Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berderş, Gewîlan navnîşana êşeke nû bê sarêj

 


 Idrîs Hiso

Vê sibehê wek gelek rojan, berî roj hilê, ez derketim min got ez dê hinekî bipeyim (Bimeşim).
Min dît ku hejmarek barhilgir(kamiyon) û hejmarek beldozer li Gewîlanê kar dikin, erdê rast dikin û axê li serhev li deverên destnîşankirî kom dikin.
Amajeya nexêrê ye, careke din wê penaber li vê deverê biciîbibin.
Di sala 2013an de yekemîn car penaberên Rojavayê Kurdistanê li heman cî, li Gewîlan hatibûn niştecîkirin.


Ji 01.10.2013an, di heman roja ku penaber ji yarîgeha Berdereş ji bo kampa Gewîlan hatin veguheztin, min jî dest bikarê xwe wek Birîpêçan, li Gewîlanê li nav penaberan bi rêxstina Nûjadarên Bê Sînor a navdewletî destpêkir.
Ji nişkêve mirov her tiştî ji dest dide û dibe mêhvanê konekî, lewma rastî rewşeke derûnî pir xirab dibe, ti nirx ji mirovahiyê re namîne.
Hûn dizanin çi ye heger mirovek ji hemû reh û damarên xwe, ji mala xwe, ji xaniyê xwe, ji welat, gund û bajarê xwe û bîranîn û hevalên xwe dûr bikeve, bi kêlîkekê bibe penaber û di konekî de rûnê, ne wî ji serma Zivstanê û ne jî ji Germa havînê diparêze, ne jî mişk û maran ji wî dûrbixe?
Wê demê dîsa wek ku îro li kapma Berderş dibe, û sibe dê careke din li Gewîlanê bibe.
Kes nizane derdê mirovekî demak di tabûrekê dirêj de ku ji dehên mirovan pêkhatiye, radiweste û misînê avê di destê wî de ye da ku biçe destava xwe biqedîne, yan jî pariyek nan bidestbixe, jin û mêr bi mehan divî halî de man.
Vê sibehê bi dîtina van beldozer û kamyonan ku amadekariyên pêşwaziya penaberan dikin, hemû wêneyê sala 2013 an hatib ber çavên min.
Şerpezeya di konan de serê wê Zivistanê, zarokên di nav şil û şepelyê de, serma, germa, şewitandina konan û şehîdbûna Samir Hiso wek yekemîn penaber ku di encama şewata konekî de şehîd bû.
Min qet nedixwest ku careke din ew tiracîdiye dûdbare bibe, min qet nedixwest careke din zarokekî di wî halî de bibînim.
Careke din ji bo terorîstên Tirk û Çeteyên Islamî tundirew aştiya xwe pêk bînin çemê xwîna me dirjînin, xwedêgiravî operasyona Kaniya Aştiyê li Rojavayê Kurdistanê dikin, lê wan miletek bi serêxwe koçber û aware kirin.
Careke din li serê vê Zivistanê kerwanê koçberiya Kurdan, li ber çavê hemû cîhanê destpêkir, tu dibêje qey qedera Kurdan e, ku berdewam koçber û penaber bibin û malên wan werin dagîrkirin. Careke din qirkirinek bi serê Kurdan tê, piştî ku Kurdan cîhan ji terora DAIŞê rizgar kir, niha jî ji mal û welatê xwe koçber dibin, malên wan talan dibin, xaniyên wan dişewitin û dibin mêhvanê konekî, bê av û bê Kehrebe.
Rojane karwanên awareyên Rojavayên Kurdistanê bi taybet xelkên Serê Kaniyê ber bi Başûrê Kurdsitanê ve tên, rûmest û dilxemgîn in lê di çavên wan hêviyek heye, mirov dikare bi hesanî bixwîne, hêviyan ew e ku vê carê cîhan û zilhêz wan di nav êş û azarên wan de nehêlin, û wijdanê zilhêzan tevbigere û ji bo parastina wan çareseriyekî li ser axa welatê wan bibînin.
Lê xweska îro çavên min ji xewê şiyar nebûna û tiştê ku min li Gewîlan û Berderş dît min nedîtiba.
Berderş – Gewîlan 26.10.2019
Rojnameya Kurdistan, hejmar 160, 01.11.2019z



 

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark