Reþad ÞerefDem peyîz bû, roja min ya pêþî bû ez diçûm dibistanê, dibistana me ji sê odeyên kelpîç pêk dihat, sê odeyên hevrastî hev.Di hewþa dibistanê de, gundiyan lodên qirþ danî bûn ji bo bêxin ka û li zivistanê bidin sewalên xwe, ew lodên qirþ gelek nêzî hev bûn, kesekî bîr nedibir ko zarokek nefêm çirîskek agir bavêje li nav wan.. wê demê wê her tiþt biþewitiya tevlî dibistana me ya yekane. Her odeyekê ya dibistana me du sinf tê de hebûn, odeya me sinfa yekê û ya þeþan bû, navê mamosteyê me Feysel Ebo Rinda bû.
Mamosta sirt û qûnsîr bû, ji gotinekê xwîna wî dikeliya, timî dar di dest da bû, te digot qey gavan e, ne mamosta ye!
Em gelek piçûk bûn ewên din jî gelek mezin bûn yan me wusa didîtin,
hinek ji wan simbêlên wan dabûn der û hinek din dengên wan gîr bibûn, lê
tev ji mamosta ditirsiyan, dema dengê xwe dikir henaseya þagirtan dihat
birin.
Sinfa me piçûkan em li rêzên pêþ bûn, dersa me xelas bû, Elîfebeya zimanê erebî bû.
Mamosta
dest bi dersa sinfa din kir, em li ber nediketin ew çi dibêje.. hem ji
hiþ û hizrê me zêde bû, hem ne bi zimanê me bû.Em dikerixin û diwestian.
Me dixwest em derkevin derve yariya bikin, lê derfet tune bû. Baþ li
bîra min tê, min û hevalê xwe bi dengekî nimz û pistepist me diranê hev
dijmartin, li xweþa mamosta nehat, darek li nav serê min xist.. cihê dar
pir êþiya lê min newêrî bû bigrîm.. min giriyê xwe daqurçand zikê xwe
de. paþê weke xwerek zirav kete serê min.. xwîn jêhat di cînîka min re
herikî heta giha bineguha min.
Ders xelas bû.. danê sibehê qediya,
xwîna min qerisî, ez vegeriyam mal. Li derîzana malê çeltê pirtûk û
qeleman min avêt bi kel û girî min got: Ez nema diçim dibistanê; ezê
herim li ber pez, ji wê rojê û hirve ez bûme þivanê pez. Ji bo ez çîroka
dibistana xwe ji bîr nekim, herroj ez ji pezê xwe re dibêjim û nîþana
cihê derba mamosta þanî wan didim.
Ew xemgîn dibin, lê ew jî mîna min, nikarin tiþtekî bikin.
27.4.20