Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu Zanê

 


Bavê Zozanê

Tu zanê
dema ku helbestên kenê te
di ser ezmanê dilê min de
dibûrin
wê çaxê hestê min
tije  rist û awaz û hevok dibin


Tu zanê
dema ku romana evîna te
bi dizî di ruhniya çavê min de
di piþkýve
we çaxê
bexçê  razên min
miþt teyrê Ebabîl û Kevok dibin
Tu zanê
dema ku bihna barana te
mîna ava kewserê
di nêv best û geliyên
xewnên min de diherike
wê çaxê
xem û derdê min
pêkve þerm û revok dibin
Tu zanê
dema ku sîka awirên te
bê hemd
tevlî qrmûþikên evîna min
pistepistê dike
wê çaxê
sebaxa gundê min
tije þoqil û nok dibin
Tu zanê
dema ku
payîza bejn û bala tey
xil û xavî
pelên xwey zêrîn
di ser kaniya evîna min de
di weþîne
wê çaxê
þevên tarî
hemî ji þerme rok dibin
Tu zanê
dema ku
lavlavên te ye
ber bangê
tevlî reþa penaberiya
xewa minî bizdok dibe
wê çaxê
gazinê minî behetî
bê pî û dest
û çok dibin
Tu dizanê
dema ku deh parçe
birîn bi hev re
li zingilê dilê min dixin
wê çaxê
li kafirstana kezeba çolê
li wê mesîla piçûk
li ser lêvên çem
li þûna piyên te
hest, þûnwar
û þaristanî
dizîvirin
girover û gok dibin
Tu zanê
dema ku
çira te ya kesk
nivê þevê
ji piþt ve  bi dizî
destê min digre
reqs û semayê  dike
wê çaxê
dîlan diçirise
dikene
di axive
dil û hinav yek ser
bi hev re
saz û kok dibin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark