Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Welato!

 


Konê Reþ

Welato! Êdî bes e; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike! Çax û demên min ji dilgirtin, girnijandin û hevdîtinê re nînin..! Li min bibore Welato! Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin.. Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin.. Dil, di nav xaka Binxetê û Beriya Mêrdînê de perçe-perçe bûye..  Welato! Qenc dizanim tu ne kurkekî li xwekirinê ye ne jî, hozek pesnandinê ye. Tu her tiþtî; tu qedera minî û ez qedera te me.. Welato! Tu pîvan û terazoyî.. Tu welatîyên çê û ne çê ji hev cuda dikî.. Pîvana welatiyên te bi hezkirina te ye..


Welato! Kes nikare hêza te nas bike û bigihêje dawiyê.. Ew hêza ku di ziman û çiyayên te de kom bûye.. Di binax û seraxa te de veþartiye, di çem û cobarên te de diherike û di mêraniya xelkên te de xuya ye..
Welato! Ziman nayêne dizîn.. Kes nikare zimanê welatîyên te bidize, ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin, pê biaxifin û binivîsin.. Lê ku bi zimanê biyanîyan axifîn, nivîsandin û xwe qurakirin, wê hingê Welato; ne welatîyên te xwedî þaristanîne, ne jî zimanê te zimanekî bingihîne.. Zimanê xelkê nabe zimanê me.. Hebûna gelan di hebûna zimanê wan de ye Welato!

Konê Reþ/ Qamiþlo 17/10/2019


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark