Malbata xebatkar û lehingê nemir Dr. Nûredîn Zaza
Amadekarên birêz
Bi navê Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê em silavên dilsoziyê ji giyanê Nemir Nûredîn Zaza re diþînin, ev kesayetê ku hemî sal û demên jiyana xwe qurbana doza gel û miletê me kiriye, û riya xebat û lehingiyê vekiriye wekû damezrêner û serokê Partiya Demuqrata kurdistan- sûriya (PDK-S) di sala 1957 an de.
Wekû Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û
beriya demeke dirêj me danîbû berçavên xwe, ku me ji kesên ku guhdanê bi
vî lehingî dikin, þandibû, ku emê xelatekê bi navê wî amade bikin û
hemî berhemên wî ji nû ve bidin çapkirin û Navendeke çandî bi navê wî
sazbikin.
Helbet wê Dr. Zaza bimîne simbola xebat û çanda gelê
me, li hemî hêlên Kurdistanê, nemaze li Rojavayê Kurdistanê, tevî ku
zordarî lê hatiye kirin û gelê me hatiye çewsand, lê me wî jibîr
nekiriye, erê me nekariye em mafên wî, û dana wî, ya bê hempa lê
vegerînin. Lê hêviyên me xurtin ku dîsa em li xwe haydar bin û em xwe
bibînin xwediyê wî, wekû wî xwe didît, xwediyê me û serkêþê doza me
kurdan.
Silav û aramî li giyanê Dr. Zaza xebatkar û serokê nemir û bila serê malbata wî û gelê me sax be.
Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
07.10.2020