Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ûsivkê Çelebî û Strana Kirîva Hinê

 


Konê Reþ

  Nizanim çima vê Beriya Mêrdînê, bela xwe di min de daye.. an min bela xwe tê de daye?! Em herdu bi hev re hatine girêdan û qederê em li hev banandine.. Qey qedera bav û kalên me ye ku ku ji sedê salan ve hêlînên xwe li ser xaka wê avakirine û ji wan re bûye xweþ germiyan û çiyayên wê jî ji wan re bûye xweþ zozan. Herwiha, ji mêj ve keleha Mêrdînê wek hêlîna teyrê Baz, di navbera Zozan û Deþtê de zêrevaniya wan dikir..


Qey qedera min e jî ku ez li gundekî Briya Mêrdînê çêbûme û min hezêkiriye.. jixwe Nisêbîna ku dergehê derbasbûna Beriya Mêrdînê ye ji Rojhilat ve, wek benderekê ye di navbera çiyayê Omeriya û Bagokê de ji rexekî ve û Beriya Mêrdînê û Beriya Aþîta (Sinceqa Xelef Axa), ji rexekî din ve.. Herwiha çemê Ceqceq di orta Nisêbîn û Qamiþlo re ber bi Baþûr ve diherike û dibe wek sînorekî sirûþtî di navbera herêma Aþîtan ji Rojhilat ve û Beriya Mêrdînê ji Rojava ve.
  Nisêbîn, ev bajarê ku di heyamê berê de, bi xelkên xwe ji Cihûyan, Xiristyan, Êzidiyan û Misilmanan pêk dihat.. Û tevan bi zimanê Kurdî xeber didan; zimanê Kurdî, zimanê bazirganî û danûstandina xelkên wê bû.. digel ku zimanê Kenîs û Dêrê yên cuda jî hebûn.. Di nav wê mozayîka netewî û olî de, hezkirinê jî rola xwe di vî bajarê Beriya Mêrdînê de lîstiye.. Ji wê hezkirinê bi min xweþ e ku ez hezkirina Ûsivkî Çelebî û Hina Cihû ji we re raxînim ber çavan. Dibe ku hezkirina wan bi rengekî cuda be ji hezkirinên din yên ku di Beriya Mêrdînê de rûdane wek: hezkirina Derwêþê Evdî û Edûla Zor Temir Paþayê Millî û hezkirina Mihemed Axayê Deqorî û Zerga Evdî..
  Ûsivkê Çelebî hem dengbêj, helbestvan û misilman bû û evîndara wî Hinê, bi ola xwe Cihû bû.. Belê wek ku diyar e, evîndarî sînorên ol û netewiyê nasnake, di ser wan re derbas dibe.. Di encam de wê hezkirinê de Ûsivkê Çelebî ev strana ku li ber govend û dîlana kurmancî tê gotin û reqisvanî bi gerimbûn, xwe li ber dihejînin, li ser eþqa xwe û evîndara xwe Hina Cihû gotiye.
  Min ev gotinên strana wî ji ber dengê þagirtê wî Hizniyê Selîm girtiye:
Nisêbînê bi qijle ye, lê lê kirîvê
Bi Qurana li mala me ye, lê lê kirîvê
Bi Tewrata li mala we ye, lê lê kirîvê
Rêka xas û am tê de ye, lê lê kirîvê
Dilê me di hev de heye, lê lê kirîvê
Gundî û maliya çi ji me ye, lê lê kirîvê
Huryeta me ji me re ye, lê lê kirîvê
Bi Xwedê tu kirîva min e, lê lê kirîvê
Her kes ser dîne xwe be, lê lê kirîvê
Ji vir heta talya dinyê kirîva mi lê Hina..
*         *          *
Nisêbînê li ber avê, lê lê kirîvê
Qîz û xorta daye navê, lê lê kirîvê
Gewra mi, bejin ziravê, lê lê kirîvê
Girav avêt ser kendavê, lê lê kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê
Serê mi here ber celadê, lê lê kirîvê
Fermana am li mi rabê, lê lê kirîvê
li ser serê min gerya be, lê lê Kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê
    *         *          *
Nisêbînê bi dikan e, lê lê kirîvê
Sîng û berê te zozan e, lê lê kirîvê
Sîng û berê te zozan e, kirîva mi lê Hina
Alîk deþt e yek zozane, lê lê kirîvê
Delala dilê min nezan e, lê lê kirîvê
Terka kirîva xwe nakim, lê lê kirîvê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark