Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tembûra Mûsayê Kinê û Rewanbêjiya Evdilo Bavê Hesenê

 


 Lewend Dalînî
 ( Dr. Saif  Daoud )


Di dîroka kevnetûr û Mûsîka Kurdî a klasîk de, gelek Þehsiwar û stûnên saz û dengbêjiyê hebûn... lê mixabin tanî niha jî gelek ji wan nehatine naskirin û nav û dengên wan weke bejna wan a bilind di parastina beþek yan jî rengek ji ên kevnetora Mûsîka Kurdî kû bingehîn bû di berdewamîya hebûna saz, awaz, ziman û kevnetora resen di nav tevahîya miletê me de kû mafê kar û keda wanî granbûha, negihiþtiye wan.


Ji wan kesan, Evdilê Dengbêj û Mûsayê Kinê, kû herdû gor buhiþtiyan bi deng û saza xwe civata gund û bajarên me li geleke herêma, ji Dêrika Hemko tanî Serê Kanîyê û devarên din jî xemilandibûn. Ji gundê Sîha, Xizna, Himara û xirbedîb, Tenûrî, Þorik tanî Enterî û Hilêlîyê gera wan di salên 50î tanî 80î jî berdewam bû...

Di jiyaneke bi zehmetî kêm pêdivîyên jiyanî,  herduwan bi hevre, Mûsa bi Tembûra xwe û Bavê Hesenê bi dengê xwe þevê gundiyan bi rewanbêjîyê zindî di kirin...Ger li ser dikeya oda gundekî di þeveke havînî civata xwe li dar bixista, wê êvarê li ser text ê razanê û banê xanîyan, rewaha Tembûra Mûsa û deng Evdilo ê zelal li guhê heryekî, mezin piçûk, xort keç, teyr û tilûran jî xweþ dihat....

 Tembûra Mûsa xemleke bûkanî dida dengbêjiya B. Hesenê û bi hevre di harmonîyeke bi rewan, reweha stranê li asteke bilind bi cî dikir (di sekinand).
Telîyên Mûsa bi ser hawayekî te li deþt û çiyayê Kurdistanê di gerand û ramnên te bi livîna tilîyên wî re hem þad di bûn û hem jî xemgîn dibûn....Û ji niþkê ve B. Hesenê bi wî dengê zelal û þêrîn di çû strana Looo Îskano a kû bi þewatî ji dilê dayika Îskên hatibû der....Bi rengekî Evdilo di hiþte dilê te ji cih derkevê!?...

Bêje lo Îskano lo Îskano lo Îskano
Pêþkêþo kêm xeberdano
Bi þevê þevgêro, bi rojê nijdevao
Fêriso pêlewano
Delalê Diya xwe bû, li te boxo li te berano......

 Dengê Evdilo û saza Mûsayê Kinê, daneke xwedayî bû...Ewan  li tu dibistana yan jî zanîngehan fêrî Mûsik û dengbêjîyê nebû bûn..Û her kû dem derbas dibû, behreya wan a hûnerîyê zêdetir û zengîntir dibû...
Evdilo mirovekî bi xwe bawer bû û carekê nemir Seîd Gabarî got: Evdilo dengbêjekî timî li stranê sware?.
Û Mûsa jî bi demê re hostaya wî zêdetir dibû hem jî telîyên wî tê de kevnar di bûn..

Ji alîyekî din ve jî Evdilo kurdperewerekî dil soz bû, kû bi jîrî stranê netewî weke, Cemîl ê Syda, Fermana Ala Qemþ ê di got...uhd..
Çend caran hate girtin jî.. Lê ji pey bawerîyên xwey netewî venegerîya.

Her çiqasî B. Hesen ê di dengbêjîya xwe de serdest û þarezabû, lê Tembûra Mûsayê Kinê rewanek û rewaheke bilind di da derhênerî ya strana wî....
Mûsa ne tenê Tembûrvan bû, lê belê endezyarê lê dana hemû alavên Mûsîkê bû... Keman û Kemançe di hiþte kû bilîlînin û carna jî dengê wan bi kartanî, kû te ne dîba tê bi gota qey zirneye?  Hewqsî bi zanebûn û hostayî jî bi kar tanîn.

Dengê Evdilo du beþ bûn yek a bilibd û zelal û yek jî qalind û melûl...Dengê wî weke ên Qulinga bû çiqasî bilind dibû heqasî jî zelal û nêzîk dihate guhê mirov.

Bavê Hesenê û Mûsayê Kinê bi hevre bi sedan destanên qehremanîy ê, Lawikên evîndarîyê û payîzok, gotinbûn weke:

Elo û Ftimê, Cemîlê Seyda, Slêmanê Mistê, Þah Mihemed Begê, Fatima Salih Axa, Þerê Elîk û hepsa Nisêbînê û Ferma Ala Qemþê .....

Dîmahîk heye.....Di beþ diduwan de....


10/11/2020 Elmanîya


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark