Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma çend nivîskarên Kurd wek Firat Cewerî di nav me de hene?

 


 Konê Reþ

  Wek ku diyar e nemroya 40`î di kultura gelek miletên cîhanî û miletê Kurd de nemroyeke pîroz e. Vêca dema ku mirovekî (40) sal ji temenê xwe diyarî ziman û wêjeya gelê xwe kiribe, cihê pîrozî û spasiyê ye. Nexasim ku ew mirov Kurd be, zimanê wî qedexe be û wî, bi wî zimanê qedexe (40) pirtûk û (40) hejmar ji kovareke bedew çap û belav kiribin, bêguman ew mirov hêja ye ku em serê xwe jê re xwar bikin û kumê xwe jê re bilind bikin..


  Ew mirov Firat Cewerî ye. Firat Cewerî yê ku ez wî ji gelek rexan ve wek lehengekî kurd di warê nivîsandina bi zimanê kurdî/ latînî de nas dikim.. Wî, di (40) salî de (40) pirtûk di navbera afirandin û wergerê de nivîsandine.. Ji sedî 90 ji pirtûkên wî bi zimanê kurdî, tîpên latînî ne. Herwiha bi sedên gotarên têvel li dor wêje û rewþenbîriya kurdî de di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine.. Belê ya ji tevan giringtir li ber dilê min, damezirandin û weþana wî, ji kovara (Nûdem)ê re. Ev kovara ku di navbera salên 1992-2001, (40) hejmar jê hatine çap û belavkirin. Min ev kovara wî Kurdistanî dît.. Ma kê û ne kê, ji kurdên Bakur, Baþûr, Rojhilat, Rojava û kurdên Ermenistanê di vê kovara wî de nenivîsandiye, hem jî ez yek ji wa me.. 

 

  Cara pêþî, dema ku ez çav bi kovara wî (Nûdem)ê ketim, dîrekt Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî (Hawar)ê hatin bîra min..   Roja îro ev kovara wî ji min re bûye jêderke bingehîn; her ku li min teng dibe, lê vedigerim.. Herwiha ez çapkirina wî ji her (57) hejmarên kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan re, di du cildan de, ne kêmî (40) pirtûkên wî û (40) hejmarên kovara wî Nûdemê dibînim..
  Li gor ez serwext im, dikarim gelek xalên giring ku, di van 40 salên xebat û bizava Firat Cewerî de derbas bûne bînim ziman; dîtinên wî bi navdarên kurdan re wek; Osman Sebrî, Mûsa Anter, Rewþen Bedirxan, Cegerxwîn, Sinem Bedirxan û yên mayî.. Carekê ew mêvanê min bû li Qamiþlo, di wê mêvandariyê de, dema ku min jê re got; (Jala xanim) keça navdarê Kurd Ekrem Beg Celîl Paþa xesiwa birayê min Dr. Ehmed e û li Qamiþlo ye.. Ew veciniqî.. wek zarokekî ku çav bi yariya xwe keve, kêfa wî hat.. Em çûn serdana wê û hevalê jiyana wê Lazgînê Arif Beg Abbas.. Wî gelek pirs ji herduyan li dor kurdîtî û sirguniya malbata Cemîl Paþa û Arif Beg Abbas ji wan kirin.. Wî ji nêzîk ve nas dikim.. Du carî min û wî bi hev re beþdarî di festîvalên rewþenbîrî de kiriye, yek li Cizîra Botan bû û yek di festîvala Seydayê Cegerxwîn de bû li Hewlêrê..
  Dawî dibêjim; Firat Cewerî mirovekî nemir e.. Ma çend nivîskarên Kurd wek wî di nav me de hene.. Ez temenekî dirêj di xweþiyê de ji bo wî hêvî dikim. Bela di saxiyê de jî em hev bibîr bînin û dilê hev xweþ bikin..
Wêne: Festîvala Seydayê Cegerxwîn Hewlêr/ 2008; Rehmetiyê Rezoyê Osê, ez, Firat Cewerî û Mustafa Aydogan
Konê Reþ, Qamiþlo 26/9/2019


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark