Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de

 


Konê Reş

  Çendî em li dor Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî binivîsin û wan bi nifşê nûhatî bidin naskirin baş e.. Çendî em navdarên xwe bibîr bînin, em qenciyê li xwe dikin.. Ku ez û we wan bibîr neyînin, ma wê kî wan bibîr bîne..? Bi helkeftina ku di roja 15/7/2020an de 69 sal di ser koçkirina Mîr Celadet bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e ku ez salên wî yên dawî, ji we re raxînim ber çavan.
  Piştî herifandina şoreşa Araratê di sala 1930î de, piranîya serkêşên şoreşê û endamên Komela Xoybûnê xwe li nav Kurdên Sûriyê girtin. Li ser daxwaza Kemalîstan, hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû, piranîya lehengên şoreşê û lebatên Komela Xoybûnê ji ber sînorê Tirkiyê bidûr xistin, ew li Şamê civandin, da ku dûrî tixubên dewleta Tirkiyê bin.


 Hingê Mîr Celadet Bedirxan, yek ji wan kesan bû û xweş jê re hatbû xuya kirin ku, êdî nema karin bi şerê çekdarî azadiya welatê xwe bilind bikin. Vêca wî xwest bi pênûsê azadiya zimanê xwe bilind bike û di 15 gulana 1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe (Hawar) ê li Şamê çap û belav kir û di rûpelê pêşî de got:
 (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşîyê vedike, her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman şerta heyînê ya pûşîne..).
 Di pey kovara (Hawar) ê re, di sala 1942an de kovareke din bi an re a ku wê di rojêntîpên latînî bû.
 Mîr Celadet Bedirxan, xwedî û berpirsyarên van herdû kovaran bû, wî jiyana xwe di ber zimanê Kurdî de mizaxtîye, ji Hawarê (57) hejmar hatine weşandin, ta sala 1943an, û ji Ronahî (28) hejmar hatine weşandin ta sala 1946an. Piştî ku Fransîzî ji Suriyê celî bûne di sala 1946an de, ev rêkên rojnamevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin, zimanê Kurdî qedexe bûye û hin bi hin rewşa Mîr Celadet ya abûrî ji berê xerabtir bûye.
 Di sala 1947an de, li ser daxwaza Kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye hilbijartin ku bibe nûnerê wan (Kurdên Cizîrê) di perlemantoya Sûriyê de, belê 24 demjimêr di ser wê hilbijartinê re derbas nebûnî hikûmeta erebi di Sûriyê de destê xwe danîn ser û careke din ew kirin bin rûniştina zorê de li Şamê û divabû her heftî dû rojan xwe şanî walîyê Şamê bide. Di sala 1948an de, dema şerê Ereban û Cihûyan dest pêkir, hingê Mîr Celadet Bedirxan wek berpirsyarê Kurdên Sûriyê pêşinyarek ji hikûmeta Sûriyê re pêşkêş kir ku hêzekê ji Kurdan damezirîne û amade bike, li kêleka Ereban î dijî êrîşên dewletên cîran û Cihûyan û bi wan re alîkar bin, lê mixabin ew pêşinyara wî di ser guhan re hat avêtin..
 Di sala 1949an de, rewşa wî ya abûrî roj bi roj lawaz û kêmtir dibû, dost û hevalên wî hin bi hin dûrî wî di ketin, erê hin ji hevalên wî yên maldar û zengîn alîkarîya xwe jêre pêşkêş dikirin, lê wî alîkariya kesekî qebûl nedikir. Di sala 1950î de, ji neçarî razî bû ku bi hevalê xwe yê neçîrê (Hisên beg Îbiş) û (Malbata Xetab) re pembo biçine li gundê Hecanê nêzîkî Şamê bi nêvî, ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê Hecanê qut nebû, karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi hevalên xwe re rû sipî derkeve..
 Li ser wê bîrê gelek caran di rewşa xwe de diponijî û digot:
 (Ez li kû, cenanti û avdana pembo li kû, qey ev jî qedera mine...!).
Wî navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê), lê heger mirov li kovara (Ronahî) hejmara 25an sala 1944an vegere wê rewşa Mîr ya xerab di warê abûrîyê de xweş nas bike:
 (Aniha ez di aqilê Xwe dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û menal û war...); ji wê hingê ve, tev nameyên ku ji gundê Hecanê (30 km dûrî Şamêye) ji kebanî û zarokên xwe re dişandin, Bîra Qederê di bin wan re dinivîsand.
 Di nameyekê de ji wan nameyan, mirina xwe ya nêzîk jî nîşandaye:
(Ez dixwazim berî mirna xwe, ko ne dûre, tiştekî biçûk ji were bihêlim, ma ev ne hewceye..? Tiştê ko ez dixwazim, ko xwedê bi destê min bigre, bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê jî bo mala xwe jî tiştekî bikim...)
 "Bîra Qederê 20 Nîsanê 1951"
Piştî vê nameyê bi 84 rojan, Mîrê ziman û rewşenbîriya Kurdî ya resen Mîr Celadet Alî Bedirxan bi sedema wê bîrê di roja 15/07/1951ê de çû ber dilovaniya Xwedê.. Roja îro navê wî wek stêreke geş di asmanê Kurdistanê de diçirise.
Konê Reş


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark