Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bedirxanî û Rojnameya Stêr

 


 Konê Reþ
 
  Bi helkeftina ku di Nîsana 2019`an de, (121) sal di ser derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik re derbas dibe, bi min xweþ e ku di van çend rojên hatî de, her roj kovarekê an rojnameyekê ji yên ku kur û neviyên Mîr BEDIRXAN di sirgûnê de weþandine ji we re raxînim ber çavan.
Rola Bedirxaniyan:   Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: (1802 – 1868), ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.


Mîr Bedirxanê ku di sala 1843`an de, di herêma Botan de mîrniþiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê (Peymana Pîroz) de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: "Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in.." Û biyaniyan di pesnê wî de gotin: "Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e".
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847`an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet zimanê welatê xwe Kurdistan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin.. Û wiha neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe dîtin û kêþeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn nasîn.. Bi gotin û kirinê xebitîn; çi di warê civakî û rewþenbîriyê de û çi di warê siyasî de.. Û tev di sirguniyê de, dûrî xaka Kurdistanê û Cizîra Botan mirin û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû.. 
 Wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatin avakirin. Yek ji wan rojnameya STÊR e:
Rojnameya Stêr:  Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weþandinê li Beyrûtê bû; 3`ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêþî (1) di meha çileyê berê de 1943`an, hejmara 2`an di meha sibata 1944`an de, hejmara 3`an û dawî di 22`ê çêriya berê de sala 1945`an, anku her salekê hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya (Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Konê Reþ, Qamiþlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark