Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Huner ê serceleb û hunermendê nestêle

 


Nizar Yosif

Piştî Mihmed Şêxo tîrava çemê xwe ya hunerê di qadên rojava yê kurdistanê de kola û serrast kir, gelek avzivêr di herikandina wê de peyda di bîn, di wan hingan de vejena( tihn/hêz) xwe bi ser hev de kom dikir. Bi rênaskirinê re di zanî bî, çawa bi herike û avdanê bike, û li ber kinarên xwe xuşînê ji sirûştê bîne. Pêlên avê û xuşîn ê çîmenan dikir awazên rewa û di gihand guhên xwêneran, da ku bi lewendî tevlîheviyê û pirsan di hundirê hişên wan de bilivîne. Ew li kû dijîn û ji bû wan çi gerege? Ji bû çi astengiyan û zorê di kişîne? Ewqas gorîdan û bizav, erkên wan di ber çi de ne?


Stiranên wî ji destmalên ji hêstirên kezebşewityan şilbûyîn, xemgînî wergirtî bîn, ji destên li ber devên tilîlîkiran di lerizîn, têlên amûreta wî bi lorandin ên zarokên pakrewanan re di jeniyan.
Da ku Mihmed Şêxo tewaneya xwe ya kiri di bindariya netewê de, bi rometî bi parêze, rêya xwe wêne kir, ji bo parastinê kete rêwîtiyê li pey vebiriqandina tav a zagrosan ket. Di navbera tîrêjên hetavê re, rêbazek spî zelal tejî hîvî di dît, ber bi anîna çareseriyê ji jan û êşên kevna re. Giranderd ên parçebûnê û dagîrkiryê li ser vî welat ê behişt, û gelê wî de penc kirîn, bê rêbaz û viyanin kurdayetî mafê netewî bi destan ve nayên. Ew rêka bi hezaran dilsoz û comerd û karwan ên pakrewan di ber de ava jiyanê rijandin.Hîviyên xwe ji rengên çêl û çiyan werdigirtin, bi diranan zetim di kirin, bi yeqîniya pêkanîn a xewnan, da ku bigihe amancê. Bi hest û baweriyan ve li ber sîha rêbaz ê kurdayetiyê, di germhembêza xwedanparêzer ê çiyan de, bi rawestan hêmin bî.
Hunermend ê me bi tewane( talint) ya xwe, guhertinên di rojhilata navîn de çê dibûn, bi giştî bi çavên torankir di dîtin, û yên li başorê kurdistanê têk di geriya, bi taybet rolek mezin û girs li ser wî di leyîstin. Ev mijarên han yên bi ser hev de kombûyîn, weko gilokek rîs şehitîn, bi pûnijandinê û hişmendiya xwe ya ter û nazik zû pêy hayedar di bî. Di van têkilheviyan de li avakirina ber ên nuh mijûl di bî, û bersivên hunerî ji bûyî wan di dan.
Herêmên kurdistanê di salên şêstan û heftiyan de, ji bandora şoreşê di keliyan, dagîrkiran bi awayek ewleyî hovane di çûn ser miletê kurd.
Li pêşber van bûyeran, milet di guhertinên konevanî û leşkerî û civakî re derbas di bîn. Şoreş a başorê kurdistanê biharek xweser bî di nava demsalên zuha yê kurdistanê têre derbas di bîn, bi taybet piştî dernixûnkir a (nekse) komara kurdistana dimiqrat bi rêberiya pêşewa Qazî Mihemed. Bayê germa wê şoreşê bi ser sariya hersê parçeyên kurdistanê de di bariya. Mercên nuh bûn binexên netewî ji hevgirtin û yekrêziyê re, hemî çav û guh ketibîn ser başor û radiywa izge ya kurdî, bi bî hêza rakirinê û coşa meremên kurdperweran. Bihna teraya meywe yên wê li hawîr dor belav di bû, gel bi kelbûn ji wan beran di noşiyan. Ev ê serdemê ji bandora bilindbûn a şoreşê û dengvedana serokê wê di cihanê de, guhertinên rêbazî di sîstemên welatên herêmê de di livandin. Li başor ê kurdistanê ji dijwariya cengê û êrîşên leşkerî, guhertin di hundir ê welatên ku kurdistan dagîrkir kirîn de, li himber gelê kurd di hate kirin. Ricîmên Îran û Iraqê ji tirsan di nava xwe de, li dubareyan di geriyan, û Tirk û Sûrî bi veşartî ji hevdu di pirsiyan. Xebatên wan bi gurbûn li dijî xebatkarên netewî û kesên bîrawer di hatin kirin, ji tirsa xwe û sînorên sitemkar yên ku ji wan re hatin danîn bimînin parastî. Tevlî nakokiyên dîrokî û netewî yên di nava herçar welatan de, lê dîse wan hevbeşî di derbarên mijar û pirsgirêkên kurd û kurdistanê de heye. Dijmin ji pêjina navên kurdistanê û şoreşê di cifilin, nakokiyên di nava xwe de didan rexekî, dubare û peyman li pîşber doza kurdan girêk dikirin. Ji bêçareya doza kurdî ewan bi xwe qeyranek hindurîn, xwe de peyda kirine, xwe di navê de xeniqandine. Ji nijadperestiyê û mafxwarinê, ne şiyan bi çareseriyên şaristanî, xwe ji wê sawdariyê xelas bikin, û çavkaniyên nexweşiyan bi xetimînin.
Hunermend ê me yê ku bûyî nîşanek ji nîşanên netewê, sembolek yê şîrovekirina derd û êşan, ravendkirê hunerê dozê, di nava vê rewşê û van mercan re derbas bûye. Bi nalîn û giryanan xwe gihand yek ji wan mermên sereke, ew jî hembêza lehingê aza bî, yê rêber û rênas ê çiya. Ew bî hevbeş û saziman ê wan destanan û bîner ê wê serdemê û hest û pêjinên xelkê xwe. 


Ev wêne min di sala 2003an de çêkiriyê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark