Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hacî Qadir Koyî (1825-1897)

 


Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo 

Navê helbestvanê payeberz Hacî Qadir e,ew lawê Mele Ehmed e û ew li gundê Goreqerecê  li herêma Koyî li Başûrê kurdistanê ji dayik bûye.
Lê lêkolîner û dîrokzanên wêjeya Kurdî li ser dîroka ji dayikbûna Hecî Qadir nirînên cuda didin.Ebdilrehman Se-îd  dinivîse:Ku helbestvan di sala (1817) an de  ji dayik bûye û ew di sala (1895) an de koça dawiyê kiriye,lê pir wêjevanên din jî,mîna Ela –eldîn Secadî,Giyo Mukriyanî û Mihemed Mile Kerîm dinivisînin ku ew di sala (1820) an de ji dayik bûye û ew di sala (1895) an de çûye dilovaniyê,lê hîn bi ser van  de jî Dr.Merof Xeznedar û Dr.Îhsan  Fu-ad dibêjin:H.Q. Koyî  di sala (1817) an de ji dayik bûye û ew di sala (1897) an  de koça dawiyê kiriye. 


Herdîsan jî lêkolîner  Feqîh Husên xwe dispêre çavkaniyek din  û dinivîse,H.Q.koyî  di sala  (1825) an de ji dayik bûye û ew di sala (1897) an  de  çavên xwe yekcarî damrandine. 
H.Q.Koyî hîn di pêçekê de bû,ew ji bavê de siwî dibe,diya wî û tev zarokê xwe derin  bajarê Koyê,li wir Qadir bi alîkariyên hin qencîxwazan diçe dibistanê,piştî demekê ew dibe Feqîh û ew di  mizgefteke Miftiyan de fiqha Îslamî û rêzimana Erebî  dixwîne,di pişt re ew wek Feqiyekî li gelek bajarên welatê xwe (Hewlêrê, Mihabadê Sulêmaniyê, û H.W.D  digere û ew gelek sûdan ji zaneyên wan bajaran dibîne.
H.Q.Koyî dîsan vedigere Koyê ,ew ji wir jî diçe Stenbulê  û ew li wir dibe mamostê lawên Mîr Bedirxan û ew  dûmahîka jiyana xwe li wir derbaz dike.  
H.Qadir Koyî  destana Ehmedê Xanî ( Mem û Zîn) li  Stenbulê dixwîne û bandora vê berhema nirxbuh gelek li wî dibe,hesta netewayetî li cem wî  hîn germtir dibe,lewra jî em dibînin ku ew di helbestên xwe de li ser şopa E.Xanî diçe,ew jî dibe xemxwarê gelê xwe û ew ji bo rizgarkirina gel û welatê xwe helbestan  bi zaravê Soranî (Kurmanciya jêrîn ) dihûne, lê divê em bizanibin jî ku helbestvan hîn di ciwaniya xwe de helbest li tevnê xistine,helbestên H.Q.Koyî cureyî ne:(dildarî,ayînî,komelayetî),lê ji bilî van jî  divê em,ew  pir şîret û pendan dan pêşkêşî  xwendevanên xwe dike.
Lê divê em  destnîşan jî bikin ku piraniyên helbestên wî civakî ne û ew li ser pêwîstiyên yekbûna gelê Kurd jî baş nivîsandiye û  ew di wan de amojgerî şîretan li gelê xwe dike.
Ew dinivîse:(…….
Heta ku li hev neyên qebîlên Kurdan
Herwiha bibin xirabên malan
Hemû dinya mezin û biçûk
Xemilî ye bi milkî wek bûk
Dinya  pirtirîn dixwin û didin 
Her çi meremê wan dikin
Her Kurd in ,tenê bi pakî merd in 
Bêmalî zeman e,mexsusî Kurd in
Her mane  bêdeng û mezlûm
Mîna erdê xirabe,zarê mesûm
Ger Meraş û Wanê ,ger Îraqê
Qesrek avakin  ew îtîfaq e
Ger wa nebê ,her bêtaq e.
    …….)
Helbestvan di van malikên bijarte de, çi dixwaze ji gelê xwe re bêje?
Helbestvan di kûraniya dilê xwe li ser rewşa hevdijyatiya êlên Kurdan dişewite û ew nekokiyên ku di nav  Kurdan hene bi zelalî berçav dike  û rasterast bang li miletê xwe dike  û dibêje:Eger aştî di nav êlên Kurdan tune be û  ew herdem neyartiya hev bikin û malên hevdu hilwşînin, gelê me nikane xwe ji bindestiyê rizgar bike û  eger hûn li hemû miletên mezin û biçûk li cîhanê temaşe bikin ,ew  niha  bûne mîna bûkên xemlandî li ser rûyê zemîn ,ew ne tîne û ne jî  birçîne û  ew baş dijîn.Lê bila hûn zanibin jî Kurd dilsoz û qehreman in,lê dijminên wan naxwazin ku ew bibin xwedanê welatekî cuda û ew herdem bê maf bimînin.Lê Kurd jî hîn di bin zor û setemê de dijîn û hîn  ew  bêdeng mane,ew mîna zeviyên bor û bê berhem mane,ew bûne mîna zarokên sêwî û bêgûneh li ber dîwaran rûnîştîne.   
Eger bajar û gundên Kurdan dixwazin ji xwe re qeserkê (welatekî) ava bikin,divê berî her tiştî yekbûnekê di nav xwe de ava bikin û eger ev daxwaza bi cih nebe,gelê Kurd sûdê nabîne û ewê herdem bindest bimîne. 
Hacî Qadir li cihekî din dinivîse:
Hakim û Mîrên Kurdistanê
Her ji Botan  heta Baban
Yek bi yek hafizê şerîyetê bûn
Seyd û Şêxê qewmê û milet bûn
Ka axa Cezîrê û Botan?
Ka welatê Kurdistan?
Ka dema ku ew azad û serxwe bûn?
Dîrokzanê wêje Feqî Husên  Sa-oniç li ser helbetvaniya H. Q. Koyî  baş derdibirîne û ew bi van wateyan dinivîse:(Wisa xûya dike ku H.Q.Koyî di destpêkê de îlhama nivisîna helbestên xwe  ji xweşikahiya xwezayê û ji gul û gulistanan  girtiye û ew dibe dildar,lewra jî ew pir pesnê dide dildara xwe û dibêje:Rûmeta wê weke tîrêjê ye,devê wê weke xunc e,çavên wê  jî wek çavên mest in û keziyên wê weke tariyên  şevê ne .
H.Q. Koyî li ser yara xwe hîn berdewam dike û ew di perçehelbestekê de dibêje:Yara min rabûye ser piyan,tayên keziyên wê  bi çiqan li erdê belav bûne û Tawisê ji şerma wê re per û baskên xwe vekirine ta ku ew xwe bide ber yara min,tav jî demekê derdikeve,yara min  tayên  keziyên xwe pan û belav kirine û ew bi hezar rengan dibe û vedibriqin,bi xêra wan tayên keziyan ew jî tîrêjên  xwe belav dike û eger tayek ji mûyên yara min  biqete,wê cîhan yekser têk biçe….)
Hacî Qadir koyî dixwast dîwana  helbestên xwe li Stenbulê  çap bike,lê ewî nikanîbû daxwaza xwe bi cih hûne,di  pişt re ew dîwana xwe radestî Mîr Ebdilrezaq Bedirxan dike ta ku ew ji wî re bide çapkirin,lê Ebdilrezaq Bedirxan jî, ji aliyê destlata Turkiyê (Îtîhadî ) de tête girtin  û ew ji aliyê destlatê de tête kuştin,bi vî rengî dîwana H.Q.Koyî bizir dibe,lê  Ebdilrehman Se-îd carek din helbestên H.Q.Koyî ji vir û ji wir dicivîne û wan di hundir pirtûkekê de, di sala (1925) an de li Bexdadê  diweşîne.
Wek me berê gotibû ku H.Q.Koyî maweyekê ji Kurdistanê dûrketibû,lê agirê dûrbûnê û biyanistanê  dil û cegerê wî kizirandibûn,evîna xwe ji gund û bajarên welatê xwe re,ew sermest kiribûn,lewra ewî komek helbest bi navnîşana (Buhar) vehûnabûn,ew di wan de  li ser ciwanî û xweşikhaiya herêma xwe û xwezaya Kurdistanê nivîsandiye û ew di wir de dibêje: Herêm û niştimana min xakên pak in,Xwedê ew afrandine,binêrin çiqas welatê min  xweş e,hemû çavkaniyên jiyanê  di wir de hene: Çavkanî,avgeh,hemû gul û giyayên qeşeng û binêrin çawa wan niştimanê min xemlandine .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark