Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BANGA MÊYÎNÎ

 


  Xemgîn Remo

Banga te
Li guhê min
Dengê berbangê ye
Dilê xewar ji sed xewnî
Dike hiþyar ...
Sofî yê lerzok
Bi lez û bez


Berî dide mizgefta evînê
Du çavên te quble-gahin
Û navê xwedakî ne diyar
Li ser enî ya te
Ez dixwînim
Lê her ku nêzîkî te dibim
Navbera me
Timî dîwar .. timî dîwar ...
Banga te
Bêhna payîzê ye
Xwîna pezkovî yan
Di hinav min de har dike
Û ji ser û pa
Ez dibim pêyî yeke ar ...

Xanim ...!!
Banga te
Bangeke dêrîne
Banga Binevþa narîn
Li guhê Cembelî
Xweþ awazek þêrîne ...
Sîmfonî yeke bijarte
Bi tilî yên agirî
Li dilê min di jenîne ...
Keçê ...!!
Tu zevî yek buharat û pûngêye
Yan qereçî yek Hindê ye ...?
Axx ..çavên tenî qereçîkî
Du derya yên bê binîne ..
Kelek û kiþtî yê min
Li perava
Berî bighêjin kûr-ava
Disotîne ....

Canim ...!!
Banga te
Ne wekî banga ye
Mêyîna mêya
Hemî di dengê te de civîyaye ...
Ey banga agir û avê
Tu him perî ye
Him ejdeha ye ...
Ji wê payîza min te nasî
Dilê min di sotîgeha te de
Sema dike
Û ava helbestan
Ne dikarin vî arî vemrînin
Ne jî min ji evîna te diþon
Pênûs di pesnê te de
Naweste
Û dilê xembar
Ji vemana tavî yên te
Di nav badlîzokan de
Winda ye ... berba ye ....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark