Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dilê bê war .. Ji giyanê bavê min (Mele Brehîm ê Girbawî) re ku di roja 14-03-2019 çil roj di ser oxirkirina wî re derbas dibin.

 


 Bêwar Brahîm

De bêje dilo, bêje û binehwirîne bavêje ser min, xwe û sêwîtiya welatên bê kes, bê xwedî, bê cih û bê war. Keder û kovanên me sêwî û bê waran bûne çiyarêzên serhişk û pola. Mane xewna me yekbû û riya me yekbû, hêvî û xweziyên me yekbûn..Lê van çiyarêz û kovanên bê mehder û bê dilovanî em ji hev tar û mar kirin. Kes ne li hebûna me û ne jî li tinebûna me napirse, her kes berpirseyarê berjewendiyên parastina serhed û sînorên xwe ye. Lê em bê sînor û serhedin, welatê bêxwedî mîna malê talnakirinê ye wey li wî yê guhekî ji xwe re birevîne.


 Waaa yabooo, te min di sênga welatekî sêwî de, li ber destên sêwiyên çolistanan hişt û tu çû. Te min li ser lawikbûn û lawîniyê xwedîkir û mezinkir, te eşqa vî welatî di can û dilê min çand… Lê rojekê te ne got ev welatekî bêxwediye, bê zêr û bê zore, xakeka windayî û nebediye te ew di çavê me de kirbû buhişteka ebedî. Em bi koranî dilketin vê buhuştê û bi koranî me da ser şopa te û gera li buhuştê, em bi hev re winda dibûn em rastî hev dibûn, em dîsa windabûn û dîsa me hev didît, dema te westan li ser pêkên gera me didît te bi sirt digot:
- Ku hûn ji vê gerê biwestin an hûn ji rêka min derkevin ez  ê xwe ji we bêrî bikim.
Waaa yabooo, te ji min re negotibû em ê rastî dilên reş, riyên reş, duxmiya zikreş û çavsoriya kulibî di vê gera xwe de bibin. Cengê werzên çandin û çinînê ji xwe re bir, em dest vala mane ne çandin û ne çinîn, bi tenê em palane û ji xwediyên berjewendiyên mezin re palatiyê dikin. Buhişta em lê digeriyan di nav rewrewk û leylanê de roj bi roj dûrdikeve. Patexurên çolistanan bûne semyan û selefên siwarên mêrên dewrê berê mane mêvan li vî welatî.
De bêje dilo û binehwirîne , fîxana bazên birîndar di azmanên dûmangirtî de lal dibe. Serma xwe ji hinavên birîndar bernade û qêrînên lerzok  ji dilên sêwî dernakevin. Em bê serdar û bê semyanin dilo, kevirên caran gindirîn binê newlalan û kevrên newalan hilkişyan serê caran. Barê wefadariya Kurdîniyê pir girane û ya jê girantir barê parastina sinc, dab û nerîtên berê ye, lê girantirîn bar ew e parastina lawînî û mêraniyê ji redestiya li ber lingên van rojên kirêt û bê şerem û ya ji her tiştî girantir ku ev parastin ji me jinan bê xwestin.
Ceng rehmê nake Yabooo, qey te zanîbû wê ev cenga malwêran bi salan agirê xwe li ser sênga welatê me vêxistî bihêle? Te zanîbû wê ev welat ji mêran vala bibe? Wê xortên malan winda bibin, ev xortên şêrîn û bengî… an şehîdn an noqbûyî ne an revendin? Konên mirinê vegirtî mane riya çûnê winda kirine, li şûna govend û dîlanan,  şahî û şadûmaniyan duwa qêrînên bê mirad sênga azman diqelişîne. Berî cengê Qamişlo ji şahiyan vala nedibû ku binive, kêlîka ku xilmaş dibû ciwaniya dilşadiyê gulav bi ser de dibarand û xilmaşiya wê dikir ken û lîlandin, lêêê…Îro lîlandinên kêfê dane pey darbestên mirinê û biriqîna lêvên kenok vemiriye, lêv ji şorahiya hêsran zuhabûne û terikîne. Vê cengê hişt ku xortên malan  revend û ji hev belav bibin, revendiya xortan hişt tu neçar bibe û ji min re bêje
( xortê mala min tu mayî).
De bêje dilo, ev keça ku maye xortê malê di bin agirê vê cenga har û dijwar de û mîratê bavekî weka ( Mele Brehîm ê Girbawî Bavê Xorşîd) wê çawa piştrast bimîne? Tu Bavê Xurşîd ê ku me xêr ji ciwaniya wî ne dît û em bi govenda wî  dilşad nebûn, Xurşîd ê ku hê kesî li devera me nizanîbû bêje ez Kurd im û Kurdînî qedexe bû te navî wî kir Xurşîd. Xurşîd ê me jî mîna Kurdîniya me bê mirad bû Yabooo, zû oxra xwe xwest û çû hingê dem Adar bû pişta xwe da jiyanê û berê xwe da mirinê, piştî sê salan ji çûna wî  ez ê nû li xwe mukur bêm ku min elbûma wêneyên wî bi dizî derdixist û li wan wêneyên bi delaliyê dagirtî mêze dikir ez bi wan re dipeyivîm, ev bi xortên gund re ye, ev li Şam ê ye, ev li ber ava mezin bi Hoşeng re ye, ev li bajarê Derra ye ku xwendina xwe li wir qedand… û têra ku mirin jê têr bibe ez digriyam û kêlîka ez li te, dê û xuşkên xwe vedigeriyam ez dîsa vedigeriyam xortê mala te û min bi dengekî mêrane digot, elbûm asêne ez bi ser wan venebûm. Berî oxirê te rojên sibatê dihejmartin, te digot wê kengî  10 ê Adarê bê ku em berê xwe bidim gund? Min ji te re digot, yabo heke te bêriya gund kiribe em ê niha herin? Te digot naaa lawooo çûna niha bê tam û bê çêje, lê di Adarê de wê çavê birayê te li devê riya çûna me be, sebir başe. Lêêê… te ez xapandim yabooo, sebra te bihin tengbû, tu li benda hatina Adarê nema, te berê xwe da navbera gir û goristana Girbawî û te pala xwe pala Xurşîd.
Waaa yabooo, azmanê vê zivistanê sergirtîbû rojê tîrêjên xwe li ser xakê belav nekir, bi tenê di roja xatirxwestina te de azman dergehê xwe li pêşiya rojê vekir û tîrêjên wê xwe li ser sênga rojên behîdariya te raxistin. Şevên zivistanê dirêjbûn Yabooo, berbang dûre û birîn kalîn û nalînên xwe li hev dihûnin, dikin werîs û rojên me yên xilmaşbûyî sêdare dikin. Çûna te hişt ku serma derbasî hundurê hestiyên min bibe.
Min sare Yabooo, ku germa havînê bi xwe jî bi ser min de bê ev serma ji hinavê min dernakve. Incex himbêza te min germ bike, incex destê te tiliyên min yên lerzok germ bikin. Niha ev tiliyên min sebra xwe bi tizbiya te a reşî sih lib û hûrik tîne û xwe bi şûna tiliyên te germ dikin. Ez ê lav û recekara Xwedayê mezin bim ku min û te li wê dunyayê careka din bi hev re bicivîne, ez ê niha sebra xwe bi bêrîkirina te bi sebir bikin û ta dûmahiya  jiyana min her wê çavên bendewariya min lavakarên Xwedayê mezin û dilovan bin ku careka din li wê dunyayê  em hev bibînin û ti car û ti car ji hevaltiya te bê par nemîn im.  
07-03-2019   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark