Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mêjiyên ku pirsgirêk durist kirine nikarin çareseriya deynin.

 


Mehmûd Biro

Ji herkesekî re xwiya ye ku tevgera kurd bigiþtî di aloziyan ve derbas dibê û pir zehmetî hatine avakirin da ku kes ji kesî hes nekê û kes jî kesî qebûl nekê.
Vê yekê rewþek pir xerab aniye holê. Dibin navê demoqrasîyê de bi dehan partî hatine avakirin, bi dehan sazî yê sivîl hatine avakirin, bi dehan sendîkayên rojnamevanan hatine avakirin, bi dehan hevgirtinên nivîskaran hatine avakirin, bi dehan senterên lêkolînan hatine avakirin, bi dehan saziên mafê mirovan hatine avakirin. Hemû dibêjin armanca me yeke lê mixabin dinava hemiyan de nexweþîyek mezin heye. Hemû jî jihev hes nakin. Hemû hevdû þaþ dibînin. Hemû hevdû tewanbar dikin. Bûye nexweþiya ezezî yê ku didawî de dibê penceþêr û mirinê tînê holê.


Ev rewþ di behweriya minde bihostayî hatiye durist kirin. Dijminê gelê kurd gelek xebat liser kiriye, û gelk pere liser danîne ku wisa berdewam bimîne.
Ji kurdan jî xelkek heye sûd jivê rewþê werdigrê, û bi cidî berdewamiyê jivê nexweþîye re dixwazin. Jiber ku dibînin ku bercewenda wan dinav de parastî ye.
Gazinca min ya herî mezin jî ji rêberên civata kurde, ew kesên ku kevnarin û civatê birêve dibin.
Dibehweriya minde ev mêjîyên bivî rengî nikarin guhertinan bikin, jiber ku naxwazin.
Herweha ev mêjiyên bivî rengî tenê heyrana kesayetiya xwe û zarokên xwene, û ne heyrana miletê xwe û zarokên feqîr û hejaran e.
Welat, xak û niþtiman di ferhenka wan de tenê wek modê ye. Kirine wek dikanekê û jixwere firotinê têde dikin û bazirganiya xwe berdewam dikin.
Daxa herî mezin jî ewe ku bihezaran xort û keçên kurdan xwe canfida dikin û kesên xerab û dijminê doza kurd jî sûdê jê werdigrin.
Heger em tevgera kurd bi du aliyên wê ve bibin, em dibînin ku mêjiyên weha xerabe yên ku rewþa me gihandina vê qûnaxa sext û dijwar di nav herdû aliyan de hene.
Lewma jî ez dibînim ku pêwistiya me bi mêjiyekî nû heye ku karibê çareseriyê peyda bikê.
Mêjîyê nû jî dinav nifþê taze de peyde dibê. Kesên pispor û zana dinav nifþê taze bi sedane.
Êdî bese lazime kû ev kesên kevnar û bercewend perest û nezan xwe bidin alî û rê vekin ji hêza xort û keçn re da ku wext derbas nebê, û bizûtirîn dem karibin vê nexwþiyê jinava civata kurd rakin û amadebûnek baþ bikin jiber ku pêþeroja kurdan hêdî hêdî zelal dibê.
Zilhêzên dunyayê bercewendên wan nêzîkî hev dibin li devera me û nêzîk wê bigihin xala hevbeþ, û bercewnda me jî liwê xalê dest pê dikê.

Ji 1993 an ve neqþeya rojhilata navîn hatiye guherandin liser kaxezn. Corge. W. bush yê bav ev neqþe daniye. Di 2006 an de dema ku em li Emrîka bûn, dengoyekî mezin bivê pilanê ket dinava yekem kongirê kurdên Rojavayî kurdistanê de li Washington. Di kaxezên Emrîkiyan de hatibû xwiya kirin ku kaxeza herî fêde wê ya kurdan bê, heger kurd rêkbikevin.
Deka em hemû pêkve kar û xebatek bilez bikin jibo rêkftinê. Heger em îro nekin, sibe Emrîka wê bihêlê ku em ne bikêfa xwe bikin. Ne gunehe ku em carekê dijyana xwede bi camêrî û wefadarî karbikin, û bercewenda gel diser her bercewendên din ve bigrin.

FREDRIKSTAD. 06/06/2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark