Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Fîlmê Humanist, çîroka Þewket Epozdemir û 17 hezar þehîdên din

 


Idrîs Hiso
 
Humanist yek ji belgefîlmên ku di pêþbirka belgefîlmên Kurdî de, ya heftemîn fîlmefestîvala Duhok a navdewletî de beþdar bû, pêþbirkî li gel 6 belgefîlmên Kurdî yên din dikir.
Humanîst behsa xebat û jiyana parêzerê Kurd ê navdar ji xelkêl Bayikan gundê Minar ser bi parzgeha Sêrtê ve ye û ew li Tetwanê dijî navê wî  Þewket Epozdemir e, dike.
Þewket Epozdemir di 25.11.1993 an de tê terror kirin û doseya kuþtina wî jî li cem hikûmeta Tirkiyê bê encam tê girtin û tê tomar kirin wek tawana ku bikirê wê nediyar e.


Li Tirkiyê bêhtir ji 17000 bûyerên kuþtinê li dijî kesayetî û welatiyên Kurd hatiye kirin û kujer jî wek dewleta Tirkiyê dibêje – ne diyar- mechûl e. Çîroka Epozdemir yek ji van çîroka ye.
Film dilsoziya Epozdemir, kurdberweriya wî, mirovheziya wî û jîngeh û ajelheza wî derdixe û þanî bîneran dike.
Ji bo tomarkirin  û berhemînan vî fîlmî, derhêner Keremo (Kerem Tekoglo) hevpeyvîn bi bêhtir ji 30 kesayetî re kiriye û çi belgeyên ku bidest xistine ji bo film bi þêweyekî ciwan û serkeftî bikaraniye.
Di 67 xulekan de derhêner dikare bi bîneran nameya jiyan Þewket Epozdemir, riftarên wî li gel mirov û ajelên li dora wî, mêraniya wî ya derberê dose û dozeyên ku her parêzerekî li Tirkiyê xwe newîrbû daba ber diyar dike.
Epozdemir di ofîsa xwe de Þahîn û Kew bi hev re xwedî dikirin, Epozdemir dixwest gelên di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê biratî û hevaltî û hevprvekirinê qebûl bikin û her mirovek bighê mafê xwe.
Lê mixabin dewleta Tirkiyê ku li ser bingeha Yek Ziman, Yek Ala û Yek Welat hatiye avakirin kesên wek Epozdemir ji bo hebûna xwe metirsî dibînin, lewma ji aliyê xwedêgiravî kesêkî nenas hate kuþtin.
Herkesê di filmed diaxfin didin diyarkirin ku JITEM Epozdemir kuþtiye û dewletê jî doseya terorkirina wî li dijî Kesekî Nediyar tomar kiriye wek 17000 hezar doseyên din.
Belgefîlma Humanist ji aliyê Kerem Tekoglu, ku li Farqîna ser bi Amedê ve di sala 1984 an de jidayikbûye û di maweyê 10 salan de beþdarî di damezrandina 11 saziyên hunerî li Bakurê Kurdsitanê û Tirkiyê kiriye, wek derhêner ji telvizyonên Kurdî kar kirye û heta niha 6 belgefîlmên wî hene, hewiha wî gelek xelatên navdewletî bidestxistine.
Duhok 14.09.2019z
Rojnameya Kurdistan 01.10.2019   


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark