Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hecî, parêzer û helbestvan Pîremêrd (1867-1950)

 



Dr.Phil.Ebdilmecîd Þêxo

Pîremêrd nasnavê helbestvanê nasdar Pîremêrd e,navê wî ya rast Tewfîq e,ew lawê Mehemud Axa,kurê Hemze Axa ye û di sala (1867 )an de li Sulêmaniyê ji dayik bûye.
Pîremêrd zarokatiya xwe li bajarê Sulêmaniyê têper dike,ew di temenê  (6-7) saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û ew di kurtedemekê de wê kuta dike,di piþt re ew li dibistanên Kurdistanê  dixwîne û  ew dibe pêþnimêjê mizgefta Hemze Axa.



Helbestvanê me dibe Feqîh jî û di wê demê de  jî  li gelek bajar û dibistanên Kurdistanê geriyaye û ewî li wan dibistanan jî helbestên helbestvanên  navdar mîna Hacî Qadirê Koyî,Nalî,Þêx Riza Talbanî û Mewlewî dixwandin û xwendina  helbestên wan pir bandor li hest û derûna wî dikirin û bi vî  rengî ew jî dibe henlbestvanekî nayabdar û navdar.
Lê pîremêrd ji bilî zimanê Kurdî hîn zimanên Erebî û Farisî jî zanîbûn,lewra jî  ew  hin caran bi van herdu zimanên biyanî jî helbestên xwe dirêstin.
Pîremêrd di navbera salên (1882 û 1898) an de li nik dewletê dibe karmend,ew li Sulêmaniyê dibe nivîsevanê nasnamegehê û paþê ew li dadgeha bajêr dibe sernivîsevanê  dadgerînê û di sala (1895) an de jî ew li bajarê Kerbela dibe cîgerê dadgerê berpirsiyar.
Pîremêrd di sala (1898) an de li gel Þêx Se-îd bavê Þêx Mehmud diçe Turkiyê û ew ji wir jî bi hev re serdana Hecê dikin û paþê ew herdu jî vedigerin Sulêmaniyê,lê Pîremêrd dîsan li gel Þêx Ehmedê Xaniqînî û helbestavan Wefayî  di sala (1891) ê de vedigere Turkiyê û ew li Stembolê dijî.
Piþtî demekê;(Encûmena Osmanî)agahdar dibe ku Pîremêrd bi zimanê Farisî jî baþ zane,ew wî dike endamê (Encûmena Bilind ) û nasnava (Begitiyê) jî dide Pîremêrd û ew dibe Pîremêrd Beg.Di piþt re ew di zanîngeha Stembolê,beþê yasanasiyê de dixwîne û wê kuta dike, ew li Stembolê jî dibe parêzer,lê ew di vê navberê de jî bi keçek Turk (Samiye Xanim)  re þû dike (dizewice).
Di sala (1908) an de hin ronakbîrên Kurd bi seroketiyê Seyid Ebdilqadir komelek bi navê (komeleya Alîkarî û Pêþketina Kurd)li Stembolê
damezrandin û vê komelê rojnama (Kurd)li Stembolê  weþand û Pîremêrd  bi navê Tewfîq Sulêmanî  dibe xwedî û berpirsiyarê vê rojnamê û ew herdem jî helbestên xwe di wir de jî diweþîne.
Pîremrd jî mîna pir ristvanên Kurd û cîhanê helbestên curbecur nivisîne;welatparêzî,civakî,evînî,li ser sûrûþtê û jinên Kurd û H.W.D.Lê ewî di ber nivîsandina helbestan re,hin çîrok jî nivisîne.
Helbestvan di temenê (83) salyê,sala (1950) î de bi nexwaþiyên þêkir û gurçikan bi terma xwe tenê ji nav gelê xwe li Sulêmaniyê barkir,lê hestên wî wek gelek nemiran di nav gelê xwe de hîn jîndar û zindî ne  û ew mîna Newrozê  namrin û ew  di dilên  miletan de dijîn.
Helbesta wî ya ku di Buharê,sala (1948 )an de bi navnîþana (Newroz) nivisiye,di nav gelê Kurd de pir navdar û nirxbuha ye,ewa bûye sirûdek netewî û di cejna Newrozê de  li seranserî Kurdistanê  û li dervayî welêt  bi awazek ciwan, mîna sirûda netewî (Ey Reqîb) tête xwendin.
                                                      Newroz
Ev roja sala teze ye,Newroz hatiye
Cejna kevne Kurda bi xweþî hatiye
Çend sale gula hêviya me best bû,heta par
Her xwînê lawan  bûye gulê ala Nûbûhar
Ew renge sor bûye li asoyê bilindî Kurd
Newroz  bû agirekî weha xiste nav ceger
Lawan bi eþq diçûn  pêþberî mirin
Xwîna þehîd e,rengê þefeq þewq vedaye
Heta niha li tarîxa miletan de rû nedaye
Ew namrin ,vaye ew  li dilê milet de dijîn.
Bi rastî em li jor wek hûn jî dibînin ku ev tîpguhastin û werger,ciwanî û sazê helbestê hinda kirine,lewra jî em dixwazin vê helbestê carek din bi tîpên latînî û bê wergerandina wateyan binivisînin.
Em rojî salî taze ye Newroz hatewe
Çejnêkî konî Kurd e be xwaþî û be hatewe
Çend sale gulî hêwayî ême pêbest bû taku par
Her xwînî lawikan bo gulî alî new Buhar
Ew renge sore bû, ke le asoyî bilindî Kurd
Mijdeyî beyanî bo gelî dor û nêzîk ne bird
Newroz bo agirekî wehaye xiste cergewe
Lawan be eþq eçûn, be berewe pîrî mergewe
Ewa rojhelat,le bedenî berzî welatewe
Xwînî þehîde rengî þefeq þewq edatewe
Ta êste royî nedawe le tarîxî mîleta
 Qelxanî gule sîngî keçan bê le helmeta
Pê nawî bo þehîdî weten þêwen û girîn
Namrin ewana wa,le dilî mîleta ejîn.
Pîremêrd  li jor dibêje:Vaye cejna Newrozê di vê  salê de jî hat cem me,ew cejna gelê Kurd ya gelek kevnar û dêrînî ye,ew bi xweþî tête cem me,em jî wê bi dilgermî pêþwazî dikin.Ey gelê Kurd ! Ev çend salên ku gula hêviyên 
 me ta sala derbazbûyî ne piþkivîbû û ji  xwînên lawên Kurdan golên xwînê ji bo  azadiyê çê bûbûnn ,lê niha binêrin Buharek nûh  ji bo gelê me hatiye,                                                           
ev xwîna sor ji bo serbestiya miletê Kurd hatiye herikandin,ewa niha asoyek bilind û bala ji miletê me re ava dike,lê gava ku Newroz dibe,tu dibêjî qey tu êgir berdidî nav cegerên dijminên Kurdan,lê keç û lawên me jî pir bi evînî ji bo azadiyê ber mirinê diçûn û xwîna pakrewanên me mîna rengê berbangê bûye û ta roja îro jî ev diyardeya di dîroka miletan de hîn  nebûye.
Erê,Pîremêrd Hecî û oldar bû,lê ew ne kevneperst û asoteng bû,ew xemxwarê rewþa keç û jinên Kurd bû jî,derd û êþa jinên Kurd baþ naskiribû,lewra ewî mîna her helbestvanekî dêmokrat û pêþverû bang li keçên Kurdan dikir û riya serbestiyê û wekheviya jin û mêran ji wan re dida diyarkirin û digot:Ey keçên Kurdan!Divê hûn jî li dibistanan bixwînin,hûn  jî dermanê nexweþiyên miletê me ne,lê ne tenê weha,hûn xeml û ronakên gulistan û jiyanê ne jî.Em niha têgihane ku  dayika qenc divê xwendekar be,ewa kane mafê xwe bi xwe bistîne û bi mêran re jî di jiyanê de bibe hevpar û ew kane baþ jî zarokên xwe perwerde bike .   
                                              Ey keçino werin mektebê !
Ey keçino werin mektebê
Hûn teskînê miletê me ne
Zîneta bax û tereqîn e
Rewneqa destegul in
Teze em têgihîþtin
Dayika qenc xwendekar
Mesla xwe tîne meydan
Jin þerîka jîna  mêr e
Nek û tenê xerîka bar dar e
Terbiyeta mêjikî mindal e.
……..) 
                                                  
Lê helbesvanê me li ser evîna xwe jî bi zelalî û helwesta dîlbera xwe jî ya neyînî jî di van malikên jêrîn de  dihûne û ew dinivîse:

                                                   Wa min dizanî
Wa min dizanî ku min dil dabû te
Dilê te jî ji bo min dibe sifte
Çi bikim dilê þêt ez rastî te kirim
Bi sewada bê sûdî ez ji navê birim
Tu jî têgihîþtî dil wa dijmin e
Lê rohê  min kirina te boþ e
Li têkelî de her rastî xweþ e
Tiþtê sextet be ,wê zû derkeve
Vê cewr û zorê ,xêr çî ye bo te?
Çi dibe rojekê ,eger tu ya min bî
Dest neweþînî û katijmêrekê hêmin bî. ?
Tîpguhastin:Prof.Qanatê Kurdo
Helbestvan bi gelemperî li jor  gilûgazinan ji dilbera xwe dike û bi wê re dibêje:Min dilê xwe daye te û ez ji te hez dikim,min digot,belkî tu jî ji min hez dikî  û te jî  dilê xwe daye min,lê xûya ye,tu ji min hez nakî,lê ez çi bikim, dilê min  þêt û dîn e û  ewî ez berve te anîme,lê tu ji min têgihîþtî ku dil ne dost e,ew dijmin e? Erê,divê tu bizanibî,eger peyvek ne ji dil de be,ewa zû aþkere dibe.
Dîlbera min!Xanima min!Çima tu vê setem û zorê li min dikî?Ewa çi qenciyê ji te re tîne,yanê eger tu rojekê ji min hez bikî û bi dilgermî û bi hêminî katijmêrekê  li cem min bî,yanê wê çi bibe!!??

                 xxxxxxxxxxxx


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark