Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinek di 84 Saliya Prof Dr. Celîlê Celîl de

 


 Konê Reþ

   Di havîna 1982an de, li Qamiþlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamiþlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Þêxo û kebaniya wî Emþa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min ew naskir û bûm wek rêberekî pêre, digel çend navdarên Qamiþlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran.. Wî jî, bê rawestandin, þev û roj dikin yek û wek zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi þahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar dikirin..


   Di sala 1985an de, careke din digel kebaniya xwe (Gulîzarê) hat Qamiþlo. Vê carê jî, wî gelek pêmayê bav û kalan, ji windabûnê dan hev û bi xwe re birin.. Di vê hatinê de, min jê pirsî, gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît?
   Li min vegerand û got: "Behreke, min qurtek av jê vexwar û va ez tî vedigerim.."
   Di sala 1988an de, careke din ew û xwîþka xwe (Cemîla Celîl) hatin nav kurdên Binxetê/ Qamiþlo. Di vê gerê de jî, gelek stran, metelok, nifir û destnivîs bi xwe re birin.. Di pey van hatinan re, me gelek carên din jî hev dît.. Di van hersê carên pêþî de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê kurdi bi min re mezin bû.. Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji xwe re, di warê eþq û danheva folklorê kurdî de, dibînim û her dem ez vê yekê tînim zaman.
   Bi helkeftina ku îsal, di roja 26/11/2020an de Dr. Celîlê Celîl derbasî temenê xwe yê 84 salî dibe, kêfxweþ dibim ku van gotinan derbarî pîrozkirina temenê wî, ji xwendevanên gelê xwe re raxînim ber çavan. Wek vê agahî û pîrozkirinê ji min tê xwestin, berî gelek kesên din. Ez ji gelekan bêtir serwextî jiyan, kar û xebata wî me û ji mêj ve pêwendiyên min digel wî hene..
   Fermo hin ji nameya wî a dawîn ku di roja 20/11/2006an de ji min re hatiye:
"Konê Reþ, birazî! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure, apê te xwe kêm nekirye. Maþalla rewþenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî kar dikin.
 Xûþk û birayên hêja ji Kurdistana rojava (Biçûk)!
 Dewra xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li ber xwe vekirye. Ez meþa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim".
Celîlê Celîl/ Wîena 20/11/2006
   Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi þoreþ û serhildanên xelkên xwe navdar e.. Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, folklor û weþandina kovar û rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine xuya kirin..
   Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêþengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin þert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 84 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de kiriye.. û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe didin..
   Mebesta min ji van gotinan; Ev e ku di 26/11/2020an de Dr. Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê, derbasî temenê xwe yê 84 salî dibe.
   Ev ê ku bi dehan pirtûk li dor kêþeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine...
   Ji mafê wî ye ku em di saxiya wî de, 84 saliya wî lê pîroz bikin û pêre beþdariya di vêxistina 84 mûman de bikin.. û pêre mûman bi temirînin.. Digel ku em jiyaneke xweþ, geþ û dirêj di bextiyariyê de jê re bixwazin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark