( Neuer Lyrik. Zeitgenössischen Gedicht ) hate pejirandin.
Herweha helbestvan Mizgîn Hesko weko yekek ji baştirîn dahênerên helbesta hevçrx û nûjen hate pejirandin.
Heman helbesta pejirandî,  dê di pirtûka deq û wêjeya nûjen de ku ji aliyê Pirtûkxaneyê de tête amadekirin û arşîfkirin dê cî bigire.
Hêjayî gotinê ye ku pirtûkxaneya Frankfurtê û li gel pirtûkxaneya şarê Viyanayê, pirtûkxaneya neştimanî a Swîsrayê, pirtûkxaneya neştimanî a Fransayê û pirtûkxaneya Congress a neştimanî li Waşintonê weko navdartirîn pirûkxaneyên cîhanî ne ku bi karên weha radibin tên pejirandin.


Corona und die Engel unter uns.                 ( Gescenktext von Mizgin Hesko)

Damals dachte ich
Die Engel
Seien oben
Im Paradies
Unweit von Gottes Thron.
An Blüten reichen,
Der weite Strand voller Wein
Erfreuen sie sich am Sonnenschein
Goldene Locken, rote Wangen.

Jetzt sind sie unter uns
Heben die Kranken
Keine Angst, keine Schwäche
Voller Liebe und mit erblindetem Herzen.

Sie weilen unter uns
Weinen unsichtbare Tränen
Zwischen Wellen der Angst
Beten sie für uns.

Aus der Aura Gottes entstanden
Geschöpfe
Lass Gott seinen Plats im Himmel
Wie auch immer
Ihr Gott nennt

Schaut doch unter uns!
Wie Kerzen,
Erleuchtung in der Dunkelheit
Leuchttürmer,
Wegweisend über des Meer
Der Verzweiflung.



21.März 2020.



Korona û Firişteyên li nav me.          ( Helbest bi kurdî ji aliyê Mizgîn Hesko)


Berî niha
Min digot:
Firişte
Tenha li jor in
Li Buhiştê ne
Nêzîkî textê Xwedan
Û li hawîrdor in.
Kulîlkan bîn dikin
Û li beravên dagirtî Mey
Xwe didin ber rokê
Por zêrîn û dêm sor in.


Lê niha
Wan li jêr
Li nav me dibînim
Nexweşan hildigirin
Natirsin, zîz nabin
Bi hezkirinê dagirtî ne
Dil kor in.

Firişte ne
Li hawîrdora me
Firmêskên nedîtber dibarînin
Di nav pêlên metirsiyê  de
Her çirkeyekê
Nimêjên jiyanê dixwînin.

Firişte ne
Ji ronahiya Xwedan in.
Xwedan li jor bihêlin
Navî wî çi be, bila bibe
Û li jêr..
Li nav me binerin
Firişte ne
Şemalokên di tariyê de ne
Çiradankên ku di deryayên bê çar de
Rê naşî me dikin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.6
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark