Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Avzêya nivîskar û helbestvanê hêja seyda Can Kurd di herike.

 


Nizar Yosif

Diyariya nivîskar û helbestvan seyda Can Kurd ji me re þandî,diyariyek hêja û bê hempa ye, guvaþa heþ û cefaya lêkolîn û lêveger û westandin ên wî ye. Pirtûka Gilgamêþ û Mîr ê dest zêrîn( Xan ê lep zêrîn) û Gulyar.
Wî ji xwendina kambaxiyên bi serên gelê kurd û kurdistanê de hatin, û derbasbûyîn, û hîn jî dubare dibin, ji mêrxasiyê,ber xwe danê,xiyanetê, qehremanî û dilêriyê, bê tifaqiyê, bê mefaya ji serpêhatiyên wan bûyeran,li ber çavan re, di van berhemên xwe de derbas dike.


Gilgamêþ:
Bizava mamhoste Can Kurd di çîroka Gilgamêþ de, weko her çîrokbêjên koçk û dîwanên kurdan , cihê sihbet û mijûlaya ,þevbuhêrk û þêvînan, weko pîrejinên ku zarok û neviyan bi be re xew ve di be, bi gotina ( çi hebû çi tine bû) dest pê dike.
Bi derbirîna hostayek wêjeyî, dadikeve nava çep û çolên destanek dîrokî, û kunc û tariyên wê de.
Me li hewêletên Someriyan ( somêra)di gerîne, bi taybet li bajar ê Urûk, di koçka padîþah Enmêkar ê bi hêz û zor, xwelêgirê miþextên cor bi cor, cihê bûyer û dubareyan.
Teracîdiya zayînê û destpêçka tifalê ji burca bilind hatî avêtin,û paþê bûyî lehing ( Gilgamêþ).Pencên Baz çawa wî ji nava lepên mirinê direvîn in,û rizgar dikin. Hêza Gilgamêþ xurt û bi ewl bî, di xwest welatê xwe bi tevgêrekî ava bike. Bi þîreta Urþanav, li dûv giyayê çandewariyê geriya, di çemê ava þîn de , da ku jiyana nûh û nûciwaniyê, li cîhanê bi dewimîne. Ma gelo civata Maran ew derfet danê ? Belê xwedayê bexþende merc jêre afirandin.
Gilgamêþ û bajarê Urûk ji pênchezar sal ve, bûne roniya rojhilata navîn, û sermeya û milkê dîrokê.


Mîr dest Zêrîn( Xan ê lep Zêrîn)
Bê guman weke seyda Can Kurd jî di de xuya kirin û di bêje,ev romana wî ji efsaneyên di pirtûka Mîr Þeref Xan ê Bedlîsî de hatî ye(Þerefname ).Û ji destan a helbestî ya kurdî (Xan ê lep Zêrîn)ya herdu rojhilatnasan( Oyxên Brîm,û Albert Sosin) di sala 1887an de li Rosiya yê ( Pitrsborg ê) hatî weþandin,wergiortiye. Wî ji gelek jêder ên din jî ronî standiye,weko helbestvanê kevnar Feqyê Teyran( 1549-1641), û ji çavkaniya nivîskarê kurd ê Sovyêtê yê bi nav û deng Ereb ê Þemo(1897-1978) romana wî ( Keleha Dimdim) jî peyalek mey vexwariye.
Xan ê lep Zêrîn û keleha xwe Kelha Dimdim ê bûne du roniyên geþ, û du meyxaneyên mey xweþ, ji gelek nivîskar û helbestvan û lêgervan û hunermendên wêjeya gelêrî re. Mijarên zindî ne di mêjûya kurdî de, kelbûnê didin netew perweriyê.  
Bûyerên wê ji ber xwe danê,û xiyanetê, û gorîdanê, û pêdiviya hevgirtinê, di hemî deman de di bin, û bi serên kurdan de tên. Mîr ê dest Zêrîn nimûne yê hezkirinê ye ji ax û sirûþt û gelê xwe re, dildar û fedekar û mêrxase di ber wan de.Þiya ye têkeve nava hest û hiþ û dil ên hemî kesên pê bihîstîn de.
Belê roman dewlemende, bi pûnijandin û xeyalên nivîskarê xwe bi hostayî hatiye derbirîn.
Seyda Can Kurd li gorî xwe û jêderan, bizav û pêkolînên lehingên romanê vehonandine, di meydanên rûdanan de gerandine.   

Pirtûk a Gulyar li ser efsaneya kurdiye ( Sê gul û sê bira ye).
Hêjayî gotinê ye ev hersê pirtûk bi alîkariya hezkiryê ziman û çanda kurdî Dr. Beþar Mustefa hatine çapkirin,Spasdarin Dr.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark