Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li ber siya dara Berû ya ji Barzan em mêhvanê Konê Reþ bûn “Ez ji Elmanya vegeriyam ji bo ez bi Kurdî binvîsim.”

 


 Idrîs Hiso

Min ji Konê Reþ pirsî ev dara di mala te de çi dar e? Kon got: Min Berûyek ji ser mezarê nemir Barzanî bi xwe re anî Qamiþlo ew berû li mala min þîn hat û bû ev dar.
Li navenda bajarê Qamiþlo, li qehwexanaya Þimûûm, engo qehwexaneya (mûmeyan)  berî tîrêjên rojê tîna germa xwe vedin ser bajarê Evînê, qehwexaneya ku rojane mamoste Konê Reþ ji demjimêr nehê sibehê heta demjimêr 11 lê rûdinê û ji pencereya xwe li bajarê Qamiþlo, tevgera xelkê, otombîl, li þeqamên evîna rojên berê ku li ber çavên wî mîna fîlmekî sînemayî dice û tê dinere. Hevalên wî yên berdewam; kaxet, pênûs û pirtûkên wî ligel wî ne, çixare û ça û sitranên Mihemed Arifê Cizîrî li civatê pêre hevalin û hevlrêyên wî ne  li her derê, em bûn mêhvan.


Em dereng gihan û dem jî bi kon re li qehwexaneyê zû derbasbû.Peyalek çaya bi Kon re tu hest dikî ku tu li yek ji zeviyên Berya Mêrdînê wê vedixwî,
Li ser soza xwe ez û biyaryê xwe yê parêzer demjimêr 5ê evarê vegeriyan cem mala Kon. Bi devekî li ken kon derket pêþwazî li me kir.
Li hewþeya mala wî û piþtî ku bi destên xwe ji me re çaydanek çaya kurmnacî amade kir, civata me destpêkir li ber darekê ku Kon bi þadî behsa wê kir û got: “Ev dara Berû ye, min berûyek ji ser mezarê nemir Barzanî bi xwe re anî û li vir þîn hat.”
Serdana me bo Kon ew bû ku me dixwest pirtûka wî ya vê dawiyê ku bi navê Beriya Mêrdînê (Romana heyamên derbasbûyî) hatibû çapkirin û belav kirin bidestbixin û ligel xwe bibim Hewlêra paytext.
Li ber sêbera danê esirê û bi vexwarina çaya ku Kon amdekiribû deriyê çîrokên Qamiþlo, Doda û Beriya Mêrdînê vebûn …me nema xwest dem bimeþe, da ku em nebêjin bû dereng û berê xwe bidin Hisiça û dûrî civata Konê Reþ û Qamiþlo bikevin.
Kon behsa beþek ji çîrokên Beriya Mêrdînê kir, behsa ew çima bi navê Konê Reþ tênaskirin û çima ew ji salên heftêyî ji Elmanya vegeriya Qamiþlo û gelek çîrokên din kir. Li vir Ez dê behsa bi tenê yekê bikim.
Kon ji Elmanya vedigere Qamiþlo ji bo bi Kurmancî binvîse:
Di sala 1977an de Konê Reþ berê xwe dide Elmanya ji bo xwendinê, û li gel hejmarek xortên Kurd serdana mala Kurdên diyaspora dike û li wir çavên wî bi rojnameyekê dikeve ku bi zimanê Kurmancî hatiye nivsandin, rojnameya Roja Welat, wê wextê kêfa Kon gelekî pê tê û biryarê dide ku vegere û bi Kurdî binvîse.
Dema xwestiye vegere xizmekî wî ji wî pisiye Kon, ma çima tê vegere? Kon dibêje: Ez dê vegerem Qamiþlo ji bo ez bi Kurdî binvîsim…Kon ji wê rojê ve heta niha, û dibêje heta henase di rewanê min de hebe ez dê bi Kurdî binvîsim ji  ber dîroka me di zimanê me de ye.
3.8.2019

 

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark