Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, Ne li Botan û Ermenistanê ye

 


Konê Reş
 
Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970), ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi elfabeya erebî xwend, navê Newala Sîsebanê bi min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û Sîsebanê yek in û ew dîrokzane û ji xelkên herêmê ye..? Belê ji min bixwe re, ne xerîb bû, çiko ev nav di ser min re derbas bibû. Ji biçûkanî ve li ber guhê min ketibû ku Newala Bûnesra û Newala Sîsebanê yek in.


Ji bo teqezekirina vê yekê, min ji çend kalemêran derdora xwe li Qamişlo û gundê xwe Doda pirsî, wan jî bê dudilî ji min re gotin; navê Newala Bûnesra yê kevin Sîsebanê bû. Di sala 2008`an de jî, dema ku ez çûm Nisêbînê, min ji hin kalemêrên eşîra Koçeka û Bûblana ku ev herdu eşîr ji kevintirîn eşîrên derdora Nisêbînê ne pirsî, wan jî eynî bersvê dane min.
  Û dem derbas bû.. Min ev mijar jibîr kir, ta ku vê paşiyê di roja 12/4/2019`an de çûm Zankoya Zaxo ji bo imzekirina du pirtûkên xwe di pêşangeha pirtûkan de. Di pêşangehê de çav bi pirtûka (Qewlê Newala Sîsebanê/2017), ji amadekirin û tîpguheztina mamoste Ahmed Demir ketim. Piştî ku min ev pirtûka wî xwend, min dît ku ew jî dibêje Newala Sîsebanê li welatê Ermenistanê di herêma Syûnîkê de ye.. Cardî min deng ji xwe nanî.. Belê dema ku min di roja 25/6/2019an de, di Çandnameyê de li dor pirtûka bi navê (Şerê Sîsebanê/2019) ya ku mamoste Zeynelabidin Zinar ji tîpên erebî, guheztiye latînî û di nav Weşanxaneya Pencinar de li Stockholmê hatiye weşandin xwend, min dît ku ew jî dibêje: "Her kes dibêje ”Newala Sîsebanê” lê gelo ev newal li kurê ye? Bi erebî ji newalê re dibêjin ”wadî” Lê Sîseban navê geliyekî şên e ku niha di nêv nexşeya Ermenistana îro de ye û nêzê sînorê Ezerbêcanê ye".
  Piştî ku ez serwextî naveroka van herdu pirtûkan bûm ku, xwediyên wan dibêjin Newala Sîsebanê li Ermenstanê ye, careke din min da ser şopa navê Newala Bûnesra yê kevin û ez bi telefonê bi hin navdarên Nisêbînê re axifîm, ji wan hunermend Qasim Qoç ji eşîra Bûblana û mamoste Kemalê Şêxmûsê Hemo (Aslan) ji eşîra Koçeka, wek ku min gotiye ev herdu eşîr ji kevintirîn eşîrên dora Nisêbînê ne, herwiha min ji hin kalemêrn Omeriyan yên ku li Qamişlo ne, navê Newala Bûnesra yê kevin pirsî, tevan ji min re got; navê Newala Bûnesra yê kevin Sîsebanê ye. Hêjaye gotinê; mamoste Kemal Aslan di rêka hunermendê Kurd Kasim Koç re, du wêneyên newala Bûnesra/ Sîsebanê, ku gundê Şanîşê û Bawernê di wan de xuya ne ji min re şandin, spasiya herduyan dikim. 


 
 
Newala Bûnesra (Sîsebanê): em dibêjin newal, hin dibêjin dol û dibêjin geliyê Sîsebanê (Bûnesra). Ev newal ji Bakur ber bi Başûr ve, dor 18 km dirêj dibe. Ji serê Kaniya Ava Reş û Spî, ta bi gundê Şanîşê û Bawernê dadikeve û jê pê ve di ber Gir Newas re derbasî Nisêbîn û Qamişlo dibe. Ava herdu kaniyan, bi navê Çem Ceqceq di newalê re diherike. Bareşî newalê Çiyayê Bagokê an Tor Abdîn e û Rojavayî newalê Çiyayê Omerya ye. Newala Sîsebanê newalek bi xêr û bêr e, bi dar û ber û şînahî ye, gelek cûreyên darên fêkî têde têne çandin.. Gelek şikeft û şûnwarên kevin li derdorê hene û kelehek bi navê Kelha Bûnesra li kêlekê ye.
Navê Sîsebanê; Navekî kurdî yê orjînal e. Ji ber ku newal ji Bakur ber bi Başûr ve dirêj dibe, her dem sî li ser banê wê ye; dema ku rok ji Rojhilat ve derdikeve û dema ku rok diçe ava.. Ji ber vê yekê navê Sîsebanê lê hatiye kirin, anku newala ku her dem sî li ser banê wê ye. 

 
 
  Li gor dîroka misilmana, dema ku Omer kurê Xetab, Eyaz Kurê Xenem serleşkerekî misilmana şandiye herêmê û wî bi darê zorê xelkên bajarê Nisêbînê kirine Misilman, wê hingê jî, gelek ji xelkên herêmê (Êzidî, Xirîstiyan û Cihû), yên ku ji hezarê salan ve, nişteciyên Çiyayê Omeriya, Tor Abdîn û Geliyê Sîsebanê bûn, razî nebûne ku bibin Misilman.. Evên ku dîroknivîsên Ereban ji wan re dibêjin (Mecûsî). Wan Mecûsiyan liberxwe dane û di gelek şeran de biserketine û nebûne misilman..
  Di baweriya min de vê paşiyê, piştî dor 300-400 salî, di heyamê dewleta Dostekî de, dema ku Farqîn paytexta wan bû û misilmantî belav dikirin, melek Elî birayê xwe Ebû Nasir şandiye ser xelkên Newala Sîsebanê ji Êzidî, Xirîstiyan û Cihûyan ku ji wan re Mecûsî digotin, ew şikenandine, gelek ji wan kirine misilman û desthilatiya xwe di geliyê Sîsebanê de belav kirine. Di encam de navê Ebû Nesra li şûna navê Sîsebanê hatibe danîn û bi demê re, ji wê newalê re hatiye gotin Newala Bûnesra, li ser navê Ebû Nasir.. Vê paşiyê jî, Feqeyê Teyran pesnê mêraniya misilmanên dewleta Dostekî di vî şerî de bi navê (Qewlê Newala Sîsebanê) daye.. Ev şerê ku misilmanan di newla Sîsebanê de şerê Mecûsiyên xelkên newalê ji Êzidê, Xiristyan û Cihûyan kiriye.. Hêja ye gotinê ku ta roja îro Çiyayê Tor Abdîn û Omeriya bi navê eşîr û gundên Pîrên Êzidiyan û dêrên Xirîstiyanan dagirtiye û Dêra Mar Yaqûb li Nisêbînê ji kevintirîn dêrên Rojhilata Navîn e.. Herwiha tê gotin ku Êzidiyên herêmê li hember wê dagîrkirina misilmana wiha gotine: "Newala Sîsebanê, Mezra geliyê Pîra, warê bav û bapîra, bi me xweş nayê dengê Mela û Kizîra.."
Xweş e, tevî salên dirêj, xelkên herêmê navê wê yê kevin (Newala Sîsebanê) jibîr nekirine.
Dawî dibêjim; Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, ne li Botan û Newala Benatê ye û ne li Errana Diwînê û Ezerbêcana Ermenistanê ye. Newala Sîsebanê, Newala Bûnesra bixwe ye, bajarê pê ve girêdayî, bajarê Nisêbînê ye û yê ku bawer neke, dikare ji kelemêrên bajarê Nisêbînê bipirse.
 
Konê Reş/ Qamişlo 02/07/2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark