Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: KURD Ū WARGEHŹN WAN DI PIRTŪKA SŪRETU `L-ERDYA IBIN HEWQEL DE

 


Ibrahîm Ibrahîm

Berg: Xelîl Ibrahîm

Çapa yekem: 2020 - Stockholm

Çap: Apec Tryck & Förlag AB

ISBN: ISBN: 978-91-88333-65-0


Ji wežanxaneya (Apec Tryck & Förlag AB) li Stockholmê pirtûkeke nû hate wežandin di bin navê (KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU`L-ERDYA IBIN HEWQEL DE) ya lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm.
Bi hûrbîniyke balkêž Ibrahîm Żbrahîm dixwaze pirtûka SÛRETU`L-ERDYA IBIN HEWQEL analîz bike û  bi taybet wargehên kurdan bižopîne. Di pežgotina pirtûka xwe de lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm Diyar dike ku wî ji mêj ve pirtûkên erdnîgarî û yên cîhangeran dižopandin, ew pirtûkên di serdema islamî de bi destê cîhanger û bazirgan û erdnîgarnasan hatine nivîsandin, naverokên wan pir bala wî kižand nemaze hin bûyerên dîrokî û civakî ku pirtûkên dîrokê bi xwe jî behsa wan nekirine, ya giringtir dema ku behsa kurdan û wargehên wan dikin, rola Kurdan di žaristaniya rojhilat de berz kiribûn di pirên serdeman de .
Pirtûka Sûretu`l-Erd wateya wê bi kurdî wêneya zemînê ye, ew ji wan pirtûkên giring bûn ku nivîskarê wê Ibin Hewqel pir geriyabû li herêmên dewleta islamî û ji derveyî wê ve jî, di gera xwe de pir milet, qebîleyên, olên, û mezhebên rengereng dîtibûn an jî nas kiribûn, di nav wan de miletê kurd bû jî .
Ibin Hewqel ji cîhanger û erdnîgarnasên din bêhtir behsa kurdan û wargehên wan kiriye û bi piranî û bi rengekî balkêž jî, ev bû sedema ku navnîžana semînerê bibe Kurd û wargehên wan di pirtûka  Sûretu`l-Erd de ya Ibin Hewqel.
Di nivîsandina lêkolînê de dihate xwestin ku em li jêder û çevkaniyên dîrokî û erdnîgarî jî vegerin da em bikaribin rewža Kurdan a civakî, aborî û siyasî di wê serdemê de (sedsala 4k./10z.) bizanibin, ji bo em bikaribin pîvanekê di navbera nivîsên li ser bûyerên ku bûyîne di Pirtûka Sûretu`l-Erd de û yên di jêderên din de hatine diyarkirin li ser serdema Ibin Hewqel.
Ji wan jêderan pirtûka el-Mesalik we`l-Memalik ya Istexrî (346k./957z. koç.), Ehsen et-Teqasîm fî Me`rîfeti`l-Eqalîm ya el-Meqdisî (390k./1000z.), el-Kamil fi`t-Tarîx ya Ibini`l-Esîr (630k./1233z.), Tecaribu`l-Umem ya Meskewê (421k.1030z.), Tarîxi`l-Fariqî ya Ibini`l-Ezreq el-Fariqî (577k./1181z.), Žerefname ya Žerefxanê Bedlîsî (1005k./1597z.), ji bilî wan jî hin jêderên din, kevin û nû jî, ji yên nû pirtûka el-Kurd we Bîladîhim `inde el-Buldaniyîn we`r-Rehale el-Muslimîn ya Hekîm Ehmed Xožnaw, û el-Îmaratul-kurdiye fî el-Esir el-Buweyhî ya Qadir Mihemed Hesen û tarîx el-Duwel we`l-îmaratu`l-Kurdîye fi`l-`Ehdi`l Islamî ya Muhemed Emîn Zekî, Buldan el-Xîlafet`iž-Žerqîye ya Kî lêstirêng (wergera wê ya Erebî) , pirtûka Tarîxu`l-Edebi`l-Cuxrafîyi`l-Erebîyî ya Kiratižikoviskî, ji bilî van jî hin jêder û çavkaniyên ku têkildarbûn bi mijarê re.  lêkolîn wiha hatiye dabežkirin :
- Destpêk: Di destpêkê de rola kurdan û beždariya wan di dîroka rojhilat de hatiye žîrovekirin, di sedema islamî de, herwiha girîngiya pirtûka sûret el-Erd ya Ibin Hewqel di zelalkirina vê pirsgirêkê de.
1. Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê bežê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu`l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî žîrovekirina rewža siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnižînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnižînên kurdan jî hebûn.
1. Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê bežê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu`l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî žîrovekirina rewža siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnižînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnižînên kurdan jî hebûn.
2. Kurd û wargehên wan di pirtûka Sûretu`l-Erd de : Naveroka vê bežê di nav xwe de pêžinyazek hilgirt ji herêmên ku kurd lê belav bibûn li gorî pirtûka Sûretu`l-Erd; (Cezîrê, Ermînya û Azerbeycaan û er-Ran, Cîbal, Faris, Xozistan, Kerman, Xuresan, Îraq), her herêmek bi serê xwe hatiye wesifkirin ji aliyê erdnîgariyê, sînor, rewža siyasî, navendên žaristanî (bajar, gund,…) rewža aborî ya kurdan û žêweyên jiyan û civaka wan, hin ji pêwendiyên wan û wesfa erdnîgarî û kež û hewaya wargehên wan.
- Encam: Encamên lêkolînên ku ji gelek xalan pêk tên, kurtebêjeya wê belavbûna kurdan bi firehî li ser gelek herêman di wê dema han de, rengerengbûna civak û jiyana wan (bajarî, gundî, koçer), tevî beždarbûna wan di aboriya dewleta islamî (çandinî, pîžesazî, bazirganî) de.


Naveroka pirtûkê ji van xalan pêk tê

DIYARخ
SPASخ
KURTEBتJ
PتقGOTفN
DESTPتK
1. IBIN HEWQEL غ PIRTغK غ SERDEMA Wخ
1.1. Ibin Hewqel
1.2. Pirtûka Sûretu`l-Erd
1.3. Serdema Ibin Hewqel
2. KURD غ WARGEHتN WAN DI PIRTغKA SغRETU`L-ERD yA IBIN HEWQEL DE
2.1. Herêma Cezîrê:
2.1.1. Cih û Sînorên Herêma Cezîrê:
2.1.2. Dîroka Kurdan di Herêma Cezîrê de di Sedsala (4k./10z.) de
2.1.2.1. Nakokiyên di Navbera Kurdan û Hemedaniyan de
2.1.2.2. Dewleta Dostikî – Merwanî (345-489k./956-1095z.)
2.1.3. Navendên قaristaniyê di Cezîrê de û قêweyên jiyana wan
2.1.3.1. Nisêbîn
2.1.3.2. Amed
2.1.3.3. Meyafarqîn
2.1.3.4. Mardîn
2.1.3.5. Duneyser
2.1.3.6. Cizîretu Ibin `Umer (Qerdî)
2.1.3.7. Heran
2.1.3.8. Ruha
2.1.3.9. Sincar
2.2. Herêma Ermînya, Azirbêcan û er-Ran
2.2.1. Cih û Sînorên Herêma Ermînya, Azirbêcan û er-Ran
2.2.2. Dîroka Kurdan di Ermînya, Azirbêcan û er-Ran de
2.2.2.1. Desthilatdariya Deysem li Azerbeycanê
2.2.2.2. Mîrne‏îna  Rewadî (337-463k./948-1071z.)
2.2.2.3. Mîrne‏îna قeddadî (340-595k./951-1198z.)
2.2.3. Navendên قaristanî di Ermînya, Azirbêcan û er-Ran de
2.2.3.1. غrmîya
2.2.3.2. E‏na
2.2.3.3. Berze`a
2.2.3.4. Debêl
2.2.3.4. Bedlîs
2.2.3.5. Xelat
2.2.3.6. Zozan
2.2.3.7. Selmas û hin bajarên din
2.3. Herêma Cîbal
2.3.1. Cih û Sînorên Herêma Cîbal
2.3.2. Dîroka Kurdan di Herêma Cîbal de (4k./10z.)
2.3.2.1. Desthilatdarîya Ey‏anê (300-350k./912-961z.)
2.3.2.2. Mîrne‏îna Hesnewêh (348-406k./959-1015z.)
2.3.3. Navendên قaristanî di Herêma Cîbal de û قêweyên jiyana wan
2.3.3.1. Hemedan
2.3.3.2. Deynewer
2.3.3.3. Esbehan
2.3.3.4. Helwan
2.3.3.5. قehrezor û Sehrewerd
2.3.3.6. Ebher
2.4. Herêma Faris
2.4.1. Cih û Sînorên Herêma Faris
2.4.2. Belavbûna Kurdan di Herêma Faris de
2.5. Herêmên Din
2.5.1. Herêma Xuresan
2.5.2. Herêma Xozistan
2.5.3. Herêma Kerman
2.5.4. Herêma `خraqê
ENCAM
اAVKANخ
PتVEK
LخSTEYA NEXقEYAN



Ibrhîm Ibrahîm

-     Di sala1971ê de li bajarê Hesekê ji dayik bû.
-    Di sala 1997an de li zanîngeha Žamê di beža dîrokê de lîsans wergirt
-    Di sala 1998an li zanîngeha Žamê dîploma Qualification û bisporîya arkiyolojiyê wergirt.
-    Di salên (2002-2013)an de li dibistanên Qamižlo mamostê dîrkê bû
-    Di sala 2012an de bû endamê damezrandina komeleya Subartu ya guhdan bi dîrok û kelepûrê kurdî dike û serokitya wê du sala kiriye (2012/2013).
-    Di sala 2016an de lîsansa bilind (Master) di beža ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Mardînê wergirt.
-    Di sala 2016an de bû xwendekarê dektora di beža ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Diclê li Amedê.
-    Di sala 2017an de bû endamê komeleya nivsîkarên kurd li Swêdê.
-    Di sala 2018an de   xelata Cegerxwîn a akadîmî wergirt.
Berhemên wî: Rengvedana dîroka kurdî di helbestên Cegerxwîn de, wežanxana APEC Swêd, 2018
Emel: ibrahim.e.ibrahim@hotmail.com


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark