Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dabeşbûna tevgera me li Rojavayê Kurdistanê bidestên me bû û hêzkirina bizava me jî bidestên meye

 


Dr Ebdilmecît Şêxo

  Ramangirê Ereb Prof.Dr.Burhan Xelyon dibêje;
 " ÇARENÛSA ME NE LI SER ENIYA ME HATIYE NIVSÎN;
LÊ EWA BI DESTSÊN ME ÇÊ DIBE:"   

  Bê serdorên dirêj dixwazim yekser li ser çarenûsa gelê Kurd û welatê me Kurdistanê rawestim.


Di pêvajoka dîrokê de ji ber dewlemendî û samanên Kurdistanê,yên li ser erdê û bin erdê, welatê me her dem bi destên neyaran, dagîrker bû ye. Ewa bi destên neyaran çend carkî hatiye dabeşkirin û bi destên dijminan samanên welatê me hatine dizîn, ta niha jî li sê beşên din jî ji aliyên destladran de têtin dizîn, gelê Kurd bê vîna xwe û bi darên zorê ji dewlemendiya xwe bê par ma ye.
Çarenûsa gelê me ta roja îro bi giraniyek pir mezin bi destên biyaniyên dirawsê û paşê bi destên koledarên ewropî hatiye destnîşankirin, ango mîna ku li jor Dr. Burhan Xelyon nivisiye; "Çarenûsa me ne li ser eniya me hatiye nivisîn ; lê ewa bi destên me çê dibe ..". Yanê çarenûsa gelê Kurd jî li ser eniya gelê Kurd û li ser eniya Kurdistanê  ne hatiye nivisîn, ewa bi destên dijminan, koledaran hatiye parvekirin û bindestkirin, lewra divê ewa bi destên me jî bête azadkirin.
Gelê Kurd di jiyana xwe ya siyasî û netewî de ji hemû miletên hawîrdoren xwe û ji gelên cîhanê re mêlg kiriye ku ewî bi destên xwe, bi hêzên xwe, bi xûna xwe pir ji bo çarenûsa xwe berxwedan kiriye û hîn jî ew bi hemû kanînên xwe di vê riya pîroz de  bi pîdarî berdewam e .  Di nirîna min de riweşta herî giring û baş ku mirovê Kurd kane xwe pê serbilind bibîne ew e, ku ew yekcarî nikane zor û setemê bipejrîne û ewa bê sênor baweriya xwe bi azadiya xwe tîne, ev rastiyên erênî dîroka gelê me xemlandine, lê pirsgirêkên herî mezin li nik me, ne başbûna karên rêxistinî û dabeşkirina trevgera me ne.
Di vir de ez naxwazim li ser aloziyên rêkxirawî li beşên din ji Kurdistanê rawestim, lê ez niyaz dikim ku bi çend rêzkên sakar dîsan  rewşa tevgera me di warê rêxistinî de  di ber çavên  me re derbaz bikim. Yanê cerkî "Partî dêmkoratî Kurdisanê li Sûriyê di sala 1957 an de hatiye damezrandin, ne bi xêr cara yekem partiya me di sala 1965 an  bûye du beş, di sala 1972 an de bû ye sê partî û paşê her çend salan her patiyek ji van partiyan dubare an sêbare bi destên me hatiye perçe,perçe kirin,li dawiyê mîna ez zanim hejmara wan bi partiyên biçûk ve gihane 14 partiyan.
Me berê ji gelê xwe re digot; ev partiya yemînî ye (rastgir e) ya din yesarî ye (çepgir e), ya sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye.  Belkî di wê demê de pir kesan dikanîn bi hêsanî baweriya xwe bi vê partiyê an bi wê partiyê bihanîna,lê piştî ku her yek ji van partiyan bû ye çend beş, vê carê gelê me bi sanahî jî riya xwe di warê rêxtinî de şas dike,  bi sed hezaran Kurperwer ji hev û ji endamên partiyan vekirî dipirsin û dibêjin; eger partiyek rastgir e, ya din çepgir e,  ya sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye, lê partiyên din çin e ????   Vê carê berpirsiyar, kadêrê û dostên partiyan destên xwe li sîngên xwe dixistin û digotine gelê xwe; em çepê li ser riya zanistiyê ne, çepên din keysebaz in û ji riya Lênîn û Markis derketine.
Partiyên din jî digotin; ev partiya bi dewleta Sûriyê ve girêdayî ye, û  pêwendiyên pêşengên wan yekser bi dezgeyên asayêşên Sûriyê re henin, hin partiyan jî li ser partiyên din digotin; ewanan bi Berzanî ve besta ne, ewanan bi fermana wî li Sûriyê dixebitin. Li vê dawiyê jî dîsan hin partî hatine holê û ewanan li ser yên din dibêjin; evan partiyan li Kurdistana Sûriyê naxebitin û ewanan nikanin pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê çareser bikin.
Lê weke her kesek îro dizane piştî rûxandina sêstêma sosyalîstiyê baredoxa siyasî li cîhanê pir hatiye guhartin, heyama nûh bandora xwe li ser hemû têkoşînên siyasî kiriye, lewra jî hin partiyên me nav û bernamên xwe jî guherîn, dîsan h.w.d.û niha partiyek bi ya din re nikane bêje; tu  rastgir î an tu çepgir î, ango ev astengiya ramanî, eydeliyocî ji holê rabû ye .
Lê tevî van guhertinên nûh, dîsan partiyên me pir bûn, ez dixwzim li vir çend sedemên serke hûnim zimên 1-Ez bê peraw û vekirî dibêjim; nizimbûna pileya rewşenbîriyê û ramanê li nik pir siyasetmrdarên tevgera kurdî.2-Ezeziya bilind, yan xwehezkirina pir mezin li nik gelek rêvebir û kadêroyên partiyên me .3-Gelek pêşeng û rêberên partiyên me, ji ber nexwşiya ezeziyê nikanin yan naxwazin fersendê bidin niweyên îroîn û ewanan bawer dikin ku ew herdem mamoste û zana ne, tevî ku ji me hemûyan re baş diyar e, pir endamên partiyan di rêxistinên xwe de di rêzên paşîn da ne, lê ewanan  ji rêberên xwe yên rêxstinî pir şehrezatir û ronakbîrtir in.4-Gelek caran pêşengên partiyên me çavtengiyan li rewşenbîrên siyasî, yan li pisporên pêşeyan dikin û naxwazin wanan li rex xwe, yan car caran jî li jor xwe bibînin ..5-Pir ronakbîr û bîrewerên me jî hene bê dadmendî xwe di ser partiyan, yan xwe di ser tevgera xwe re dibînin, xwe ji partiyan dûrdixînin û newêrin rexnên xwe jî vekirî arastî tevgerê bikin, an destên xwe aşkere deynin ser nexweşiyên keysebaziyê, nezaniyê, ezeziyê, an dîkteturiyê û h.w.d.6-du sê partiyên me li Rojavayê Kurdistanê henin, belkî ta radeyekê li ser tektîkên xebat û çalakiyên rojane di hundir Sûriyê de ne lihev bin, lê dîsan jî bi ya min be cudabûnên pir mezin di navbera wan de tune ne.7- dijwarbûna sirûşta doza Kurd bi awakî giştî.
Eger serok û merokên me kanibin xwe ji van rûdawên neyinî û zor tirsdar rizgar bikin, belkî tevgera me kanibe xwe ji gelek aloziyên rêxistinî rizgar bike, dê hejmarên partiyan û martiyan li nik me kêmtir bibin, dê baweriya gelê me bi tevgera xwe xurtir bibe û dê bizava me di cîhana siyasî de kanibe pirtir û rindtir xebata xwe bidomîne .
Tu kes ji me nabêje; bila hemû partiyêm me bibin yek partî, ne xêr!lê  em bi hezaran welatparêzên kurd bi dengên bilind bang li partî û kesayetiyên ku mîna hev diramin, bi zûtirîn dem xwe bigînin hev, dema me niha pir nazîk e, pir giring e, xebat ji bo dêmokratiyê, azadiya gelan û mafên mirovan berdewam e. Li aliyê din, rûya zordarên gelê me di nav siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de reştir dibe, lewra jî divê partiyên me, kesayetiyên me yên rewşenbîr, rêzanzanên serbixwe li xwe vegerin û bi kêmasî  yên mîna hev diramin, bi tenderustiyeke ramanî û siyasî baş û bê nexweşiya ezeziyê û kursiyê dîsan werin cem hev û hejmarên partiyên gelê Kurd kêmtir bikin. Lê divê ez vê rastiyê jî  bêjim û li                         
gor ez dibînim, cerkî ku rêjîma sedamî hatiye rûxandin, stêrka gelê Kurdistana Başur geştir bû ye, helwesta herêma Kurdistanê ya netewî bi seroketiya pêşmergê qehreman serok Mesud Berzanî xurtir dibe, serok M.Berzanî namên yekser û ne yekser ji cîhanê û dewletên derdora me re pir bi zelalî dibîje; mafê netewa Kurd heye ku dewletke xwe serbixwe hebe, û her weha jî dîsan dibêje; emê piştvaniya xebata siyasî ya gelê Kurd li her sê beşên din jî bikin. Ev tun helwesta berpirsiyarene wireya siyasî û netewî li nik gelê Kurdistanê û li nik hemû welatparêzên Kurd bilind dike, baweriyên pir partî û cemawerê Kurd li her çar beşên Kurdistanê hîn bi serok Mesud Berzanî hêztitr dibin, cimkî Mesud Berzanî û P.D.K li ser binaxa rêbaza siyaseta welatparêziya hişmendî ya nemir Mistefa Berzanî têkoşanên xwe netewî, têkeliyên xwe mirovane bi gelên dirawsê re dajon, û serok Mesud Berzanî rastiya rêbaza serokê nemir Mistefa Berzanî ji niştimanperwerên her çar beşên Kurdistanê re mêlag kiriye û ewa(rêbaza ) bi sedên nimûyên jîndar li Kurdistanê, li Bexdadê, li Rojhilata Navîn û li nav dewltên "Yekitiya Ewropî " çespandiye.  
Li ber roniya van sedemên jorîn, pir partî û rewşenbîrên Kurdên Kurdistana Rojav jî careke din li xwe vedigerin û dixwazin berjewendiyên gelê Kurd biparêzin û vîna miletê xwe derbibirin, lewra jî em niha dibînin hin partî û  ronakbîrên Kurdistana Rojava vedigerin nik partiya xwe ya dayik û hin jî niha li ser riya vegerêne, ewanan dibînin ku P.D.K El-partî bi seroketiya têkoşerê navdar Mihemd Nezîr xawên helwesteke siyasî cîwest  e, partiyeke cemawerî ye, pêwendiyên xwe bi pir partiyên beşên din ji Kurdistanê re xurt in û bi taybetî ewa xwe mîna partiyek bira ji PDK li Kurdistana Başur dibîne û li ber sîtava nirîn û felsefa siyasî ya M.Berzaniyê pakrewan siyasetên xwe li Kurdistana Sûriyê û siyaseta xwe ya dervayî jî dimeşîne.
Bê ku ez navên hin partiyan an hin kesayetiyên ku li partiya xwe ya dayik vegeriyane û yên dixwazin vegerin hûnim zimên, ezê bê dudilî bêjim; ewanan gavên pîroz avêtine û davêjin, ewanan xwe ji hin pirsgirêkên saykolocî, siyasî, rêxstinî rizgar kirine, dixwazin hêza gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê xurtir bibe û roja serketin û azadiyê ji miletê xwe re nîzîktir bikin. Ji ber vê jî ez dixwazim bi bûneya van xwelêvegerînên siyasî û rêxistinî gelê me û P.D.K –El -Partî li Rojavayê Kurdistanê pîroz bikim.Li aliyeke din ez hêvî jî dikim ku hin partiyên me, hin serok û sekretêrên me yên ku mîna hev diramin û şêweyên çareserkirina pirsa Kurdî mîna hev dibînin, bê dudilî refên xwe bikin yek, ji berku pêşeroja gelê Kurd tenê di van gavavêtinên erênî da ye, ew kesên ku niha ji ber sedemên ne rewa û diyardeyên ne tenderustî li pêş yekitiya hêza Kurd radiwestin, em neçar dibin ji wan re  bêjin; ku ewanan ji bo kursiyên xwe nikanin ji çar serokan, serokekî tenê derxin holê. Di vê derbarê de ez hez dikim nimûnekê ji welatê Ereban hûnim zimên, dibêjin;  ji şalyarekî siyasetmedar pirsîn; te berê pir li ser yekitiya hêzan, yekitiya partiyan û yekitiya dewletên Ereban dipeyvî û te derbarê vê mijarê de dinivîsand, lê cerkî tu bû ye şalyar, em gotin û nirînên te yên berê ji nabîhsin  ??
Siyasetmedarê Ereb weha pir eşkere û bi mêranî bersivand û got; ma ez dînim niha li ser yekitiya hêz û partiyan û dewletan bipeyvim, eger dewletên erebî bibin yek, cihê min dê li ku bimîne ? Vêca ez pir ditirsim ku pir serokên me jî weha biramin, lê ewanan nikaninbin weha mîna şalyarê Ereb bersivên xwe vekirî bidin gelê  Kurd.  .!!!  

Elmaniya ,18.04.2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark