Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez û Pirtûka (Gernameya Min: Geşt û Serdan)

 


Konê Reş
 
   Di van rojan de çapa duyemîn ji pirtûka min bi navê (Gernameya Min: Geşt û Serdan), di nav weşanên Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamişlo hat çapkirin/2020. Çapa pêşî di sala 2017an de hatibû çapkirin.. Min di vê pirtûkê de hin ji geştên xwe, çûn û beşdariyên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê, di warê çand û hunera Kurdî de bi firehî nivîsandine û şirove kirine; çima çûme? Min kî dîtiye û çi kiriye.. Mijarên vê pirtûka min, li dor zîlana ziman, wêje û rewşenbîriya Kurdî dizîvire..  Naverok jî ev in:


 1 - 20 rojên Hêja li Beyrûtê, 2 - اûna Kurdistanê (Soran): I - Festîvala Rewşenbîriya Soran II - Festîvala Îhsan Nûrî Paşa li Duhokê III - Serdana Şêxan û Lalişa Nûranî, 3 - اûna Batmanê, Festîvala Cegerxwîn 1/2,  4 - اûna Wan û Miksê (Festîvala Feqîyê Teyran), 5 - اûna Mêrdînê, 6 - Festîvala اand û Hunerê û Geştek di Nav Baxên Cizîra Botan de, 7 - اûna Brukselê ji bo wêjeya Kurdî, 8 - Çûna Muzexaneya Niştimanî li Hewlêr, 9 - اûna Kurdistanê 1979 û Festîvala Bedirxaniyan/ 2006, 10 - اûna Zankoya Zaxo û Hewlêr 2019, 11 - اûna Kobanî û Sê rojên bê bêhinvedan di pêşangeha pirtûkan de, 12 - 7`mîn Filmefestîvala Duhokê, 13 - Kongireyê 8an a PENa Kurd li Amedê..
  Min di pêşgotina xwe de wiha gotiye: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Geştê, min jî xwest ku ez van çend gerên xwe an geştên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re berhev bikim..). Erê, ev pirtûka min germane ye. wek ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature).
  Mamoste Hejar خbrahîm jî, di pêşgotna vê berhema min de wiha gotiye: (Li gorî ku min dîroka toreya fransî bi berfirehî xwendiye û ez niha li zanîngeha Feratê jî ji şagirtan re şirove dikim, ez bi kurtî dibêjim ku di çerxê 15 û 16`an de toreya geştê bi pesnê dîtinên mezin yên Shristopher Columbus û James Cook destpê kiriye, di çerxê 17`an û 18`an de jî, ev tore bi rengekî perwerdeyî û rewşenbîrî geşbûye û ev yek di nameyên Montesquieu, berhemên Voltaire û Francis Bacon de xweş diyare û di serdema romantizmê de, çerxê 19`an, torevanan berê xwe dane rojhilata bedew û bi dîmenên wê helbestên xwe xemilandine mîna Nerval, Lamartine û Gustave Flaubert.. Vêca dema ku gerokekî mîna Konê Reş; torevan be, lêkolîner be û berî her tiştî aşiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Reş ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xweş diyar û belû ye, di gerên wî/ an geştên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek geşta wî a 20 rojan li Beyrûtê… Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Reş bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xweş dîdevan e ji pesnê wî re û xweş nimûne ye ji toreya geştê re di nav kurdan de.).
Pirtûk ji 234 rûpelan pêk tê, di nav weşanên Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê de, li bajarê Qamişlo hat çapkirin/ 2020.
Hêjaye gotinê ku mamoste Hejar خbrahîm yê ku pêşgotin jêre nivîsandiye, ew Mamosteyê roman û pexşana toreyî ye, di zanîngeha Ferat de, beşê zimanê Fransî.

Qamişlo 27/10/2020

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark