Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: hižyarbin jibo nižtecīkirineke nū ū berferehkirina dagīrkeriyź!?

 


Mehmûd Biro

Em dizanin ku penaberên Sûrî yên li Turkyê dijîn, bigiŽtî jiber zilm û zorê û kuŽtin û talanî û malwêraniyê ji welatê xwe bazdane. Vegera wanjî jibo welatê wan pêwiste ku dijêr organîzekirinek navdewletî de bê. Wata herkesek vegerê cihê xwe yê resen, linav mala xwe, li gund û bajarê xwe. Dema em dibihîzin ku bi hezaran penaberên Sûrî yên ku berê li deverên derveyî herêma Rojavayî Kurdistanê jiyan dibûn wê vegerin nav herêma Rojavayî Kurdistanê bi fermana Erdogan yanjî erêniya serokê TEVDEM ê, Ardal Xelîl, û dijêr hin siloganên qelew de wek  //Hemwelatîyên Sûrî ne/.


Ez dibînim ku evjî pilaneke jibo niŽtecîkirineke nû di herêma kurdî de, wek kembera erebî ya sala 1974 an. 
Tu yasayên navdewletî qebûl nakin ku kurdê me penaberbin, libin konikan de bijîn, û xelkekî din werin Žûna wan û liser zad û danên wan û dimala wan de jiyana xwe bikin.
Di behweriya minde ev pêngav dikevê xizmeta berferehkirina dagîrkerîyê ji xakê kurdistanê re. Lewma jî pêwiste tevgera siyasî kurdî, biteybetî ENKS ê hiŽyarbê û bihostayî xwedan helwest û biryar be di van babetên çarenûsî de. Em jiherkesî re dibêjin bira, lê kes biratiya me dirastiyê de qebûl nakê. Pêwiste em lixwe hizir bikin wek netewek, wek miletek ku xak û niŽtimanê me dagîrkirîye ji alîyê çar dewletan ve, û xwe ji van tewerên internasyonal yên Tobawî û ne bîrnasî dûrbikin, ew nan nadin me. Divê em li Xwîna bihezaran xort û keçên xwe xwedî derkevin, jiber ewane xwîna xwe diber xak û niŽtiman de dane, ne diber xelkên bêgane de dane. 

Jialîkîn din ve tê gotin ku AsayiŽ û aŽtî ne berqerare dinava devera çiyayê kurmênc de, û hêzên cocbicor yên binavê supayê Sûryê azad binav çavên hev dikevin, û xelkê sivîl dikujin û direvênin. Ligor raporta  Birêz Ramî Edulrehman çavdêrê Sûrî yê mafê mirovan ya ku di roja 29.08.2019 an de hatiye belav kirin.

Dibehweriya min de dewleta Turkyê vê tevlî hevîyê dixwazê û bi pilan liv û tevgera xwe dikê da ku ew hêzên liwir binav çavên hev bikevin jibo ku milet cardin bêjê bere dewleta Turkyê bi hewara meve werê, wata dagîrjkerî berdewam dimîne.
Kes dinava devera çiyayê Kurmênc de nikarê fîŽekekê bi teqînê bê ku rihnika kesk ji Turkyê wergirê. Wata ev leystikek siyasîye dibehweriya minde ji alîyê dewleta Turkyê ve. Ez hêvîdarim kes bivê leystikê newê xapandin. 

Fredrikstad 30.08.2019
    

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 2
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark