Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rapor: 39 bûyerên binpêkirina li dijî rojnamevanan li deverên kurdî ji aliyên cuda yên di nav pevçûnê de.

 


Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan a Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, binpêkirinên herî berbiçav ji bo sala 2019an ên li dijî rojnamevan û saziyên medyayê yên ku li herêmên Kurdî rûdane, çavdêr kirin. Ji aliyên cûda di pevçûnê de li bakûrê rojhilatî Sûriyê, û ew di nav rêza raporên salane de ye ku ji aliyê ofîsê ve bi salan hatine derxistin.  Ji hêla profesyonel û bêalî ve wekî saziyek serbixwe ku di nav deverên Birêveberiya Xweser de dixebite, li gorî komek endamên Yekîtiyê ku li bajarên herî girîng amade ne,  digel vê yekê jî hevkarên ku bi saziyên xwe re li ser hêlên rûbirûbûnê di navçeyên şer de dixebitin.


Rapor, bi daneya û tabloyên xwe ve, hejmara binpêkirinên ku li ser rojnamevan û xebatkarên medyayê bûne bi hemû medya wan de, Ku îsal bû 39 binpêkirin, bi awayên cûda; di wê de 4 bûyerên kuştinê, armancgirtina rojnamevanan, çi bi firokeyan û çi bi guleyên topavêjê û birîndaran hebû, 14 birîndar. Gef, lêdan û devkî, herwiha tunekirina alavên rojnamevanan û wan rawestînin ji karên wan, 2 bûyer weha. Û binçavkirin 3 bûyer. Xebata yek kanalê bi karmendên xwe re hat sekinandin, yek bûyer. 4 rojnamevan hatin serdestkirin, û windakirina mecbûrî ya ku bi salan berdewam kir yek bûyer e, û di dawiyê de, bûyerên êrîşên li ser xanî û malên rojnamevanan 10 bûyer bûn.
Her çend deverên Birêveberiya Xweser ji bo karên rojnamevanan re ewletir bûn li gorî herêmên din , çi di bin kontrola rêjîma Sûrî de ne, an jî yên di bin kontrola opozîsyona Sûrî de bi navên cûda û fraksiyonên xwe; Lêbelê, sala 2019 bû bîner li ser du bûyerên herî girîng, di heman demê de, û dijber in di wateya armancê de! Ya yekemîn şerê dijî DAIŞê de û têkçûna çepera wê ya dawî li bajarokê Al-Baghuz li gundewarê Deir Ezzor, ku bêtir balkişandina medya kiriye ji mediyaya herêmî, erebî û navneteweyî; û ya duyemîn jî êrişa Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê wekî dagîrker, bi alîkarî û piştevaniya flkosyonên ku tên naskirin bi navê (Artêşa Netewî). Armanckirina rojnamevanan berî sivîlan ku wan bitirsînin û nehêlin binpêkirinên wan werin tomarkirin û belgekirin pêşî li girtin, wêne û belgekirina, danezandin û şerekî vekirî li dijî rojnamevanan armanc bikin; an li hember kesên karmendên alavên ragihandinê yên ku ji hêla saziyên Birêveberiya Xweser û parêzgehên wan ve hatine destûr kirin xebitîne.
Ya herî balkêş û cihê mixabiniyê ye ku binpêkirinên dijwar ji dema dagîrkirina Turkiyê û Artêşa Netewî hin deverên Herên Kurdî hatine kirin, vajî salên berê; ewan cudahî nekirin di nav pêkhatiyêb Sûriyê de, armanca serke guhertinên Dîmugrafî bû di Herêmên Kurdî de; hêjayî gotinê ye di me di rapora xweyî sala 2018ê balkişan li ser dijwariya û zoriya rewşa ragihandinê di dema dagîrkirina Turkiyê, mixabin dezgeh û rêxstinên navnetewî ew metirsî berçav ne girtin berî rû bide.
Em wek Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, me daxwazkiriye –û hîn em dikin- ji aliyên berpirs li Bakurî Rojhilatî Sûriyê ku rêzê li azadiya Rojnamegeriyê bigre, û rê li pêş rojnamevanan veke ku karibin bighên zanînan li deferên fermî û dezgehên rêveberiyê û azadiya belavkirina hemi agahiyan. Li vi rem wek dezgeheke çavdêrin û erka me belgekirina Binpêkirinan ne, aramanca me ne dijayetiya tu aliye.
Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê goman dikir ku piştî jinavbirina rêxistina Teror «DA`IŞ» ku rewşa ragihandinê baştir bibe, yak u salên bûrî li pişt pirtirîn kuştin, revandin, girtina rojnamevanan û çalakvanên Medyayê bû; Lê rastiya ku divêt bête ragihandin ku Turkiyê ne kêmî ewê rêxistinê Teror û Rêjîmên Ereban û Parastinên ewan Dewletan bû di aliyê Binpênkirinan de, pêre jî rê da wan piştevanên xwe ji çekdarên Artêşa Netewî ku kiryarên herî zor û dijwar li dijî Ragihandinê bikin; Berê me binpêkirinên Rêvebiriya Xweser belge dikirin, mixabin îroj em li ber binpêkirinê gelek cihan radiwestin. Lewra rêjeya Binpêkirina (Kuştin, birindarbûn, girtin, revandin..) bilind û nimiz dibe li gor kiryarên leşkerî di sala 2019, ew jî ji ber şerê DA`IŞê û derbas bûna Artêşa Turkiyê û çekdarên rikeberiya Sûriyê.
Em Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê vê Raporê li ber destên rêxistinên navnetewî radixin nemaze rêxistina «Peyamnêrên Bê Sînor» û «Yekîtiya Rojnamevanên Navnetewî». Hêviya me ewe ku rewşa Rojnamevaniyê û karê Ragihandinê baştir bibe di herêmên Kurdî de, bi rêzgirtina yasayên navnetewî yên azadiya Ragihandinê û di pêşerojê de çi lihevhatin bên kirin dibin serpereştiya Netewên Yekbûyî, divêt parastina Rojnamevanan ji hemî aliyên Nakokiyê û Pevçûnê bête kirin; di gel rêzgirtina Bendê 19 ji Ragihandina Navnetewî ya Mafê Mirov ya ku di naveroka wê de hatiye: «Mafê nerînê û bêjeyê ji her mirovî re parastiye, ev maf jî: azadiya baweriyê bi cudaya nerînan ye bê zor, guhdarkirina peyam û nûçeyan û belavkirina wan bê benkirina di sînor û deveran».
Li gor raporên salên bûrî de diyare ku rêjeya Binpêkirinê bilindtir dibe; di sala 2016ê de 18 rûdanbûn, sala 2017ê 24 bûn, sala 2018ê 31 binpêkirina hatin belgekirinê; Li jêr binpêkirinên sala 2019ê ne, diyare jî ku dadekirina kesên ku tundûtûjî kirina nehatiye kirin.
- Rûdanên kuştinê (4):
1- kuştina «Mihemed Reşo», peyamnêrê Kanala «ÇIRA» ya kurdî di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
2- kuştina «Se`id Elehmaed», peyamnêrê dezgeha «HAWAR», piştî rojekê ji birîdarbûna wî di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
3- kuştina karmenda ofîsa ragihandinê ya YPJ rojnamevan «Dîlan Ebdulah», piştî çend katjimêran ji birîdarbûna wê di 13.10.2019ê bi encama moşekên Artêşa Turkiyê û çekdarên rikeberên Sûriyê bajarê «Girê Spî».
4- kuştina «Wîdad Erdmecî», derhênerê Filmên Dîkomenter di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina balefirinê Artêşa Turkiyê mala wî li bajarê «Serê Kaniyê».
- Rûdanên Birîndarbûnê (14):
1- Birîndarbûna «Dildar Dilsoz Yûsiv» peyamnêrê "NORTH PRESS" bi parçeyên moşekan di nig û guh û destê wî de, di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
2-  Birîndarbûna «Emel Yûnis» peyamnêrê "STÊRIK-TV", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
3- Birîndarbûna «Huner Ehmed» peyamnêrê "RUDAW.TV", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
4- Birîndarbûna «Şiyar Ibrahîm» peyamnêrê "ARYAN-TV", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
5- Birîndarbûna «Ebdulreşîd Mihemed Mihemed» peyamnêrê Radiyoya "ORKÊŞ", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
6- Birîndarbûna «Rojîn Akîn» peyamnêrê Rojnameya "Yeni Politika Özgür", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
7- Birîndarbûna «Bêrîcan Delal» peyamnêrê Rojnameya "Yeni Politika Özgür", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
8- Birîndarbûna «Arsîn Cekso» peyamnêrê Dezgeha "FERAT", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
9- Birîndarbûna «Mihemed Akencî» peyamnêrê Dezgeha "ANHA", di 13.10.2019ê bi encama bombebarankirina Karwanê wan ji aliyê balefirinê Artêşa Turkiyê bajarê «Serê Kaniyê».
10- Birîndarbûna «Roj Mûsa» peyamnêrê "NORTH PRESS", di 03.11.2019ê bi encama bombebarankirina balefirinê Artêşa Turkiyê gundê «Elreşîdiyê» li gundewarên bajarê «Serê Kaniyê».
11- Birîndarbûna «Welat Şêxo» peyamnêrê "Ronahî-TV", di 12.11.2019ê bi encama bûyera Tangên Artêşa Turkiyê li Otombîla wan li gundê «Korbînkar» derdora bajarê «Kobaniyê».
12- Birîndarbûna «Zozan Remedan Berkel» peyamnêra Rojnameya "JIN", di 12.11.2019ê bi encama Gulleyekê ji Cendirmên Artêşa Turkiyê li gundê «Korbînkar» derdora bajarê «Kobaniyê».
13- Birîndarbûna «Fadil Hemadî» peyamnêra Kenala "Elixbariye Elsûriye" ya Rêjîma Sûriyê, bi encama Moşekên Çekdarên Artêşa Rikeberiya Sûriyê li gundê «Om Elşe`ifa» derdora bajarê «Serê Kaniyê».
14- Birîndarbûna «Idrî Ebdulah» peyamnêra "Ronahî-TV", di 12.11.2019ê bi encama Moşekên Artêşa Turkiyê û hevbendê wê yên Rikeberiya Sûriyê li gundê «Om Elkêf» derdora bajarê «Til Temir».
- Rûdanên Girtinê (3):
1- Girtina Rojnamevan «Taha Sîno» rêvebirê Radiyoya "ARAT.FM" di 22.02.2019 ji aliyê «Parastina Dewletê» ya rêjîma Sûriya û li Bajarê Qamişlo, û di 19.05.2019 serbest hat berdan li Dîmeşqa paytext.
2- Girtina Rojnamevan «Mihemed Tewfîq Elsexîr» di mehe Hizêranê 2019, ji aliyê Asayişên reveberiya xweser bi tewana şewtandina çandiniyan û wênekişandina şewatê.
3- Girtina Rojnamevan «Botan Şêx Silêman», karmendê berê yê "Ronahî-TV" di 26.10.2019, ji aliyê Asayişên reveberiya xweser ji mala wî li «Kobanê» bi tewana wênekişandina bê destûr û kar di alaveke Ragihandinî bê Ruxset.
- Rûdanên Rawestinê (4):
1- Rawestandina rojnamevan «Hazim Elferec» di mehe Berçile 2019 ji aliyê Asayişên reveberiya xweser li bajarê «Elreqa» bê diyariya sideman.
2- Rawestandina rojnamevan «Alaa Se`idûn», peyamnêrê dezgeha "SIMART" di 20.11.2019 ji aliyê Asayişên reveberiya xweser li bajarê «Kobanê» bê diyariya sideman.
3- Rawestandina rojnamevan «Heysem Muslim», karmendê «Free Lanser» di dezgeha "France-Press" di 20.11.2019 ji aliyê Asayişên reveberiya xweser li bajarê «Kobanê» bê diyariya sideman.
4- Rawestandina rojnamevan «Himbervan Kosa» ji aliyê desthilatdariya Malîziya li Firokxana «Kuwala Lampor» di 07.12.2019, ew veguhestina dadegeha wî welatî, dibe jî ku wî vegerînin herêma Kurdistana Ȋraqê.
- Rûdanên Gefekirinê û Penekirinê (2):
1- Rênedana leşkerên Turkiyê 12.11.2019 ku hevkara me «Newroz Reşo» peyamnêra «Dengê Amerîka» wêneyê Kerwanê Artêşa Turkiyê bigre, di dema ku bi Gulleyan û Domana histirbarnê li dijî welatiyên ku li pêşiya kerwanê wan rawestiyan.
2- Hevkarê me «Ridwan Bêzar», peyamnêrê "Kurdistan 24" nameyên kuştinê jêre hatin rêkirin li ser Mobayilê wî bi sedema karê wî wek nûçeguhêzê bûyeran li Kobanê û Reqayê.
- Rawestandina Ofîsên Ragihandinê û karê wan (1):
1- Rawestandina karê Kenala "Kurdiatan 24" ji aliyê komîta Ragihandinê di Rêveberiya Xweser de, û girtina Ofîsên wê li «Kobanê û Cezîrê» di meha Tebaxê 2019, bi tewana ku karmendekî ewê Kenalê karekî ne pîşesazî kiriye, paşê ew biryar rawestandin di daxuyaniyeke fermî de.
- Rawestandina windabûna nehênî (1):
Em wek YRKS bi dilekî şikestî diyar dikin ku hîn hevkarê me «Ferhad Hemo» winda ye ji 15.12.2014 ku rêxistina Teror "DA`IŞ" ew revanddibûn, bi têkçûna DAI`Şê û çepera wê ya dawî li bajarokê Al-Baghuz li gundewarê Deir Ezzor, hîna rewşa «Ferhad» ne diyare.
- Destdanîn li ser malên Rojnamevanan (10):
Çekdarê Artêşa Niştimaniya Sûriyê ya rikeber û bi piştevaniya Artêşa Dewleta Turkiyê dest danî li «10» malê rojna,evanan, ew jî evin:
1- Serdar Mele Derwîş, birêvebirê giştî yê Toreya "ASO" ya nûçeyî.
2- Mihyedîn Ȋso, birêvebirê bernameyan di Radiyoya "ARTA.FM" de.
3- Rodî Se;îd, wênegirê dezgeha "Reuters" za nûçeyan.
4- Ebdulhelîm Suleyman peyamnêrê rojnameya " The Independent" ya Erebî.
5- Orhan Kemal, rojnamevan û çalakvan.
6- Alaa Elrûbeyî, peyamnêra rojnameya "ElTaa Elmerbûta" û toreya "ASO".
7- Ezedîn Salih, rojnamevan û çalakvan û peyamnêrê berê yê "ARATA.FM".
8- Heysem Hecî, wênekêşê Kenala "KURDISTAN 24".
9- Alan Osman, nûçenivîs di kenala "ELYEWM".
10- Hesen Se`îd Ebdulah, peyamnêr û amadekarê raporan di dezgeha "NORTH PRESS".
Li gor agahiyan ji deverên dagîrkirî ku ketine bin kintirola çekdarên Artêşa rikeberiya Sûriyê de bi piştevaniya Artêşa Turkiyayê, ewan destên xwe danîne ser malên hemî rojnamevanên kurd.
Hîn Sûriya li gor rêjeya navnetewî di pileyên serke yên dijwar de ye ku metirsî heye li ser jiyana Rojnamevan û Çalakvanan; ku tendûtûjiyên dermafê wan de tên kirin li Sûriyayê bi hemi şêweyan; wekû ku hatiye belgekirin ji Adara 2011ê 455 rojnamevan li Sûriyayê hatine kuştin, lewra ew maye di nava «Listeya Reş» de li welatê Erebî û cîhanî, wek di nerixandina rêxistina «Peyamnêrên bê Sînor» de hatiya di sala 2019ê.
YRKS, di 10.03.2012 hatiye damezrandin li bajarê Qamişlo, piştî guftûgoyan di navbera komek ji rojnamevanên kurd, yên ku ji Kulîceya Ragihandinê ya Şamê Belgeya xwe bidestxustibûn; ev rêkxistin damezrandin bi armanca pêşvebirina ragihandina kurdî bi taybetî û ya Sûrî bi giştî; YRKS, di rapora xweyî salane de, piştrast dike ji agehiyên endamên xwe ku li hemî herêman hene, li gel jêderên nûçe û raporên ku tên belavkirin di alavên ragihandina yên xwecihî de, di dema binpêkirin dibe, pêre jî komîta çavdêr xwe dighîne ewan rojnamevanên ko tundûtûjî li wan hatiye kirin.
Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan a Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê
Qamişlo 01.01.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark