Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beşek ji pêşgotina vê pirtûka min; Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan

 


 Konê Reş

  Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek şaristanî têre derbas bûne û her şaristaniyekê bermayê xwe, şop û şûna xwe lê hiştiye. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye (Orşelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarkî Kurdî yê orjîmal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarşiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.
  Jixwe, wek ku di nav kurdên herêmê de belav e, ev efsaneya devikî tê gotin; piştî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan ango Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîrê bi cih bûne.


Di pişt re gelek ji xelkên wê di cîhanê de belav bûne.. Dibêjin dema ku keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), ango keştiyê wî cihek ji xwe re dît.
  Di Quranê de jî hatiye: (We estewet e`lell Cûdî), ango keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye.. Jixwe kurd dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li kûpekî çiya ketiye û kunek têde vebûye. Mar xwe kiriye gulofîtekek û ew kun girtiye, da ku av nekeve keştiya wî de..
Herwiha dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe şaxek ji dara zeytûnan wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re biriye û ji wê hingê ve Kevok û şaxikê Zeytûnê bûne sembola Aşîtiyê. Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku wê hinge, dinya ji nû ve, careke din hatiye ava kirin.  

 

  Dema ku Nûh û her heştê (80) hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuya ye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye ava kirin û destpêkê jêre gotine Şarê Nûh, ango bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjbûna dem û pirbûna mirovan re, xelk ji herêma Botan û Mezapotmyayê derketine û li dinyayê belav bûne, bi tenê Kurd, li cihê xwe, herêma Botan, mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, ango (Kurd Man li Cî)..?
  Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan e ji ereban re..

*- Ev pirtûka min di weşanxaneya (Azad) de, li Stanbolê/ 2013 hatiye çapkirin. Eslîxan Yildirim; xwediya weşanxaneyê pêşgotineke bedew jê re nivîsandiye. Pirtûk ji 220 rûpelan pêk tê.
Konê Reş/ Qamişlo 01/12/2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark