Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mêrdînê û Dengbêjî

 


Konê Reþ

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek þîr tê yek þekir tê
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eþq û dil tê
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreþê ji nav gawir tê..
  Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di nav civata xelkên Beriyê Mêrdînê de hebû; ji berberiyê, þerê êlitiyê, þerê netewên cîran û xweparastinê, xelkên beriyê li gor xweristiya beriya xwe, amûrên muzîkê wek def, zirne, kemaçe û tembûrê ji xwe re bijartin û li ber dengê jenên wan kul û xem, kêf û þahiya xwe anine ziman û reqisîne.


  Erê ji mêj ve mûzîk, stran û semayê rola xwe di civaka xelkên Beriya Mêrdînê de listiye û akama wan di derûna xelkên wê de hatiye kolan. Ta pileyekê ku xelkên beriyê nikarin dûrî stran û mûzîkê bijîn! Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka welatê xwe Kurdistanê kiriye, wiha jî hez mûzîk û stranê kiriye û di encam de rêzgirtin ji dengbêjan re hatiye girtin. Ewên ku muzîk bi liva destê wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hatine hunandin. Ji wan muzîkjen, dengbêj an aþiqan re hatiye gotin mirtib. Van mirovan hiþtiye ku miletê kurd li Cizîrê bi ziman û folklorê xwe ve girêdayî bimîne.
  Ji bilî mirtiban, stranbêj û dengbêj jî hebûn, wan jî roleke mezin di civaka xelkên beriya Mêrdînê de listiye û beþekî mezin ji peyvên kurdî yên resen ji talan û biþaftinê parastine. Di vê derbarê de dikarim navê çend dengbêjan bînim ziman wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî.. Û wiha tev malbatên ku bi kemaçê yan ribabê û def û zirnê govend û þahî di Cizîrê bi tevayî de digerandin û xweþ dikirin, bînim ziman; ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, ji Efrînê ta bi Kobanê û her wiha gelek dengbêjên din jî li devera Cizîrê hebûn. Hem jî dikarim bibêjim ku rola dengbêjên çiyayê Þingalê li ser dengbêjên Cizîrê mezin bû, ji ber ku hingî Þingal ta niha jî, wek dibistanekê ye ji fêrbûna saz, awaz û gotinên Kurdî yên resen re. Piþtî vî nifþî, nifþekî din ji dengbêjan hatiye meydanê, ew jî ne kêmî nifþê pêþîya xwe bû. Vî nifþî jî, rolek giring di parastina zimanê Kurdî de lîst wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Þêxo, Adilê Hiznî, Selah Osê û gelekên din.
  Di baweriya min de di wî heyamê ku ziman û strana kurdî qedexe bû, bi rêka wan festîvalên gelêrî yên þahî û þokirinê, wan mirtiban, dengbêjan û muzîkjenan karîbûn bi dengê xwe digel kemaçe, tembûr, bilûr, dahol û zirna xwe beþekî baþ ji pêmayê bav û kalên me ji windabûnê biparêzin, wek vê strana (Were Domam) ku min di destpêkê de daxistiye û bi hezaran stranên weke wê...


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark