Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xeta xwar di bin serê gayê pîr de

 


Elî Munezemî

Hindê dem derbas dibe, xelk li bin siya deshilatdariya rejîma kevneşop û terorîstperwer a Îslamî ya Îranê de rojên reştir li roja berê dibînin û jiyana wan bi yekcarî tehl û reş bûye. Ew xelkê belengaz û çarereş bi rastî li destê wê rêjîma terorîst û dije merovî de hatine emanê û her rojê şahidê derketina kêşe û arîşeyekê ne. Sedema wan hemû arîşe, nehametî û dijwariyan tenê yek tişt e: Hikûmetdariya rejîma gendel û fasid a Îslamî a Xumeynîsî a Îranê. Gava di civakekê de sîstem gendel be, çareseriyek xêncî xwe xilaskirin ji destê wê nîne. Ma ne wisa ye ku gava didanek xirab be, meriv dibe wî didanî bikşîne û bavêje!?


Gava ku tê gotin “ew rejîma gendel û mafyayî ye”, ew gotina “ne ji kîsê beroj e”. Heger û belge wê rastiyê didin eyankirin û piştras dikin. Gendelî ku serçaveya lawazkirin û binaxkirina saziyên demokratîk, paşvehêlana geşekirina aborî û serhildana nearamiyê û jihevbelavbûna civakê ye, û dibe sedemê serhildana hejarî, krîzên jîngehî û nemana baveriyê hember sîstema siyasî. Lê ew yeka bo karbidesên hikûmeta dagîrker a Îranê nexem e. Ji ber ku ji xwe her li despêka hatina ser hikim heta îro, ne xelkê bawerî bi wê sîstema gendel û merivkuj hebûye û ne jî xelk û jiyana xelkê çi girîngiyek cem karbidesên wê rejîmê hebûye. Herdu alî ji hev bîhanî ne û “bikevin zikê hev, yê xwe bavêjin behrê”! Ji ber ku xelk bikare bi awayek jîrane û xurt lo hember sîstema gendel bisekîne, berxwedanê bike û karbidesên wê rezîl û risva bike, dibe li pêş de bizane ka ew sîstema çawa dixebite ku fersenda afrandina gendeliyê pêk tîn e.
Sîstema cinayetkar a Îslamî ya Îranê bi wan sedeman gendel e:
-Makezagon serçaweya yasayîkirina ferq û cudayîdanîn (discrimination)ê ye.
-Sîstema deshilatdariyê, totalîter û paşvero ye.
-Deshilatdar li pile û desthilata xwe bo dewlemendkirina xwe û xizim û kesûkarên xwe mifahê werdigrin.
-Bertîl emrazê wergirtina xizmetan û pêşvebirina şolê ye û hemû damûdezgeh, mehkeme, damûdezgehên ragehandin û … di wergirtin û dana bertîlê de pişikdar in.
-Ew fesada ku li bin sîberê de diqewime, sîsema bankî û diravî û avokat û …hwd bo spîkirina dirav pişikdar in û di rêyên cur bi cur de wê gendeliay xwe wedişêrin. Di bin siya hikûmeta Xumeynîsî de, çi cihek nemaye ku gendelî têde neyê kirin. Di wan rojên derbasbûyî de ku bas ji hilkişiyana nirxa pincar û fêkiyan dihate kirin, xelk bi eşkere vê yekê girêdidin bi wan şirketên heremî ve û dibêjin ku hindek kesan dest danîne ser bazara fêkiyan û ji ber ku nirx neyê xwarê, hindek caran fêkiyên saxlem bi xwe ji nav dibin ku nekevin bazarê û nirxa wan neyê xwarê. Ji aliyek din ve jî, delal hene ku fêkiyan bi nirxek erzan ji cotyaran dikrin û heta wan fêkiyan didin bazarê ku bikeve ber destê xelkê, nirxa wan 3-4 beramberê wê nirxê ye ku li ser zeviyê li cotyaran kirîne.
Xelk li ser wê baweriyê ye ku ne tenê karbidesên hikûmeta gendel cehd nakin bo çareseriya pirsgirêkên xelkê û çi pilanek bo wê hindê nînin, bi xwe jî serçaveya afrandina zehmetiyane bo xelkê. Dewleta axûndî ne tenê destê xelkê re nagire, belkî ew “yarane”ya (yarmetiya) ku dida cotyaran bo kirîna “fertilizer” (kûd) jî li ser cotyaran de daye qutkirin. Ji ber ku rejîm seba embargoyan di rewşeke aboriya xirab de ye û pere ne bo kirîna pêdavisiyên cotkaran, lê bo girûpên terorîstî û meyandina uraniyomê û gihîştin bi çêkirina çekên etomî bikar tine. Niha di encama wan siyasetên şaş yên rejîmê de, bilindbûna nirxa dolar û zêdebûna gendeliyê, xelk roj bi roj hejartir û feqîrtir dibin û şiyana kirîna fêkiyan ku çavkaniya sereke ya vîtamînan e bo xwe û zarokên xwe ninin. Niha wisa lê hatiye ku xelkên hejar, fêkiyan ne bi kilo, lê bi dene dikirin. Hindek ji wan jî yan fêkiyên deste dû (yên kevin ku xelkê zengîn nexwarinî paşve zivirandinî bo dikandaran) dikirin yan jî li dawiya şevê de diçin bo kirîna fêkiyên bêvec û bermayî.
Ew yeka nîşan dide ku rejîma nesax, bûye sedemê belengazî û çarereşiya xelkê.
Ew çarereşiya li hemûyan zêdetir para xelkê kurd e li Rojhelatê Kurdisanê ku ax û av û welatê wan bi hemû zengîniya xwe ya sererd û binerd ji aliyê Îraniyan ve hatiye dagîrkirin. Bo vê ku ew xelkane bikaribin xwe ji wê çarenivîsa reş derbas bikin, tenê yek rê heye û ew jî rizgarkirina Kurdisanê ye. Di pêxema rizgariyê de cehd û xebat û piştgirî li xebatkaran pêdivîye. Ji ber ku li kêlek a azadiyên takekesî, azadiya erênî jî pêdivî ye û em dibe bizanin ka kê/kî dibe li ser me hikim bike û li çarçoveya wê sîstema ku em têde dijîn, em dikarin çi bikin yan çi nekin. Em dibe wê rastiyê fam bikin ku jiyan di bindestiyê de ne layiqê me ye û ne jî em di bin deshilatdariya dagîrkeran de dikarin keramet û jiyanek merivane bi destvebînin. Ew ne çi jiyan e ku meriv nekaribe hind destvekirî be ku aliyê kêm bikaribe hewceyiyên xwe yên rojane asûde bi destve bîne. Bes em hemû bi hev re bo azadiyê bixebitin bibin rêvîngê rêya azadiya welatê xwe.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark