Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di Roja Reþ de, çotkarên Kurd dipirsin: Ma çi di tûrikê we de heye

 


Idrîs Hiso

Piþtî ku hemû amdekarî ji bo peydabûna zemînê ji bo cihbicihkirina pirojeya þovînî û nijadperist hatin kirin, di 24.06.1974 de dest bi cihbicihkkrina pirojeya ZINARA EREBÎ li seranserî Rojava Kurdsitanê hat kirin.
Armanc ji pirojeyê ew bû ku guhertinek dîmografî li Rojavayê Kurdistanê bikin û Kurdan bikin kemîne li welatê wan.


Bêhtir ji 40 gundî di kezeba Rojavayê Kurdistanê wek penceþêrê çandin, roj bi roj wê pênceþêrê xwe li nav hemû laþê Rojavayê Kurdistanê veda. Ereb bûn xwedan milk û saman û bi sedhezaran Kurd man bê zevî, cot û man bê gund.
Li bajarên mezin bûn karkirên xwaringeh û kargehên xwedanên cihbicihkirina wê pirojeya þovînî û nijadperist.
Pêngavên berî cihbicihkirina pirojeyê ji bo her kesî diyarin: Desteserkirina zeviyan, kiþandina nasnameyê ji welatiyên Kurd, girtina deriyê her karekî li pêþiya welatiyê Kurd û çandina tirsê di dil û çavên wî de bi armanca ku Kurd dest ji warên xwe berdin, an biçin dervî welat an jî berê xwe bidin bajarên mezin mîna Þam, Heleb û Himsê û li wir mîna penaberan bijîn. Ji bo dûrî keltûr, ziman û devera xwe bikievin û piþtî çend salan bibin Ereb.
Bi vî þêweyî pilana desthilata Bassiyan birêve çû. Lê mixabin hêþta berdewam e, di dema ku hin aliyên xwedêgiravî Kurdin bûne desthilat piþtî kirîza Sûriyê, bêyî ku ti pilanek jibo çareserkirina vê pirojeya awarte ku bi serê cografî û mirovê Kurd ve anîn, ne li warê piraktîk û ne di edebiyatê aliyê ku niha desthilate li Rojavayê Kurdistanê de hebe.
Aliyê ku xwe wek opozisyon dide diyar kirin jî ti pilanekî diyar û zelal li cem nîne ji bo ku di paþerojê de cotyarê kurd were insaf kirin.
Dema tê gotin ku divê zevî li xwediyên xwe vegerin, cotyarê Kurd ku ev serê zêdetir ji 60 salî ye ji xaka welatê pêpare ji xwe dipirse aya heger ev zevî vegerin jî em dê dîas bê par bimînin?
Mala me 60 salî li Gundê Torliyasê ma, 1250 donim ji baþtirîn zevî ji gundê desteserkirn û dan Ereban, û heta niha jî û piþtî derbasbûna 8 salan ji kirîza Sûriyê, ti hêviya me nîne ku em creke din li gundê xwe bibin xwedî parçeyek zevî, û hîna jî xelkên gundê min kiriya çandinya zeviyên xwe didin Erebên ku ew erd dagîr kirine!!
Ne aliyê desthilat dide diyar kirin ku wê me insaf bike, û ne dihêle xelkên gund zeviyên xwe vegerînin. Ji xwe nerîtî û çanda gundîtî ya kurdewarî jî dibêje malbata li gund bê milk û zevî be ne ji gund e, an jî ne ji mafê wan e bibin xwedî milk!.
Gora bapîrê min li ser lûtkeya girê gund e, lê em ne xwediyê gundin ji ber heta roja îro jî em bê (milkin).
Ez binavê cotkarên kurd ji tevgera kurdî diprsim, ji bo me gundî û cotkarên ku bi dehên salan bê zevî û milkin çi di tûrikê we de hey.
Em daxwaz dikin ku bi herî kêm me jî wek Erebên Xemir hesab bikin û 60 salî me bikin xwediyên van zeviyan û piþtre em dê ji qîm û reza xwe zevî li xwediyan vegerînin ne wek Ereban ku bi ser heqê me ve îro çavsoriyan jî li me dikin û çekên desthilata xwedê giravî Kurdî ye li ser milê wan e.
24.06.2019 Hewlêr
Malpera Kurdistana24 25.06.2019z

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark