Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þewqa Imzeyan

 


Bavê Zozanê

Duh roja Þemiyê  30.6.2019 û bi  alîkariya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriya ahengek bo Imzekirina çend pirtûkan li bajarê Essen ê welatê Almaniya hate li darxistin ku çar nivîskarên me yên hêja têde beþdar bûn.
Ji wan helbestvana hest nazik Mizgîn Hesko û nivîskarê xwînþêrîn û dilxort Baqî Huseynî wisa ji nivîskarê qedir bilin û romanivîsê Kurd CanKurd.


Hêjaye gotinê ku nivîskar Subhî Deqorî nedikarî bû ji France bê ji xwe ew yê çara bû di vê þeva xemilandî de.

Nivîskar Cemîl Ibrahîm di serî de dest bi vekirina civatê kir xêrhatin û xweþî da mêvanên delal û wek xuleyek bê deng cemawer li ser canê nemirê kurdistanê rawestiyan.

Paþî  dest bi çalakiyê hat kirin ku hêja Alwan Þivan li ser jiyan û kar û xebata Helbestvana delal Mizgîn Hesko axivî -pirtûk, xelat û serbora wê di nivîsandinê de - piþtre derfet da Mizgîn ku ewê bi xwe bi zelalî li ser xwe û xebata xwe di warê helbestê de axivî û got ku ew li ser hilm û bihna welatparêziyê ku ji bavê wê di hat mezin bûye wisa jî li ber siya helbestên Tirêj gelek caran razaye.. Paþî bi du helbestên bedew axaftina xwe tewa kir.

Piþtre Bavê Zozanê nivîskar Cankurd bo mêvanan pêþkêþ kir jiyan û xebata wî,pirtûkên wî, ku bihtirî ji 15an yên çapkirî hene tev bi zinamê Kurdîne pêvî yekheban. 



Birastî Cankurd pir zor di jiyana xwe de li welat dîtiye ta ku dawî ew ji mafê niþetvaniyê dûrkirbûn loma mecbûr mabû ku  here Almaniya û wek penaber li wir bi mîne.

Cankurd bi kurtî ser þeþ pirtûkên xwe ku bi xwere anîbûn axvî li ser Romana kurdî gotebêj hate kirin birastî keda Cankurd di vî warîde cihê serbilindiyê ye ku qorzîk ji nivîsgeha Kurdî bi pirtûkên xwe xemilandiye.

Dawî Xanim Leylan Hekarî Nivîskarê hêja Ebdulbaqî Huseynî serokê YNRKS bi mêvanan da nasîn jiyana wî bi kurtî anî ziman.

Paþî mamosta Baqî ser pirtûka xwe Berevajî Firendikan û çîrokên wê axivî ku pirê wê ser Kurdên penaber bû. Dawî jî bavê Manî spasiya xwedanê çapxana Sersera kir D. Beþar Mustefa û mamosra Sîrac Osman xwedanê Dar Alzeman ya çap û belav kirina pirtûkan.

Wisa jî pîroz bahiya malbata Barzanî kir ku Kurdisatanê bi rengekî hêmen bi rêve dibin.

dawî Cankurd diyariyek hêja pêþkêþî D. Beþar Mustefa kir di ber keda wî di parastinaToreya Kurdî de û alîkariya wî ya  bê hempa bo çapkirina berhemên nivîskarên kurd.

Simînar bi pirs û gotebêjên xweþ ser çîrok û romana Kurdî bi dawî hat.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.55
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark