Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: REWÞA ..... ME 

 


MAHMOD  OSO

Were binêre kanî eywan.
Tevde bûne kavil û wêran.

Li cîhanê, em mane vê bext
Derdora me, mane kesên sext


Xwîna kurda her roj bûne bac
Gava me berda serar ... û tac

Dijmin ji me kuþtin zanawer
Bin destê hova ...... û cinawer

Ji we dizîne  .... pênûs û çek
Çar gur li serê te bûne  yek

Berî zayînê bi nav  û deng
Niha  lawaze. Li þer û ceng

Te dane ber nîþan û armanc
Zaz û lor û soran tev kurmanc

Tu bûye lîstika ber desta
Ji bona xwe li te dipirsa

Ev hemî salan hûn xebitîn
Para we dijmin hemî dizîn

Dîrok û kultûr tev guhartin
Li ser þopa xwe hemî hêþtin

Ji kurda kes nema beg û mîr
Çav girtin, bon kole û esîr

Em bûne kilav binî lingan
Herin derin xwerin goþt û nan

Birçî û tazî ......... dikavêje
Çerm û hestî ber roj dibrêje

Ji hiþên me yên zingar û hiþk
Ax me ser xweda da mîna miþk

Ji bona hev em wekî þêrin
Li xebatê mîna qeþmerin

Dest ji dijmin berdan bona hev
Rê li hev girtin bi roj  ..... û þev

Bi dev û lêva  êrîþ û riswa
Xwe dan hember hev mîna sega

Bêje çi sûde te dî ez benî
Te em kirin leqloq li binî

Piþtî em mîrê cîhanê bûn
Îro ji karê we windabûn

Ji bo tu bimîne sikreter
Bo rûnê ser kursiya mermer

Xulî li te dûvçilkê dijmin
Te bir eywanên welat jimin

Te ez kirim bin dest û xizan
Hêfa serê kurdên candan

Xwîna þehîdan hildaye jor
Zozan û xelat bûye reng sor

Lê dem naçê ezbenî wiha
Ez sîperim bi sed û diha

Ji ban xwe berdim li ser rovî
Nêçîrvanim, rêya  ....... azadî

Ji bo welatê xwe dibazim
Doza serfirazî dixwazim

Dîsa ezê bibim mîr û mahîr
Li welat bibin sîperê .... jîr


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark