Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li ser Pirtūka Dr. Hussein Hebež ū Tosinź Režīd Qanatź Kurdo, Jiyan ū helwest

 


Cankurd

Qanatê Kurdo, bêguman jiyana xwe kir berdestiya neteweya Kurd, gelek sal û mehan xebat kir ji bo ziman, rêziman û wêjevaniya gelê xwe yê bindest û nižtê xwe yê parçekirî, lew re berhemên wî wekî stûneke stûr in di binyada teviya zimanzanîn û wêjenasîna Kurdan de. Ev pirtûka herdu hêjayan: Dr. Husên Hebež û Tosinê Režîd wê bêtir rohniyê bavêje ser kar û keftelefta vî mirovî, ku mîna mûmekê jiyana xwe da sotandin, da zimanê kurdî biparize, kûrtir û firehtir bike û bingehêd wê yên rêzimanî bide diyarkirin û nasdan. Ez dikarim bibêjim, ku ev pirtûk hêjatirîn pirtûk e li ser kesekî, ku mezintirîn zimanzanê gelê Kurd e.


Baž tê bîra min, ku pirtûkeke wî li ser rêzimana zimanê kurdî, giringtirîn jêdera ku ez jê fêr bûme zimanê dayîk û bavê xwe, di dema ciwaniyê de, tevî ku ew bi tîpên Kirîlî bû û min pir giranî di xwendina wê de didît. Li bajêrê Helebê, di pirtûkxaneyeke Ermenî de hinek berhemên Kurdên Sovyêtistanê dihatin firotin, lê ne pir kesan dizanî ku pirtûkên bi Kurdî  jî li wir hene. Zimanê Qanatê Kurdo ne dûr e ji yê gelê me li navçeya Kurdaxê/Efrînê, û ji ber wê yekê ez bi asanî têdigiham ew çi dibêje. Min ew pirtûk li gel ya Režîd Kurd, ku ew jî li ser zimanê kurdî ye, wekî samaneke giranbiha hajê dikir.  
Ev berhema Dr. Hebež û Tosinê Režîd, ku  ji 260 rûpelan e, tê de rengareng gotar li ser jiyan û nivîsekariya Prof. Qanatê Kurdo hene, ku ji aliyê gelek rewženbîrên navdar ve hatîne lêkirin,  bi harîkariya Dr. Bežar Moustefa û wežanxaneya wî ya bi navê SerSera li Berlin, bi çapeke ciwan û serkeftî, hatiye belavkirin û di bin jimareya fermî (ISBN: 978-3-96640-041-1) de derketiye. Ev çapa sêyemîn e, ku heta niha rohnî dîtiye, berê  carekê ji aliyê wežana Hogir ve li Bonn/Almaniya, di Gulana sala 2000î de û careke dî ji aliyê Yekîtiya Nivîsevanên Kurd ve, li Duhokê, bi tîpên klasîkî hatiye çapkirin, û sala 2009ê bo Internetê jî bi bûneya sedsaliya Qanatê Kurdo hatiye amadekirin.   
 Di pirtûkê de, li gel sergotinêd herdu nivîskarêd wê, gelek gotar û berhemên li ser jiyan û xebatên Prof. Qanatê Kurdo hatîne, ji wan jî gotarin ji Rûsî hatîne wergerandin hene.     
Bi kurtî: Ev xebateke mezin e, li ser Fîlosofekî, zimanzanekî, lêkolînerekî û wêjevanekî ye, ku mîna durreyekê li ser eniya rewženbîriya neteweya Kurd wê hetaheta vebirîse û wê harîkar be, bo her kesekî, ku hezkiriyê ziman û wêjeya gelê Kurd e. Divê ev pirtûk ciyekî bilind  li bal her nivîskarekî Kurd de bistîne.
Berxwedar be, hêjano, hem lêkirên pirtûkê: Dr. Husên Hebež û Tosinê Režîd, hem jî derhênerê wê Dr. B. Moustefa. Mala we ava be.  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark