Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji bo bīranīna 15 saliya koēkirina Rewžen xanim Bedirxan

 


  Emîre Rewžen Salih Bedirxan 1909 – 1992

Konê Rež

   Rewžen xanim Bedirxan; neviya mîrê Botan e, dotmama û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiž û xeyalê xwe de di parast û bi zimanê kurdî di mala xwe de diaxifî di gel keça xwe Sînem xan.


   Li gor 83 salên ku di sere derbas bûn, wê danûstandin bi welatparêzên kurdan re dikir û tev jêre bibû pend, zanîn, kurdzanîn û zanîndan..Ta berî ku koça dawîn bike, Rewžen Bedirxan a tekane bû  di nav Bedirxaniyan de ku navê Bedirxaniyan di parast. Wê jî mîna herdû pismanên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan. Ji ber ku piraniya Bedirxaniyên din ji neçarî razî bûne ku li žûn navê Bedirxan(Çinar) bê nivîsandin, bi taybetî ew Bedirxaniyên ku li tirkiyê mane wek: Zarokên Tewfîq beg Çinar, ku niha li Stenbolê dijîn û zarokên Hikmet beg Çinar ku niha li Anqere û Adane dijîn û malbata Walî ku hiha li Misrê,  bajarê Feyûm dijîn û filimçêkirê bi nav û deng di nav ereban de Ehmed Bedirxan û kurê wî rejîsorê navdar Alî Bedirxan û gelek Bedirxaniyên din ku niha li Misirê dijîn, ji bilî Bedirxaniyê ku li sûriyê ne wek: Zarokên Yûsif Bedirxan, ku niha li Žamê, taxa Mihacirîn dimînin û zarokên Sureya Bedirxan yên ku li Urdin, bajarê Eman in..Lê mixabin nizanin bi zimanê Bedirxan, Tenê Rewžen xanim; navê Bedirxan, dîrok û zimanê wî bi xwe re hilanî û ta roja dawîn ji temenê xwe. Rewžen xanim, di roja 11ê tîrmeha 1909 an de li bajarê Qeyserî hatiye dinyayê, dema ku bavê wê di sirgunê de bû. Ew ji rex bav ve, dibe; Rewžena Salihê Mehmûdê Salih (birayê mîr Bedirxan). Ji rex dê ve ew dibe; Rewžena Samiya Bedrî paža (kurê mîr Bedirxan).
   Rewžen xanim bi tenê çar sal ji biçûkaniya xwe li Stenbolê derbas kirine. Di sala 1913 an de, careke din Bedirxanî, ji Stenbolê û tirkiyê hatine sirgunkirin û di rojhilatanavîn û afrîqyayê de belav bûne, nemaze di Misrê, Lîbiya, Suriya û Libnanê de, hingê para bavê Rewžen, Salihê Bedirxan li Žamê, taxa Salihiyê ketiye, hingê ji vê taxê re dihat gotin (Salihiyet Elekrad).
   Li Žamê, Rewžen dest bi xwendinê kiriye di dibistana Tereqî de, di pey re sê salan di mamostexanê de xwendiye, ta ku di sala 1925 an de bûye mamosta zimanê erebî di qunaxa seretayî de li Žamê. Pey re du salan zimanê tirkî û sê salan zimanê fransî û ingilîzî xwendiye û wiha fêrî van zimanan jî bûye..û bûye mamosa zimanan li Urdûnê, bajarê Kerek, hingê Urdûn û Suriye yek bûn.Sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928 an de zîviriye Žamê û li Žamê mamostetiya xwe berdewam kiriye ta sala 1935 an, jê pêve bûye berpirsyara dibistanê(Mudîre), ta sala 1964 an, hingê ew vegerandine karê wê yê berê mamostetiyê. Ew jî di wan salan de ji kar aciz dibe û temenê wê jî mezin dibe, vêca teqawîta xwe distîne û li mala xwe rûdinê.
   Di vê navberê de du caran di zewice; Cara pêžîn di sala 1929 an de bû, bi xortekî ereb re ji suriyê navê wî Omer Malik, lê pêre dûmnekir, di sala 1931 ê de hev u din berdan, bi tenê keçek bi navê Ûseyma ji vê zewacê maye, Rewžen ev keça xwe bi xwedîkirin daye ta ku ew zewicandiye bi Zihêrê Alî axa Zilfo û niha li Qahîre dimîne, sê keçen wê hene; Žêrîn, Nesrîn û Rewžen.
   Cara dudiwan di sala 1935 an de di zewice, bi kurmamê diya xwe mîr Celadet Bedirxan re. Bi vê zewacê kefxwež û žad dibe. Di sala 1929 an de nû mîr Celadet ji ewrûpa, Misir û Libnanê tê Žamê û çav bi Rewžen dikeveû hev nas dikin. Pižtî beravêtina žoreža Agrî û wežandina kovara Hawarê, mir Celadet û Rewžen xanim , ra û devdîrên xwe dikin yek û bi hev re dizewicin.
   Ji vê zewacê du zarok ji wan re çêdibin; keçek bi navê Sînem xan di sala 1938 an de, di sala 1957 an de bekeloriya standiye û di zankoya Žamê de xwendina xwe di avokatiyê de xwendiye, di sala 1961 ê de bi endezyar, nivîskar û wergêr Selah Sadella re zewicîye- mamoste Salah ji xelkê Zaxo ye- du zarok ji wan re çêbûne, Azad û Dilnaz. Ji dor salekê ve mala xwe ji Bexdê biriye Hewlêrê. Lê kurek bi navê Cemžîd e di sala 1939 an de çêbûye, di dawiya sala 1939 an de çêbûye, di sala 1958 an de bekeloriya li Žamê standiye, diya wî, ew di deynê salê de, li ser kîsê xwe rê kiriye Almaniya da ku bibe bijîjk, wek ku bavê wî mîr Celadet dixwest..Li wir xwendina xwe bi dawî anî û jinek Almanî ji xwe re anî, ji wê jinê kurek û keçek jêre çêbûn, kur navê wî Kurdo ye, niha dokrore li Almaniya dimîne û keç navê wê Evîne, ji berî salekê ve Evîn bi neviyê Cegerxwîn re zewiciye û herdû li Almaniya dimînin.Dr. Cemžîd, di 10 meha dêsember de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê.
   Berdewamiya jiyana mîr Celadet û emîre Rewžen di di gelek qunaxên dijwar re derbas bûye, gelek rojên bi cefa dîtine; xaniyê wan bi kirê bû û ta roja ku emîre Rewžen koça dawîn kir di xaniyê bikirê de bû.
   Li ser rewža wî a çetîn û xaniyê bikirê wiha ji min re got: Kurê min binivîsîne: Haza min fezil elekrad, Ango; eve qenciya ku kurdan bi min kiriye…Tižtê ku ji kovara Hawrê û Ronahiyê dihat destê wan, jiyana xwe pê derbas dikirin. Tevî ku dewletên mîna Fransa, Iran, Urdûn û Tirkiyê dixwestin alîkariyê bi mîr bikin lê mîr alîkariya wan qebûl nedikir. Tenê razî bû bi wî tižtê ku ji kovarên wî têne dest di gel mehiya kebaniya xwe Rewžen. Bi van herdû jêderên diravî jiyana xwe derbas dikirin, tevî ku xaniyê wan ne li gor wan bû, lê ew pê razî bûn.
   Bi bûyera ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî Celadet Bedirxan pê çû ber dilovaniya Xwedê, di bîra qederê de roja 15/07/1951êr, Emîre Rewžen Bedirxan ma dil biêž û xemgîn, rewža wê a aburî jî, êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan lê ne pirsî, ne jî alîkarî pêre kirin..vêca ji neçarî di sala 1972 an de mala xwe ji Žamê barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî, li wir xanîk ji xwe re kirê kir û têde ma ta roja dawîn ji temenê xwe. Bi tenê pîrejinek Çerkez, bi navê Sebahet(Xwîžka jina helbestvanê kurd Qedrê Can bû), pêre dijiya û alîkariya wê dikir..

Xebatên Rewžen Bedirxan di warê rewženbîrî de:
 
   Rewžen xanim, di navbera sala 1925 – 1926 an de, ji bo doza erebî dijî fransîzan bi nivîsên sekiniye, û bi taybetî di rojnameyên Felestîniyan û kovara Munîrva a Libnanî de.
   Di navbera salîn 1926 – 1973 an de,gotar ji kovara Alhuriye re dinivîsandin, ewa ku xwediyê wê Yûsif Melek bû. Di navbera salên1958 – 1959 an de, çîrokên zarokan di radiyo ya sûriyê de belav dikirin.
   Di sala 1957 an de, di ber gelê xwe de çûye Yûnan, di kongerê Antî Kolonyalîzimê de bi tena xwe amade bûye, û her çaç kursiyên ku navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi heybet û sawa xwe dagirtin. Tevî ku gelek kes li dij wê sekinîn û rêtengî jêer çêkirin mîna Mîžêl Aflaq, lê wê guh li wan nekir û navê gelê xwe bilind kir, bi tenê sefîrê sûriyê Yorkî Hekîm li pižt sekiniye, wek ku wê ji min re got…
   Rewžen xanim bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û di karîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî..
   Di sala 1971 ê de, çû kurdistana iraqê, serdana Melle mustefa Barzanî û li Hacî Amran û bi jinên kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên kurd damezirand…
Wergerandina Pirtûkan
1 – Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1951 de li Žamê çap kiriye.
2 – Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Žamê çap kiriye.
3 – Evîna min û Jana min:Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Žamê çap kiriye.
4 – Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di sala 1954 an de çap kiriye wek wefadarî ji bîranîna mîr Celadet Bedirxan re.
5 – Nameyek ji Mistefa kemal Paža re: Ji tirkî wergerandiye erebî û di sala 1990 li Žamê bi alikariya D. Zengî çaop bûye.
6 – Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1990 de, D. Zengî li Žamê çap kiriye.
7 – Giramêra Zimanê Kurdî: a mîr Celadet û Roger Lescot e, ji fransî hatiye wergerandin bo zimanê erebî û di sala 1990 de, Dilawer Zengî li Žamê çapkiriye.
   Her wekî diyare ku Bedirxanî di dîroka tevgera gelê kurd de, xwedî cihekî bilind û bihane, çi di warê xebat û bizava netewî de be û çi di warê wêje û rewženbîriya kurdî a gižtî de be.



   Rewžen xanim, xwe didît wek diya kurdan. Hejaye kurd jî jêre bibêjin Dayê. Dayê Rewžen xwedî hestekî kurdeyatiyê bû, pir dilovan û dilsoz bû, dêmê wê di rengê dêmên ewropiya de bû, nerîna çavên wê kûr û tûj bûn, dema ku mirov cara yekemîn pêre rûdinžt hestekî bi tirs diket nava cegerê wî de, mezinahî û serboriyek kûr û dûr di tîpên wê de xuya dikir, mirov dixwest her dem pêre rûne û lê guhdarîbike, nemaze dema ku serpêhatiyên jiyana xwe û mîr Celadet Bedirxan digot û dibiland.

Konê Rež

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark