Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Salź

 


 Bavê Zozanê

 Baž tê bîra min berya 30 salî û bîtir jî xwedê jê xwež hunermendê hêja  yê bi nav û deng Se`îd Gabarî li gundê me li Cimayê li rojavayê Kurdistanê li daweta xortekî da ,ji xwe ji ber ew bû ,dawet bê ser û ber bû her kesê ku bihîst ku hunermend  Se`îd Gabarî wê dawetê li dar dixê, hat.Bawerim gundî tev ji heskiriyê wî bûn û ez jî tevlî wan.


Helbet ev hesjêkirin ne ji valabûnekê hatiye ,belê evî hunermendê hêja dor 50 salî evîna welat li ser her bêndera gundê Kurdan belav dikir mîna çirakê timî di rež tariya malên mede vêketîbû folklor û strana kurdî di tevaya temenê xwede parast em timî bi Bilbilê xwey žad re žadikirin. Ma çi û ne  çi stranek xwež nema û negot pêkenokek ža nema û ne got derverk nema û lê berxwedan nekir.

Ez dikarim bêjim ku hunermend  Se`îd Gabarî kaniya ava zelal bû dengê miletê xwe bû pêžmergê Kurdistanê bû ,ji va sedeman tevan milet heyranê stranê wî bû ,hemî pîvanên çak yên hunermandên serkeftî li cem wî peyda dibûn wek Deng Gotin Awaz.peyvên stranên wî hemî helbestê hozanvanên nav dar bûn mîna Helbestvan Tîrêj û Cegerxwîn û ta dawî..Ew nerîna ku hunermend  dive gotinê xwe tenê bistrê ta hestyar bê û bi ser kevê žikand. Ji xwe ne mercekî serekeye ku hunermend ji awaz û gotinê xwe tenê bi xebtê û bêjê...Awazên wî hemî naz û xwež bûn li gorî dilê milet bûn jiyana xwe tev li çol û deverê kurdustanê bûrand.

Ez dikarim bêjim hunermend  Se`îd Gabarî xwedanê peyvek xwež bû, nimonê hunermendê girêdayî doza gel bû,Kurdistan xêza sor bû li nik wî tim digot pêžmerge û Kurdistan doza minî muqedes e.

Hunermend  Se`îd Gabarî bi hazarê stranên folklor civakî evînî wisa jî ye žorežgerî sitra û hûnandiye ,stêrkek gežbû di ezmanê welat de ked û berhema wî  bê hampa ye di rêveçûna wî ya hunerî a dirêj de bi hezarê gulçiçekan li ber dengê wî vebûn e, çiyayê Kurdistanê bi žekeftên xwe ve guhên xwe li ber deng û awazên wî miç dikirin.Ew bixwe mîna Dicle û Ferat bê hedan bû .

Dikarim bêjim ku hunermend  Se`îd Gabarî strana kurdî ya resen digot  gotinê strana reqs kurdî ya xirfanî serrast dikir ewî bi xwe strana xirfanî ji kokê de di xwend gelekî hižyar bû di vî milî de dixwest ji kevintirîn mak ewê strana resen veguhêzê guhê milet.

Bi rastî hunermend  Se`îd Gabarî qûnaxa pêncî salî kar û xebata xwe wek žorežvanekî derbas kir, hemî celebên jiyana xwe  xistibû bin berjewendiya gelê xwede û wek siyasetmedar jî li ser rêbaza Barzanî  bû, ji xwe pêvî Almanya li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê rûdinižt wisa jî ta ku jê dihat rexne li žažîtiyê ku didîtin dikir çi  bi stran û çi di wežanê xwe yê zindî de ku vê dawiyê dest pê kiribû.
Dijî siyaseta çewt wek ewî digot disekinî digot em jî wek veqas miletê cihanê ne, divê em xwedî dewlet bin çiko em li ser xaka xwe dijîn ,timî bi dengê bilind û di hemî hevdîtin û simînaran de rexnê xwe dikirin û di gotin.

Iro li Hewlêrê 4.5.2020 hunermend  Se`îd Gabarî çû li ser dilovaniya xwe bi êža giran ya pencežêrê ku zû ji nêv me barkir pižtî 65 sal ji jiyanek zor û stem ku berya demeka nêzîk li ser wežana zindî  dîsa hin gilî û gazinê xwe dikirin digot ku rewža min baže lê bijîjkan xwestiye ku ez ewqasî bi têlefûnê nepeyivim çiko ew hin cara zirarê dighênê êža serê min wisa bi xwežî digot ji xwe ti heyvanê êžê le nexwiya bû.

Wek me tevan bihîst û wek wî bixwe jî  got ku bijîkan jê xwestibû ku bighêjê Almaniya wê çara nexwežiyê hesanî tir bê û ji ber ku hemî balafir ji bo vê rewša korona hatine rawestendin lome hêja serok Mesûdê Barzanî xwestibû ku balafireke taybet ji bo veguhastinê  bal bi Almanya ve jêre peyda bikê lê xuyabû ku rewža hunermend  Se`îd Gabarî ya dawî ne alîkar bû bo vê yekê.

Sala 2020 lê nehat ji xwe wî timî di got:
Salê hey bi derdê bi kulê bi meraq bi êž û nalê
Ji xelkêre bihareke rengîne bi sor gule
Ji min rebenê xwedê re pîre payîze rež û kalê
Hey çiftê bê oxirê bê si`ûdê bê iqbalê.





Nīže:

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark