Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ev pirtūk ne roman e

 


Qado Žêrîn

Xwendin nebe kes naçe pêž
Peyda dibin pir derd û êž
(Cigerxwîn)

Pirtûk ji bo xwendinê tên nivîsandin û çap kirin, û ya ji xwendinê pêwisttir û berî nivîsandinê ew e ku nivîskar zanibe çi dinivîse. Xala din, nivîskar ne ji kesê xwe re, ji tevaya gel re dinivîse, belê berhemên xwe çap dike û belav dike, ji her kes bixwîne, êdî ji mafê her kesî ye rexne bike, çimkî dibe samanê gel, xwendevan û rexnevanan. Û ji erkê nivîskar e rexneyên xelkê û xwendevanan bipejirîne, yana û ya baž nenivîse û mafê xwendinê nede wan. Nivîskarê rexneyê nepejirîne, bêdengiya wî/ê pîroztire ji xirecira nivîsandin û çap kirina pirtûkan.


Mixabin ta niha rexneya wêjeyî di asta xwe ya blind de peyda nebûye. Rexne ne di asta wêjeya kurdî ya ast-baž de ye, roman baž tê nivîsandin, helbest wisa, çîrok û žano tên nivîsandin, lê rexne hema hema tune, ji ber wê wêjeya kurdî di asta xwe de dimîne, û yan jî bi gavin fedyok bipêž ve diçe. Ev yek jî dihêle wêje bi gižtî li paž bimîne, û bi wêjeya cîhanî re bi pêž ve neçe û neyê nasîn û wergerandin ji bo zimanên din.


Min pirtûka HAWARINE KURD ya nivîskara hêja Vejîna Kurd, bi balkêžî xwend, xala sereke ya ku ez matmayî hižtim, ziman, gotin û hevokên wê yên rihet û hesan in. Žêweyê nivîsandina wê balkêž e, tije wêne û hevokên xwežik e, mirov bi xwendinê ve tê girêdan û naxwaze raweste, wek helbestek nazik û xwežike.
Žêwe û hevokên pirtûkê dižibin helbestan, jixwe helbesteke baž û dirêj di pirtûkê de heye.

Ne hemû hewldanên nivîsandina romanê, dikarin bi ser bikevin, ev yek li ser pirtûkê û Vejîna Kurd dikare bê gotin, ango ziman û hevok û žêweyê nivîsandinê tižteke, û ka roman e yan na tižtekî din e. Bi wateyek din û bi kurtî: ne her tižtê bi kurdî û bi zimanekî baž bê nivîsandin, berhemek baž yan jî roman e.

Ne her çîroka dirêj, dikare bibe roman, diyar e hin nivîskar žert û mercên romanê nizanin. Wek nimûne Qapûtê Gogol 60 Rûpel e, “Guhertin“(The Metamorphosis) yan jî “Die Verwandlung” ya Kafka 42 rûpel e.  “اîroka Mirina Ragihandî” (Chronicle of a Death Foretold) ya Markîz 122 rûpel e. “Ketin” (De Val) ya Albêrt Kamo 143 rûpel e. “Pîremêr û Derya”(The Old Man and the Sea) ya Hemingiway 127 rûpel e. Dêmek dirêjbûn û kinbûn ne pîvan e ji romanê re, belkû dikare kurt be, lê dem, buyer, vebêjî, cih, kesayetî, livandina kesan, leheng, žêwe û tevna pirtûkê, dihêlin  ew berhem roman be yan na.

Pirtûka Vejîn di demeke kurt de hatiye nivîsandin, jixwe dema naveroka çîrokê 58 roj in. Em dizanin êrîža dewleta Turk di 20/01/2018an de li ser Efrînê destpê kir, û di 18/03/2018an de bi dawî hat û Efrîn hate dagîr kirin. Pirtûk di Cotmeha eynî salê de li Europa giha destê min, dêmek di wextek teng de hatiye nivîsandin û çap û belav kirin. Nivîskarê xwestiye mîna kurtefilmekî helbestiyane bûyerê biparêze û mîna erkekî xwe bîne cih. Di cengan de nivîskar dibe ležker û bi tivingê žer dike, Vejîn jî ew yek kiriye û bi nivîsandina pirtûkê xwe li beramberî žervanan daniye û wek ku ji wan re bêje: binerin ez jî li gel we žer dikim, lê bi žêweyekî din. Bêtir pirtûk ji bo mijara qehremaniya žervanan û helwesta nivîskarê li dijî êrîža Turkiyeyê hatiye nivîsandin, mîna gotareke siyasî ye, belkû raporteke siyasî ye, bêku guh li huneriya bûyerê ji bo pirtûkê bide, mebest wek raport yan nûçe û žiroveyên hin bûyeran e. Ji min ve ew tecrubeya pêžî ye ku Vejîn dinivîse. Ta bi evîna Barîn û Omîd jî ji bo helwestek siyasî tê bi kar anîn, lê naxîne qalibê hunerî û žêweyê nivîsandina çîrokê.

Pirtûk tije hest in, hevok dižibin helbestan, lê nikarim navê romanê lê bikim. Ez nikarim pirtûkê wek roman qebûl bikim, jixwe pîvanên romanan di pirtûkê de peyda nabin, belkû bêtir çîrok e, çîrokek dirêj, ji ber gelek eger û žert û mercan, wek ku me li jor hin ji žert û merc destnîžan kirin.

Çîrok li ser qehremaniya žervanan li dijî hovîtiya dewleta tirk a fažist di 58 rojan de hatiye nivîsandin, her wiha êž û azarên xelkên penaber û xizmetguzariya ku Barîn wek lehenga çîrokê pêžkêžî xelkê dike. Di çîrokê de evîneke kilasîkî jî di navbera Barîn û Omîdê žervan de rû dide, lê ta bi wê evînê dižibe siloganan, sar û bê giyan e.

Di wan 58 rojan de gelek bûyerên din jî qewimîn, lê nivîskara pirtûkê bi qestî qala wan nake, û di dûv re bê çi hat serê nižteciyên Efrînê û penaberan. Bi hezarên pirtûkan dikarin li ser lehengiya žervanan bên nivîsandin, lê ev pirtûk, na.
Nivîskara pirtûkê wek vebijêr hin žažiyên mezin dike, nimûne: nabe nivîskar helwest û axaftinan bibêje, wê bažtir ba ku eynî helwest û axaftinan li ser zimanê kesayetiyên çîrokê bigota. Nabe nivîskar li ser zimanê xwe, bêku diyar bike li ser zimanê kîjan kesayetiyê diaxive, helwest, gotar û xeberan bêje.
Bi texmîna min, ku Vejîn helbestek dirêj, gelekî dirêj binivîsanda, wê bêtir serkeftin bi dest bixista. Dîsa jî karînên wê hene ku ji nû ve helbesta Efrînê binivîse, emê jî li bende bin.
25.01.2019

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark