Dr.Pihl.Ebdilmecît ŽêxoDayê Tewrîz Hawramî Helbestvan Dayê Tewrîz Hewramî di dîroka wêjeya klasîk de nimûneyek gež e,ewa di sedsala deh û yanzdan de jiyaye,ewa yekem jin e ku navê wê di pirtûka (Serencam) de mîna helbestvaneke Kurd cihê xwe girtiye. Ewa jî di wê serdemê de mîna pir hevalên xwe helbestên xwe diterxîne Xwedênasiyê.Divê em li vir jî bi bîrhûnin ku di wê serdemê de(Ehlî Heq)
di her hefteyekê de carekê li civatxanê diciviyan,li wir Pîr yan serokê civatê li tembûrê dida,bi dengekî kežîner çend helbestên xwež ji (Serencamê)dixwandin û guhdaran jî li pey wî xwendina helbestan dubare dikirin,bi vî awayî ewan xwe nêzîkî Xwedê dikirin.Dayê Tewrîz Hewarmî dinivîse: Cem pey rasan en,cem pey rasan en Yaran,yaran cem pey rasan en Her kes nêwekî kero asan en Cem Pey rožnî zêl xasn en. Ewa bi gîžtî li jor weha dibêje:Ey Yaran!Kombûn di civatxaneyan ji bo bažiyê û rastbûna mirovan e,ew kombûn ji bo paqijbûna kesên bawermend û Xwedênasan e. Xatun Mey Zerd Xatun Mey Zerd jî ji Loristanê ye,older e û yekek ji rêbaza (Yarî) e,ewa jî di sedsala yanzdan de jiyaye,ewê helbest li ser Pîrê xwe vehûnane û di wir de pesnê dide wî û hin helbestên wê jî li ser rêbaza (Yarî) ne û helbestên wê jî, ji peyrewîkirina rêbaza (Yarî) re bûne yasa û rêçik. Hin malik ji helbestên wê: Xwežîn Cebar,xwežîn Cebar -2- Hezar sîwar ama yo žahîn Cebar Cebar xwežîna êmažan žikar We rehmetewe bijendî diyar. Yanê;ewa dibêje:Ey Xwežîn!Ey Xwedênasê hêzdar!Bi hezaran Žahcîwarên Xwedênasiyê hatine vê cîhanê,lê belê yek tenê ji hemûyan bi hêztir e,ew jî tu yî,ey Ža Xwežîn !Te bi hêza xwe em jî kirine peyrewê xwe . Eger em hîn zelaltir mebesta helbestvan bidin diyarkirin;ewa di vir de li gorî pirtûka (Serencamê)balê dikžîne ser serdema zaroketiya Ža Xwežînê. Gava ku Ža Xwežîn hîn zarok bû,Romiyan êriž birin ser axa Loristanê,piraniya gelê herêmê reviyan,Celala Xanim dayika Ža Xwežînê bi bapîrê wî Mîrza Amana re bar kiriye, ji nûžkava Romî li pêž wan peyda dibin û êrižê dibin ser wan,lê ciwanek hêzdar derdikeve hole, ew bi tenê li hember Romiyan žer dike,wan tarûmar dike û navê wî ciwanî Ža Xwežîn e . Herweha jî di serdema jiyana Xatûn Mey Zade de çend rêvebirên (Yarî) li Kurdistanê û nemaze li Loristanê wek Pîr Žalriyarê,Baba Feqî,Babe Hesen,BabaTahir dijiyan, Xatûn Mey Zade li ser Pîr Žalyar weha nivisiye: Žehriyar mest;Žehriyar mest Wê rehmetewe biwêmî sermest Diyar bijendî we,heydest,heydest Xiwacan ney hejmet wene neyo kest. Helbestvana me di vir de dibêje:Ey Pîrê Žalyarê sermest!Bêhile ku em hemû li vê herêmê ji ber bereketa Xwedênasiyê serxwež bibin û em rêkê bidin biyaniyan ku ew werin herêma me û divê em deriyê li ser biyaniyan ne girin û bi hatina biyaniyan,wê kêfxwežî û demxwežiya Xwedênasiyê têk neçe.
-3- Fatime Lorya Goranî Ev xanima jî older û meynoža piyala Yazdan bû,ewa dildara helbestvan Baba Tahir Hemedeanî bû,awazên helbestên wê li ser lûtke û çiyayên Kurdistanê ji dil derketine.F.L.Goranî jî di sedsala yanzde û diwanzda de li Hemedanê jiyaye û gorna wê li rex dîlberê xwe Baba Tahir Hemedanî ye. Fatime bi Baba Tahir Hemedanî re li Hemedanê dev ji cîhanê berdide û dest bi peresta Xwedê dike,Baba Tahir ji Ža Xwežîn lava dike ku ew mora (Nikeha )wan bike,lê Ža Xwežîn mizgîniyê dide Baba Tahir û dibêje:Têkelî û pêwendiyên jin û mêran di roja dawîn û roja axretê de wek pêwendiya Leyla û Mecnûnê dimîne,pižtî van gotinên Ža Xwežînê,Fatime spasiya Ža Xwežînê kir û li dawiyê evîndariyên herduyan li badilhewa naçin. Fatime yek ji alîgir û dostên Ža Xwežîn bû û ewa ji aliyê Pîr Daniyal,helbestvanê serdema sedsalên (14-15) an mîna firîžteyekê hatibû binavkirin,ewa jî razdara rêbaza (Yarî) bû. Gava Baba Tahir ji Ža Xwežinê Fatimê dixwaze,di wê demê de Ža Xwežîn,Babe Tahir dižîne cem Fatimê û ewê bersiva xwe di van malikên jêrîn de daye Ža Xwežînê. Giyan perê žêr en,giyan perê žêr žen Her kes tu dara giyan perê žêr žen We namit sewgend derûnim bêž en Bê to giyan û zêl hemîže rêž en. Yanê;Fatime dibêje:Ey Ža Xwežîn!Her kesê ku ji te hez bike û bibe alîgirê te,giyan ji wî yan ji wê re pêwîst nake,ez bi navê te sond dixûm,hundirê min dêže û bê te dil û giyanê min zamdar e,ezê çawa kanibim vê te bijîm? . Fatime di helbesteke din de weha dinivîse: Yarîm mahaman,yarîm mahaman e -4- Ane dû roç en yarîm mahman e Mahman e pažay her du gîhan e Sînem textgay žah zeman e . Fatime Loreya Goranî li jor dibêje:Va ye du roj in yarê min bûye mêvanê min,ew mêvanê zarok û Pažayê herdu cîhanan e û sîngê min textgeha Žahê demê ye ango;Fatime dixwaze bêje:Yarê min Žah Xwežîn e, ev du roj in ku ew li Xanqînê bûye mêvanê min,ew awên e,ew pažayê herdu cîhanan e û sîngê min di roja axretê de,dê bibe textgeh û nivîna wî.
Lîza Xanim Caf Lîza Xanim Caf ji bajarê Žehrezorê ye,ewa di sedsalên (11-12) an de (zayînê) jiyaye,lê belê wê jiyaneke dirêj li Loristanê derbaz kiriye,ewa jî mîna hevalên serdema xwe alîgirê Ža Xwežîn bû.Lîze Xanim di lêdana tembûrê de žehreza bûye,ewê helbestên xwe dikirin stran û di ber lêdana tembûrê re jî distira,ewa dinivîse: Heyder seraf,Heyder seraf Çendî ne Eyne bîm ne gêc taf Îsa mewcan penem kiçe caf Qebale marî ne taž masaf. Yanê ewa dibêje:Ey Heyderê cewhernas,maweyeke ez di gundê Eneyê de bûm û ez di nav gêjitiya wê avahiyê de dijiyam,niha ji min re dibêjin:Ey keça Caf! Divê tu sir û raza (Yarî) di nav çiyayê Mesafê de pêkbînî ta ku tu bibî razdara rêbaza (Yarî). Lîze Xanim dîsan dinivîse: Heyder nazkêž,Heyder nazkêž Ne hizûr Žapameniyor we pêž -5- Qebaly siren bikere endêž Ba neza no pêžb êgane û xwêž. Helbestvan di van malikên jorîn de dibestîne:Ey Heyderê nazkêž ,gavên xwe li hember Ža mavêje û pêž de neçe,divê tu bi fermana Ža raza (Yarî) bi pêk hûnî û divê tu hinekî li ser(Yarî)kûr biramî û bila kes bi vê razê nizanibe,ango;Lîze Xanim bang li Heyder dike û dibêje:Ey Heyder tu bi fermana Ža bûyî nazkêž û razdarê(Yariyan)û eger Ža çi kar spartiye te,divê tu wê zor baž pêk bînî ,ta ku gel jî baweriya xwe baž bi te bike . Lîze Xanim li ser surûžtê jî weha nivisiye: Wefiran bi we aw,wefiran bi we aw Wehar çonama wefiran bi we aw Gul û wenew žehorê zance kaw. Helbestvan dixwaze di malikên jorîn de bêje:Vaye Buhar hat,berf li ser çiyan namîne,gul û binefž ji xew radibin,dežt û çiya hêdî,hêdî li her der sersewiz û kesk dibin,bêhna xwež belav dibe û cîhan jî dibe buhužt. Em di vê baweriyê de ne ku helbestvanên jin ji yên me li jor bi navkirine hîn pirtir in,lê me dixwast li vir tenê çendekan bi wêjehezan bidin naskirin,lê herweha jî pir pêwîst e,em bi we bidin zanîn jî ku me di vê gotarê de gelek sûd ji wêjevan Feqîh Husên Socnuq dîtine û me li gor žirovekirinên Feqîh Husên Soqinc helbestên helbestvanan pêžkêžî xwendevanan kirine. Lê li gor baweriya me;lêkolîner Feqîh Husên Soqinc helbestên helbestvanên jin ne bi zaravê Lorî –Goranî xwerû nivisîne,ewî hin caran bi peyvên kurmancî ažle kirine,lê ewî pir bi zelalî û pisporî žirovekirnên van helbestên jorîn pêžkêžî xwendevanên xwe dike û em di nivisîna vê gotarê de pir dêndarê wî ne.
|