Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu zanê

 


Bavê Zozanê

Tu zanê
dema ku helbestên kenê te
di ser ezmanê dilê min de
dibûrin
wê çaxê
bihara hestê min
tije rist û awaz û hevok dibin.


Tu zanê
dema ku romana evîna te
bi dizî  di ruhniya çavên min de
di piþkive
wê çaxê
bexçê razên min
miþt teyrê Ebabîl û Kevok dibin.

Tu zanê
dema ku bihna xwîdana te
mîna ava kewserê
di nêv best û geliyê
xewnên minde diherike
wê çaxê
xem û derd ê min
pêkve þerm û revok dibin

Tu zanê
dema ku sîka awrên te
bê hemd
tevlî  qemûþkên evîna min
pistepistê dike
wê çaxê
sebaxa gundê min
tije þoqil û nok dibin.

Tu zanê
dema ku
payîza bejn û bala tey
xilû xavî
pelên xwey zêrîn
di ser kaniya evîna min de
di weþîne
wê çaxê
þevê minî tarî
hemî ji þerme rok dibin

Tu zanê
dema ku
lavlavên tey
ber bangê
tevlî reþa penaberiya
xewa minî bizdok
dibe
wê çaxê
gazinên minî  behetî
bê pî û dest
û çok dibin

Tu zanê
dema ku
28 birîn bi hevre
li zingilê dilê min dixin
wê çaxê
li kafirstana kezeba
çolê
li wê mesîla biçûk
li ser lêvên çem
li þûna piyên te
hest ,þûnwar
û þaristanî
di zîvirin
girover û gok dibin.

Tu zanê
dema ku
çira teya kesk
nivê þevê
  bi dizî ji piþtve
destê min digre
reqs û semay dike
wê çaxê
dîlan diçirise
dikene
di axive
dil û hinav yekser bi hev re
sazû kok dibin


Bavê Zozanê 31.10.2018
Essen


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark