Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: HELEBÇE  

 


Burhan Hesso

Qeflê þemalan,rêsiyê xaçên xwedawendan,þanaziyên derbirênê gefê buharan
Birîn dîdevan û Gewah e
Li ezmanan
Ji dû ya þewata gewd û can û hestên mirovan,dîrok hate nivîsîn
Piringekî agir li ser dil
Sibeh bû,çiyan bi berfê dest nimêjê digirt


Berx li hêviya þîrê deyikan bûn
Hevorî û Tuþtîrên Sê berî,diber pîrikên zayînê de
Beranan quloçên xwe disûtin
Kulîlkên Guhîj û Sêvan,çavên xwe bi tîrêjên Rojê re vidikirin
Qûre qûra þivan
Dîrokê Bêrîvanan
Stiran û lîskên mindalan
Helebçe ji xew rakirin
Takooooo tako
Xelm , xêz û xiþrê buharê
Li bejna xwe werdigirtin
DAYÊ BIHNA SÊVAN TÊ…
Dareke bi bihna Sêvan,bi bihna goþtê zarokan hate avadan
Biþkivî
Pûtik da
Kulîlk da
Ber girt û stewya
Dara Azadiyê.

16.3.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark